Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Trump serkeftina HSD’ê pîroz kir

Serokê DYA’yê Donald Trump bi peyamekê serkeftina şervanên HSD’ê, hêzên koalîsyonê û hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir. Trump diyar kir ku li ku dibe bila bibe dê şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, serkeftina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê û hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.

Donald Trump di peyama xwe de wiha got: “Me bi şirîkên xwe yên Hêzên Koalîsyona Navneweteweyî ku di nav de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên ewlekariya Iraqê jî  hene re, hemû herêmên di bin kontrola xîlefeta DAIŞ’ê de ji sedî sed rizger kir. Heya berî du salan jî, DAIŞ’ê li herêmeke berfireh a Iraq û Sûriyeyê serweriya xwe di domand. Me herêmeke nêzî 20 hezar mîl berfireh ji DAIŞ’iyan paqij kir û bi milyonan mirov ji destê xîlafetê rizgar kir. DAIŞ’ê serê mirovan jê kirin, tacîz û tecawîzê zarokan kirin, jin û zarok kuştin û gelek çalakiyên hovane pêk anîn. Ez ji vê derê bangî ciwanên baweriya wan bi propagandeya DAIŞ’ê tên, dikim; ger hûn beşdarî wan bibin, hûnê bimirin. Li şûna ku hûn vê rêyê ji bo xwe hilbijêrin, li ser jiyana xweş bifikirin. Dibe ku careke din tirsonek derbikevin holê lê hemû heza xwe winda kirin û bin ketin. Di têkoşîna DAIŞ’ê de em ê tim saxlem bin. Li kî dera cîhanê dibe bila bibe em ê li dijî DAIŞ’ê tim têbikoşin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo em terorîstên îslama radîkal têk bibin, em ê bi şirîk û hevparên xwe re xebatên xwe berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku HSD’ê duh di merasîmekê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ji cîhanê re ragihandibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar