Li ser qedera kurdan ne kurd, biyanî biryarê didin! Carcaran tê gotin ku R.Erdogan, weke midûrê nifûsê û midûrê kadastro, ew li kîjan cih û warî çend kes hene, ji wan kesan çend ereb in, çend kurd in, çend suryan in, ermen in û hwd. heta baweriya wan çi ye û çi dixwazin an çi naxwazin, ew li cem xwe biryarê dide!
Mirov bala xwe didê, bi bingehîn ev zîhniyeta dewletperweriyê ye û helbet bandora kîjan dewletê çendîn mezin be, giraniya vê zîhniyeta takekesî ya fermandarî jî ewqas mezin dibe.
Ê niha serokê herî mezin ên cîhanê Trump û Putîn in. Bêguman ew jî li ser hemû cîhanê xwe mafdar dibînin ku ew bi serê xwe biryaran bidin û ew hemû cîhanê li gorî “kêfa” xwe bidin meşandin.
Li ser Sûriyeyê bi giştî, li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî, bi taybetî ew her du li hev rûniştine û di mijarên sereke de li hev kirine.
Li ser çarçova vê lihevkirinê, êdî her yek plan û projeyên xwe dide destê nokerên xwe û bi rêya wan, van armancên xwe cîbicî dikin. Em vê mijarê hinekî din vekin.
Ev hewldan û êrîşkariyên dewleta tirk, hemû li gorî wê çarçoveya lihevhatina Trump û Putîn danîne tên meşandin. Bi gotinek zelaltir; Trump plan-program daye destê R.Erdogan, ew jî vî karî bê qisûr dide meşandin. Ji ber ku hişmendiya wî, ji vê nokertiyê re ewqas amade ye, ji xwe qisûrê naxe fermana patronê xwe, lê dibe ku lê zêde bike!
Bêyî destûr-îcaze û agahdariya axayê xwe newêre gavekê jî şaş biavêje. Nikare yek eskerê xwe derbasî derveyî sînor bike.
Di encamê de, ew destwerdana berê ya Cerablûs û derdorî wê û Efrînê, niha jî ya Serêkaniyê û Grêspî hemû di çarçoveya lihevhatina Trump û Putîn pêkhatine.
Cewherê çîroka êrîşkarî û dagirkerî û qirkeriya R.T.Erdogan, li ser vê bingehê ye. Bûyer û rûdawên rojane yên din detay in, perçêyên wê lihevhatinê ne.
Mirov ji vê realîtê pirtir, ji wan gotinên Trump û çend hevalên wî yên bi taybetî di dema Peymana Soçî de digotin, gelek hêrs dibe. Dibêjin, “Receb mêrekî gelek baş û hêjaye, me bi hevre jiyana gelek mirovan rizgar kiriye û hwd.”
Gelo ew karê baş û hêja Receb kiriye û dike û Trump jî gelek pê kêfxweş dibe ev in?: Hema li Serêkaniyê û Grêspî bi tenê (em bi hezaran qirkirinên berê nebêjin) bi sedan zarok, jin, pîrejin-pîremêr hatin şehîdkirin, bi sedan winda ne, hejmarek hîn mezintir birîndar e, bi sedhezaran koçber û perîşan in û hwd. Gelek ji wan bi çekên kîmyayî jî hatine şehîdkirin û birîndarkirin. Jixwe jimara dizî û talan û wêran û heqaret û revandin û hwd. ewqas zêde ye nayê jimartin.
Trump, weke ku bi siyaset û kiryarên xwe yên qirêj ve, bi Putîn re ketibe nava pêşbirkê; “ka gelo kî pirtir dikare karê dijî mirovahiyê bide kirin”?
Li ser herêmên Rojavayê Firatê û bi taybetî jî li ser Efrînê, ji bo wê siyaseta rezîl a Putîn, kîn û nefreta gelê kurd û hemû pêkhatiyên herêmê, hîn dewam dike. Belê rezaleta Trump ketiye pêşîya Putîn.
Gotinên xwe yên rezîl û bê rêz wisa dewam dike; “Me ji HSD’ê re gotibû li dijî tirka şer neke!”
Însan zor xwe digire ku gotinên bêrêzî neke. Ma gelo raya giştî ya cîhanê hemû nizane ku tevgera gelên me yên Rojava, heta roja îro ku bûye 8 sal, ne yek fîşek ne yek kevir jî avêtiye ser xetê? Heta yek gotinek xerab jî nekiriye, her “gotiye em cîranên hev in û em ne şer, aştiyê dixwazin”!
Îcar ev çawa çêbû û HSD’ê kengî derbasî ser xetê bû û êrîşî arteşa tirk kir? Ma gelo ev çi ehlaq e, ku mirov cihê xerab û ya baş bi hev biguheze?
Gelên me yên bi rûmet! Divê em çarenûsa xwe nespêrin Trump û Putîn û tu kes û yên din ên biyanî, çendîn mezin dibin bila bibin. Divê bi tenê em pişta xwe bispêrin xwe û Rêber û têkoşerên xwe!