Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tora fûhûşê ya dema qeyûm

Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Aysel Erol bûyera fûhûşê ya ku dema qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pêk hatibû nirxand. Erol diyar kir ku aresteyeke bi zanebûne û bûyerê weke tacîzeke ku di bin kontrola dewletê de pêk hatiye pênase kir

Dema ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin, polisê bi navê E.U ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li şîrketa Kent A.Ş. a girêdayî şaredariyê hat wezîfedarkirin. Beriya çend rojan bi dengên qeydkirî derket holê ku polis E.U. ji bo girtina kar fûhûşê li jinan ferz kiriye. Paşê hat hînbûn ku E.U. bi çawişê pispor E.I. ku berê di bin banê daîreya agirkûjiyê ya şaredariyê de wek midur xebitiye û niha ji kar derketiye re tora fûhûşê ava kirine.

Hat hînbûn ku piştî Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê li ser gilîkirina jina bi navê D.S. ku fûhûş lê hatiye ferzkirin, lêpirsîn daye destpêkirin, E.U. bi awayekî demî li Miduriyeta Emniyetê ya Midyadê hatiye wezîfedarkirin.

Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Aysel Erol têkildarî bûyerê axivî û diyar kir ku divê bûyer weke polisekî bi serê xwe vî tiştî kiriye neyê nirxandin. Erol da zanîn ku dema li hurgiliyên bûyerê bê nêrîn dê bê dîtin ku toreke fûhûşê heye û wiha got: “Li hemberî jinan bi awayekî zanebûn polîtîyeke arestekirî heye. Dema qeyûm hatin tayînkirin destpêkê mudaxaleyî saziyên jinan kirin. Van saziyên jinan ji aliyê midurên zilaman ve hatin birêvebirin. Hevserok û endamên meclisê mê yên jin hatin girtin. Xwestin li herêmê bi binasiyên aboriyê jinan terbiye bikin û li ser laşê jinê li jinê bidin. Ji bo vê yekê li ser polîtîkaya fûhûş û tacîzê siyasetek bi afirînin. Dema ku mirov li tiştên pêk hatine dinêre dibîne ku vê bûyerê berhema vê polîtîkayê ye.”

Erol xwest ku ev polîtîka bê teşhîr kirin û ceza kirin û ev tişt anî ziman: “Divê bê zanîn ku dê ji kesî re nemîne. Em bawer nakin ku kesekî bi wêrekî vî karî kiriye. Ji hin kesan piştgirî û hêz girtiye. Em dibihîzin ku li derdora vî kesî kesên weke wî gelek in. Tiştên hatine jiyîn û angaşt diyar dikin ku ev rewşeke zincîrkirî ye. tacîzeke di bin kontrola dewletê de pêk hatiye. Biçûkxistineke li ser jinekê li hemberî jinan e.”

Erol destnîşan kir ku ji ber zihniyeta feodal a li hemberî hê xwe negihandine D.S. ku serlêdana sûç kiriye û wiha dawî li axaftina xwe: “D.S. jî fikara dike ku xwe bigihîne me. Ditirse ku hê zêdetir mexdûr bibe. Ev pirsgirêkeke giştî ye. Li gel vê yekê jî em hesasiyeta hevala jin li ber çavan digirin û bi vê yekê re ji nêz ve bi mijarê re elqedar dibin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar