Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Trump: Bexdadî di tunelekê de hate kuştin

Serokê DYA’yê Donald Trump bi daxuyaniyekê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî hatiye kuştin.Trump destnîşan kir ku Bexdadî êlekê întîharê bi xwe ve teqandî ye û tevî xwe, 3 zarokên xwe jî kuştine

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li Qesra Spî têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Donald Trump da zanîn ku Bexdadî tevî alîkarên xwe hatiye kuştin. Trump bi berdewamî jî wiha got: “Bexdadî kete tuneleka ku deriyê wê yê derketina tune. Beriya ku bê kuştin giriya. Bexdadî alîgirê tundiyeke hov bû. Bi hovîtî jiyana xwe ji dest da. Weke tirsonekekî reviya û mir. Bexdadî girîngtirîn pêşaniya gefa li dijî ewlehiya me ya neteweyî bû. Serok û damezirînerê DAIŞ’ê El Bexdadî mir. Êlekê întîharê bi xwe ve teqand û li gel xwe, 3 zarokên xwe jî kuştin.”

Bi berdewamî jî Trump destnîşan kir ku wan weke DYA’yê ‘xelîfetî’ bi dawî kiriye û wiha pê de çû: “Ji ber operasyonê ez spasiya Rûsya, Tirkiye, Iraq û kurdên Sûriyeyê dikim. Ev yek bi alîkariya neteweyên din jî pêk hatin. Ev operasyoneke gelek talûke bû. Hêzên Taybet di operasyonê de dest danîn ser agahiyên gelek girîng û hesas.”

Donald Trump diyar kir ku operasyon tevî alîkarê xwe Mike Pence bi awayeke zindî temaşe kirine. Trump ji bo rola dewleta tirk a di operasyonê de jî got; ‘Dizanîn bê ka em ê ku de biçin. Em li ser hinek qadên wan firiyan. Me tu pirsgirêk nejiyan.” Trump da zanîn ku der barê operasyonê agahî dabûn Rûsyayê jî lê Rûsyayê nedizanî bê ka ew ê li Idlibê çi bikin.

Herî dawî jî Trump ev tişt anî ziman: “DNA’ya Bexdadî li labaratuarê hate lêkolînkirin. Xwe gihandina laşê wî hinek zehmet bû ji ber ku di bin xerabeyan de bû û xwe teqandibû. Vekişîna hêzên DYA’yê ya ji Bakurê Sûriyeyê ji bo vê operasyonê nebû.”

Peyama Mazlum Ebdî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî jî li ser hesabê xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Ev operasyon bi xebateke hevpar a bi DYA’yê re pêk hat. Piştî xebatên îstîxbaratê ya 5 mehan, terorîst Ebûbekir El Bexdadî bi operasyoneke serkeftî hate kuştin. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên keda wan di vê operasyonê de hene, dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar