Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TRT’ê çeteyên DAIŞ’ê weke sivîlan nîşan da

Dewleta tirk a dagirker ji destpêka damezirandina çeteyên DAIŞ’ê ve, komên çete her tim li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan şerkirin. Ev yek her çiqas her tim înkar kiribe jî, bi belgeyên cur bi cur bi dehan caran ev rastiye hatiye teşhîrkirin. Navên hinek çeteyên DAIŞ’ê yên ku tev li êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bûn hatin kifşkirin.

Li gorî nûçeya ANF’ê ya bi îmzeya Bêrîtan Sarya, navên çend çeteyên ku tev li êrîşên dagirkeriyê bûn û piştre jî di TRT’ê de weke sivîl hatine nîşandan wiha ne;

Kujerê kurdan weke sivîl derxistin TRT’yê

*Çeteyê bi navê Mûstafa El Zîbo ji taxa El Şelal a Girê Spî ye û bi navê Ebû Reşîd El Ensarî tê naskirin. El Zîbo ku yek ji rêveberên Tabûra Şêx El Îslam Bîn Tîmiya bû, di sala 2013’an de tevî tabûra xwe tev li nava Cephet El Nusra bû. El Zîbo di tîrmeha 2013’an de bi rengekî çalak tev li karê sirgûnkirina kurdan ji Girê Spî bû û malên wan desteser kir. Hin kurdên di wê demê de li bajêr man jî bi destê El Zîbo hatin qetilkirin.

Mûstafa El Zîbo di hezîrana 2015’an de dema ku Girê Spî ji aliyê HSD’ê ve hatiye rizgarkirin reviya Tirkiyeyê. Li navçeya Kaniya Xezalan tev li Meclisa Leşkerî ya Reqayê ya ser bi çeteyên ‘Artêşa Sûriyeya Azad’ bû. Di 10’ê gulana 2019’an de li ser ekranên TRT’ê weke sivîlekî hate nîşandan û bi rêya TRT’ê îdia kir ku YPG’ê ew û erebên li wir bi zorê ji axa wan derxistiye.

El Zîbo di bin sîwana Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) de ku çeteyên dewleta tirk e, di 9’ê cotmeha 2019’an de bi rengekî çalak tevî êrişa dagirkeriyê ya li ser Girê Spî bû. El Zîbo niha li Girê Spî ye û berpirsyariya îstîxbarata çeteyên dewleta tirk e. Di nav de jin jî, gelek şêniyên Girê Spî bi destê El Zîbo bi gotina ‘Têkiliya xwe bi rêveberiya xweseriya demokratîk re heye’ bi dewleta tirk hatin girtin.

Serçeteyê DAIŞ’ê El Reşo

* Yek ji çeteyên din jî endamê DAIŞ’ê Casim El Reşo ye ku niha li Serêkaniyê di nava çeteyên SMO’yê de ye. Li ser wî çeteyî gelek agahiyên berfireh hene. El Reşo ê ji Serêkaniyê şêxê eşîra El Edwan e. Di sala 2014’an de tev li DAIŞ’ê bû û li Girê Spî bû serçete. Li vê derê gelek komkujî kirin. Di hêzîrana 2015’an de dema ku Girê Spî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin, ev çete reviya Reqayê. Di firotina jinên êzdî yên hatin revandin û belavkirina wan a li DAIŞ’iyan de berpirsyar bû. Jinên ku piştre hatin rizgarkirin gotin ku vî kesî gelek caran îşkence li jinên êzidî kiriye.

Di dema Pêngava Xezaba Firatê de ji Reqayê reviya qada Şehbayê. Li vir çeteyeke bi navê Tabûra Ehrar El Reşo ava kir. Tevî koma xwe ya çete tev li êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Serêkaniyê bû û vegeriya bajêr. Çeteyê DAIŞ’ê Casim El Reşo ku niha di bin sîwana SMO’yê de ye, di 24’ê mijdara 2019’an de çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Mebrûkayê serbest berda.

Li Rihayê hate dermankirin

* Çeteyekê din ê DAIŞ’ê ku niha di nava SMO’yê de ye jî, Welî Ebdulezîz (Ebû Herîb El Becarî) ye. Ev çete ji gundê El Xêbîş ê Til Temirê ye. Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de tev li nava OSO’yê bû. Piştre jî tev li El Nusra bû. Yek ji berpirsyarên El Nusra yê li Serêkaniyê bû. Piştî ku El Nusra li pêşberî YPG’ê têk çû, wî jî bajar terikand. Di sala 2015’an de tev li DAIŞ’ê bû û piştî ku birîndar bû derbasî Rihayê bû û li wir hate dermankirin.

Dema ku dewleta tirk di 9’ê cotmeha 2019’an de dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê kir, çete Ebdulezîz weke endamekî SMO’yê tev li vê dagirkeriyê bû. Niha li Serêkaniyê bi desteserkirina malên kurdan wezîfedar e.

Serçete Ramî Yûsif El Dehîş

* Çete Ramî Yûsif El Dehîş ji taxa Eyn Arûs a Girê Spî ye. Di pêvajoya avabûna El Nusrayê de ji Girê Spî tev li nava wan bû. Karê sirgûnkirinê meşand û tev li komkujiyên li dijî kurdan bû. Dema ku Girê Spî ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, tev li DAIŞ’ê bû û di îstîxbarata DAIŞ’ê de xebitî. Dema ku HSD’ê di hezîrana 2015’an de bajar rizgar kir, çete El Dehîş reviya Kaniya Xezalan û ji bo îstîxbarata tirk xebitî. Çete El Dehîş bi navê SMO’yê tev li êrîşa dagirkeriyê ya 9’ê cotmehê bû. Niha jî li Girê Spî weke serçeteyekî dixebite. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar