Serokê DYA’yê Donald Trump pêşnûmeya ku di nav de guşarên li ser Tirkiyeyê jî hebûn, pejirand
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, Pêşnûmeya Qanûnê ya Rayedarkirina Lêçûnên Berevaniyê (NDAA) ya 2020’an, ku di nav de tê xwestin ku ji ber S-400’an guşaran li ser dewleta tirk deynin, li Baregeha Hewayî ya Andrewsê ya li eyaleta Marylandê îmze kir.
Pêşnûmeya qanûnî ya 738 milyar dolarî, piştî gotebêên ku bi mehan dom kirî, ji alî du aliyên kongreyê ve hate qebûlkirin û ji bo ku îmze bike, şandibûn ber destê Trump.
Bi îmzekirina vê pêşnûmeyê re tê qedexekirin ku balafirên şer ên F-35’an û teçhîzatên destekê yên F-35’an bidin dewleta tirk. WASHÎNGTON