Hebûna dewleta tirk û îstîxbarata wê MÎT’ê ya li başûrê Kurdistanê salên dûr û dirêj in di rojevê de ye. Lê bi taybetî di van salên dawî de hebûna tirkan a li başûrê Kurdistanê ji her demê bêtir berçav û aşkera bûye. Jixwe rayedarên tirk jî pêdîvî nabînin vê rastiyê veşêrin. Yanî hebûna esker û îstîxbarata tirk a li başûrê Kurdistanê êdî fermî, eyan û beyan e. Baş e, dewleta tirk ji kê û çawa piştê digire ku van karên xwe yên sîxurî û dagirkirinê ewqasî aşkera bike? Bêguman ger rewş wisa aşkera be û herkes pê bizane, em nikarin bibêjin ku haya hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê jê tune ye. Heta niha gelek caran samîmiyet û lihevnêzîkbûna mala Barzanî û dewleta tirk bi tundî hat rexne kirin. Jixwe vaye her tişt aşkera ye, wê çaxê mirov têkîliyên mala Barzanî ya bi dewleta tirk re nikare weke têkîliyên qaşo « siyasî û dîplomatîk » bi nav bike. Ev mesele ji têkîlî û pêywendiyan wêdetir e û navê vê jî hevkarî ye. Ez ê behsa hebûna baregehên tirkan nekim, ez ê behsa helwesta PDK’ê a li dijî hebûna PKK’ê û gerîlayan jî nakim. Ji ber ku ev mijar êdî ji hêla temamê kurdan ve baş tê zanîn û analîzkirin. Lê ya ez dixwazim qalê bikim û balê bikşînim ser tora nokeran e ku li başûrê Kurdistanê roj bi roj pêş dikeve û dibe sebeba şehîdkirina şoreşgerên Kurdistanê.
Êvara 25’ê Adarê Stêrk tv bernameya bi nave noker weşand. Di bernameya qalkirî de sîxûrên ku bûne sebeba şehîdkirina gerîla û xelkê li başûrê Kurdistanê diaxivin û îtîrafên wisa dikin ku xwîna meriv dicemide. Di beşa yekemîn a bernameyê de sîxurên bi nave Egîd Taha Ebdûllah, Yûsif Ezîz, Ebdûllah Xizir, Qehreman Ebdûllah û Twana Hecî li xwe mikûr tên û behs dikin bê ka çawa ketine tora dewleta tirk. Beriya vê, lazim e em bi bîr bixin ku Mesrûr Barzanî û heyeta pê re sala 2015’an li Tirkiyeyê bi karbidestên dewletê re çend rêzehevdîtinên aşkera û veşartî kirin. Piştî wan dîdaran, çi tesadûf e ku dewleta Tirk cîhê serkirde û şoreşgerên Kurdistanê yên PKK’ê di cih de tespît dike û bi dron û balafiran êrîş dike. Bernameya Noker ku Stêrk tv weşand jî yekser behsa şehîdkirina şoreşger û sîvîlên li herêmê dike. Ev 5 sîxûrên ku di bernameyê de axivîn, gelek agahiyên girîng dan. Bi taybetî jî awayê ketina xwe ya nava vê tora casûsiyê jî gotin. Li gorî gotina wan, hinek ji wan ji bo pereyan hinek ji wan jî ji ber bi malbat û hezkiriyên xwe hatine tehdîtkirin sîxûrî qebûlkirine. Kê ew tehdît kirin û kê pere teklîfî wan kirin jî yek bi yek aşkera dikin. Di îtîrafên van casûsan de tor û şebekeya sîxûriyê ya li herêmê tê deşîfrekirin. Ev kesên ku ji hêla gerîlayan ve hatine girtin; di îtîrafên xwe de gelekî behsa asayîşa PDK’ê ya Goçarê, kesê bi nave Guhdar ê li asayîşê dixebite dikin. Li gorî îtîrafên casûsan; Asayîşa PDK’ê, îstîxbarata wê parastin û endamên MÎT’ê bi hev re gef li wan xwarine, îşkence kirine û dawa sîxûriyê li wan kirine. Ev kesên bûne casûs ji bo kordînatên cîhûwarê gerîlayan bidin, ji bo kesên ji başûrê Kurdistanê tev li PKK’ê bûne yan jî sempatîzanê PKK’ê ne deşîfre bikin hatine erkdarkirin. Her 5 sîxûr jî îtîraf dikin ku wan gelekî caran wêne û dîmenên kamp û şikeftan ji kesê bi nave Guhdar re şandine û paşê derhal balafirên dewleta tirk ew dever bombardûman kirine. Her wiha ev tora qalkirî ji sîxûran bi taybetî kordînatên cîhê ku serkirdeyên PKK’ê yên weke Cemîl Bayik û Besê Hozat lê dimînin xwestine û li beramberî agahiyên bi vî rengî jî pereyeke zêde teklîf kirine. Her wiha casûs îtîraf dikin ku tespîtkirina cîhê eskerên dewleta tirk a di destê PKK’ê de êsîr jî yek ji wezîfeya wan a sereke bûye. Di berdêla şehîdkirina şoreşgerên Kurdistanê de bi hezaran dolarên ku tirkan dişand jî diçûne Diyana û ev sîxûr jî pereyên xwe ji Diyana girtine. Xûlase, ev tenê çend xal bûn ku min xwest bale bikşînim ser. Lê ji bo detayên zêdetir, hûn dikarin li ser malpera Stêrk tv bernameyê temaşe bikin.
Va ye tora nokerî û şebekeya ku di berdêla çend panotan de rê li ber kuştina kurdan vedikin. Ji berxwedana zêdeyî 200 salan, bêtifaqî, xayîntî û nokerî tu caran li kurdan kêm nebûye. Tişta dijmin û neyarên kurdan nekarî û nikare bike bi rêya sîxûr û nokerên bi vî rengî kiriye û dike. Ji ber kesên wiha bêheysiyet û bêkeramet, kesên weke Dr. Şivan û Silêman Moînî hatin kuştin. Ji 2015’an û vir ve jî şoreşgerên dilsoz yên vî gelî Diyar Xerîb, Qasim Engîn, Dozdar Hemo, Mûrad Dep, Rûbar, Xelîl û Nalîn bi destê vê tor û şebekeyê hatin şehîdkirin. Van kesan bûn sebeba kuştina Solîn û Hisênên biçûk ên li Qendîl û Şêladizê û bi dehan sîvîlên din…
Dibe ku ev şebeke tehdîd û gefên gelekî metirsîdar li ciwanên başûrê Kurdistanê dike da ku bibin sîxûr û casûs. Lê her çi dibe bila bibe, divê em bizanin ku casûsî li civakên dinyayê hemûyan de bêrûmetî û bêheysiyetiya herî mezin e. Her wiha lazim e em ji bîr nekin ku kesên dibin casûs ne ji miletê xwe re ne jî ji dijminê xwe re dibin. Dibe ku gelek kesan ji tirsa û ji neçariyê vê bêrûmetiyê qebûlkirin lê divê ew kes beriya zirarên mezin bidin xwe biavêjin bextê gelê xwe û nebin sebeba kuştina zarokên vî gelî. Her wiha pêwîst e xelkê li başûrê Kurdistanê hay jixwe û zarokên xwe hebe û nehêle ku ev şebekeya kujer di şêmûga deriyê wan re bikeve hundir. Rol û misyona ciwanên Başûr a ji bo têkoşîna li dijî xeta nokeriyê gelekî girîng e. Têkoşîn û sekna bi rûmet a ciwanan dikare pêşî li vê tora nokeran bigire. Ji ber kesên berxwedêr her daîm qewîmtir in.