Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Tola Şêx Seîd û hevalên wî dê bi azadiya Kurdistanê bê hilanîn’

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Şêx Seîd, Civaka Îslama Demokratîk (CÎK) û Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) bi boneya 95’emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd û 47 hevalên wî daxuyaniyên cuda dan.

Komeleya Şêx Seîd li avahiya xwe bi tevlêbûna parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, nûnerên HDP’ê yên Amedê, Komeleya 78’an, MEBYA-DER’ê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Serokê Baroya Amedê yê Amedê Mehmet Emîn Aktar daxuyanî da. Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Felat Ozsoy daxuyanî da.

‘Li dijî rejîmê serî netewandin’

Di daxuyaniyê de Ozsoy got ku Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî zilm û înkarê serî hildan û di 29’ê hezîrana 1925’an de hatin şehîdkirin. Ozsoy diyar kir ku dema rejîmê hewl da hemû gelên erdnîgariya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistaniyan serî li ber wê netewandin. Li ber xwe dan.

Ozsoy piştre jî axaftina Şêx Seîd a ‘Ez niha dikim ji jiyana fanî bar bikim. Ez ne poşman im ku di ber gelê xwe û baweriya xwe de feda bûme. Hew bila neviyên min, min mehcûb dernexin’ bi bîr xist û wiha domand: “Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsiyeta şehîdên Berxwedana 1925’an de; em hemû şehîdên jiyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadiyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêviyên wan e.”

‘Divê cihên gorên wan bê aşkerakirin’

Ozsoy xwest ku cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên nîşandan û heqîqeta berxwedana 1925’an bê aşkerakirin û wiha pê de çû: “Berpirsyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin. Hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike. Gora şehîd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî teslîmî malbatên wan bibe. Gora Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nûrsî), Seyîd Riza û hemû gorên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe.”

DBP

Bi heman boneyê Navenda Giştî ya DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî. DBP’ê destnîşan kir ku di her serdemê de li ser gelê kurd qirkirin hatiye kirin lê kurdan tu carî dev ji berxwedana xwe bernedane û her carê li ser koka xwe dîsa mezin bûne. Daxuyanî wiha dom kir: “Em neviyên Mîr Mihemed, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed diyar dikin ku em ê tu carî li dijî înkar û îmhayê stûyê xwe xwar nekin. Dê gelê kurd bi ser bikeve.”

CÎK

Daxuyaniya CÎK’ê ya têkildarî mijarê jî wiha ye:

“Şêxê mucahît û rêhevalên wî nayên jibîrkirin! Kujerên Şêx Seîd û rêhevalên wî îro jî dixwazin fermana miletê wî rakin lê neviyên Şêx Seîd li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tola Kurdistanê hiltînin. Di salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî de, em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Rehmet û bereketa xwedê li ser ruhê pak ê hemû cangorî û şehîdên welatê me be.

Werin em salvegera şehadeta şehîdan ji bo pêkanîna armanca wan bi ruhekî seferberî ji bo azadiya welatê xwe têbikoşin. Werin em em neyar û qatilên wan ê ol, mirovayetî û miletê xwe ji ser axa pîroz Kurdistanê derxînin. Yên îro li dijî dagirkeriyê têdikoşin neviyên şehîdan in. Kesên dîtir ên ku navê wan kurd e û ji bo miletê xwe tu karekî nakin, ew bi tenê xwefiroşiyê dikin û ji bo berjewendiya malbatê dixebitin, ew hevalbendên dewleta mêtinger in. Hinek ji wan jî bi şaşikê digerin û hevkariya neyaran dikin.

Lê îro têkçûna kujerên Şêx Seîd nêztir bûye. Tifaq û hevgirtina gelê me, wê kujerên me têk bibe. Şeveqa azadiyê nêztir e. Em ê bi azadkirina Kurdistanê armanca wan bi cih bînin. Dem dema karkirin û xebatê ye. Tolhildan ev e ku em dagirkeran ji ser axa xwe ya pîroz derxînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar