Parêzvanê mafên mirovan, ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser mafên mirovan û dawî li van binpêkirina mafan bê, Tora Piştevaniya Parastina Mafên Mirovan ava kirin
Parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan û têkildarî binpêkirina mafên mirovan deklerasyonek aşkera kirin. Li salonê pankarta ‘Ji bo aştiyê azadî û edaletê’ vekirin. Di daxuyaniyê de Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, muzîsyen Şanar Yurdatapan, rojnameger Tugrul Eryilmaz û Murat Çelîkkan û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.
Ewil rojnameger Murat Çelîkkan diyar kir ku îro roja dawî ya hefteya mafên mirovan e û wiha got: “Li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan qet nebaş e. Hemû çalakiyên aştiyane yên rexneyî û îfadeyê rastî tundyên pir mezin tên. Em ji bo peymanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê îmze kirine û mafê makeqanûnî yên neteweyî û navneteweyî em li vir in. Em di nava rewşa xerab a mafên mirovan de bi rewşek xerabtir rû bi rû ne. Niha akademîsyenên aştiyê û parazvanên mafên mirovan bûne hedef.”
Çelîkkan anî ziman ku ew bûne şahid ku parazvanên mafên mirovan û saziyên mafên mirovan rastî kampanya reş tên û wiha rêz kir: “Parazvanên mafên mirovan rastî feraseta hiqûqa dijminantiyê tên. Rastî lêpirsînên keyfî tên. Mafên mirovan û rêxistinên maf rastî tundiyê tê. Zagonên li dijî terorê û dijdemokratîk pir serbest dixin meriyetê. Tenê di sala 2017’an de zêdeyî 50 hezar kes rastî lêpirsîna terorê hatin. Ev êrîşî mafê mirovan e.”
‘Mafên mirovan her ku diçe zêde dibe’
Sekreterê ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yurtsever jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirina mafan zêde dibe û wiha got: “Tirkiye li gorî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî divê mecbûre li gorî mafê azadî û ramanê ya mafên mirovan tev bigere. Ev mecbûrî ye. Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, divê mafê azadî û heq ê bingehîn biparêze. Li gel vê yekê di salên dawî de binpêkirina mafên mirovan û tundiya li ser parazvanên mafên mirovan zêde bûye.”
Tora piştevaniyê
Yurtsever anî ziman ku serdestiya hiqûqê bi lez û bez dihele û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkayên keyfî û têkbirinê zêde dibin. Gelek parazvanên mafên mirovan yên Tirkiyeyê li dijî bêhiqûqî û binpêkirina mafan a zêde dibe. Em ji bo dawî li van binpêkirina mafan bînin, Tora Piştevaniya Parastina Mafên Mirovan (Solidarity Network for Human Rights Defenders — Turkey) ava dikin.” STENBOL