Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tola me şoreşa jinan e

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku ji ber ku komkujiya 9’ê Çileyê nehatiye ronîkirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’emîn a Parîsê pêk hatiye.

Şehîdên yên nemir Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Dîsa şehîdên Silopiyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku pêşengtiya berxwedana rêveberiya xweser li Botanê kirin û şehîdên komkujiya 2’emîn ya Parîsê, Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Kongra Star dewleta tirk ya qirker û hêzên komploger bi hêrs û nefret şermezar dikin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin.

Li ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an 10 sal derbas bûye. Lê di nava 10 salan de edalet nehatiye pêkanîn ji ber ku qetlîam ji aliyê dewleta Fransa nehatiye ronîkirin. Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiyê hov werin tespît û ceza kirin, li ser navê sira dewletê û berjewendiyên navdewletî ev 10 sal in ser heqîqetê tê girtin. Em Kongra Star vê helwestê dewleta Fransa û saziyên wî qebûl nakin û şermezar dikin. Heta ku berpirsiyariya dewleta tirk fermî neyê teyîtkirin em ê dewleta Fransa ji vê komkujiyê berpirsiyar bibînin.

Ji ber ku komkujiya 9’ê Çile nehatiye ronîkirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’emîn ya Parîsê pêk hat. Ev jî berpirsiyariya Fransa carek din radixe ber çavan. Di her du komkujiyên Parîsê de kê tetîk kişandibe, kujer dewleta tirke, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, bidarize û ceza bike. An wê weke cihekî ku îstîxbaratên faşîst lê ne, were zanîn. Ev jî rûreşiyeke mezin e.

Bi komkujiya Parîsê ya ku pêşenga me ya mezin, endama damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dîroka zindî ya tevgera azadiya jinan ya Kurdistanê, hevrê Sara, hedef girtiye. Dewleta tirk ya faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin. Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî pêkhat. Ji bo tasfiye kirina şoreşa jinan biryarê kuştina pêşengên jinan girtin. Di çarçoveya vê konseptê di hundirê 10 sal him li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî di parçeyên din û li derveyê welêt bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta tirk hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê em hevrêyên xwe yên nemir Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Hind Latîf, Seda Faysal, Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Jiyan Tolhilan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Ezedîn, Diyana Elo, Zeyneb Sarûxan û  Nagîhan Akarsel bi dilsozî bi bîr tînin. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê heya serkeftinê ye.

Em şehîd xistina pêşengên xwe tu carî qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navnetewî teqez wê bê pirsîn. Em ê tola xwe bi mîsoger û bilindkirina şoreşa jinan bistînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar