Gelo ji bo xêrê hat an ji bo şer?
Li goreyî gotinên wî yên berî hilbijartinan, digot “Heke ez neyêm hilbijartin şerê cîhanî yê 3’yan derdikeve”.
Her wiha digot “Ez werim hilbijartin ez ê şerê Ukraynayê bidim rawestandin”, xwedêgiravî weke bêje “Ez aştîxwazim, ne şerxwazim”!
Li gel Îsrailê, mijara aştiyê nedixist rojevê.
Her wiha li gel Receb Erdogan, carcaran nerm bû, carcaran jî hişk bû lê bi giranî navbera wan xweş nebû. Weke mînak mijara ji Rûsyayê standina S-400’an, derxistina ji programa F-35’an, zîndanîkirina papaz Brunson, Halk Bank, Riza Zarab û hwd.
Nakokiyên Trump li gel pir dewletên Ewropayê û cîhanê hebûn, heta li gel NATO’yê jî hinek dîtinên wî yên cûda hebûn.
Lê weke tê zanîn û pir caran tê gotin; kî bibe serokê DYA’yê bila bibe, nikare li goreyî nerînên serê xwe siyasetê bide meşandin, erê dikare hinek bandorên biçûk li ser siyaseta dewletê bike belê bi bingehîn neçar e ku siyaseta dewletê ya heyî bide meşandin.
Li goreyî tê xuyakirin siyaseta DYA’yê ya bi giştî li cîhanê û ya bi taybetî li Rojhilata Navîn, wê bi giranî weke heye birêve biçe û jixwe siyaseta Trump a takekesî jî ne dûrî heman siyasetê ye.
Erê her çendîn dibêje “Ez ê li hinek herêman şer bidim rawestandin”, mîna Ukraynayê, jixwe li vê herêmê şer û ceng xetimiye, lê li aliyê din mîna Rojhilata Navîn, nîşane hene ku wê şêr û ceng gurtir bibe.
Em bala xwe didin kesê ku pêşî serkeftina Trump pîroz dikin Netanyahû û Receb Erdogan e. Jixwe yên serkêşiya şerê vê herêmê jî dikin ev her du fermandar û erkdarên DYA’yê ne (di vê telefona pîrozbahiyê de jî, tê gotin ku li ser mijara Îranê axivîne Netanyahû û Trump).
Em bînin bîra xwe, di dema xwe ya ewil de Trump ji bo Îranê digot, “Em ê vê dewletê ji kokê ve hilweşînin”. Û wisa diyar dibe ku ev nêrin û hilwesta Trump wê neyê veguheztin.
Jixwe Netanyahû, di vî warî de qusûrê nake û bi lezgînî êrîşên xwe yên dijî Îranê û hevkarên wê bênavber dide meşandin.
Di vê mijarê de yê ku hinek dudiliya dike û ji vê armancê ditirse Receb Erdogan e.
Wîsa diyar e Trump, wê di vê derbarê de Receb Erdogan tengav bike û vê carê Receb ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bike gelek hewcedarî Trump e.
Bêguman di vê çarçovê de DYA’yê, ne bi tinê hewcedarê Receb û Netanyahû ye, belê dibe ku hîn pirtir hewcedarê hêza gelê Kurdistanê ye(hilbet yê herî xwedî rêxistina xurt û bi gel re xwedî îradeya herî mezin e PKK, PYD, PJAK û hwd.).
Pêşbîniya xurt heye ku di vê pêvajoya li pêş me de Trump, li ser şerê Ukraynayê bi Rûsyayê re li hev bikin û ji bo demekê şer bidin rawestandin û aştiyê çêbikin.
Bi vê pêngavê re, li dijî Îranê eniyek berfîreh ava bike; di pêşengiya Îsraîlê de Tirkiyê, gelek dewletên ereban û di pêşengiya Tevgêra Azadiyê de hêza gelê Kurdistanê û hwd. şer xurtir bike û rejima îslamiya Îranê hilweşine.
Bi vê şêwazê bandora Îranê li tevaya Rojhilata Navîn bişkîne, bi taybetî êdî li ser Sûriyeyê wê karibe projeya xwe ya cîhanê hêsantir bide meşandin.
Hilbet bi vê stratejiya taybet û nûjen ve, wê li dijî armanca xwe ya herî mezin û bingehîn Çînê, destê xwe xurtir bike.
Di encamê de, mirov dikare bêje, heke şaşiyên balkêş û bêxêr çênebin, li gel hemû geşedanên xeter, derfet û şensa deskefityan jî zêdetir dibin ji bo şoreşa gelê Kurdistanê.