Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Trump teqez kir ku dê Tirkiyeyê ceza bike’

Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Sîtîlîdes got ku Donald Trump diyar kiriye ku teqez dê dewleta tirk di hêla aborî de ceza bike. Sîtîlîdes diyar kir ku ger dewleta tirk S-400’an bikire, dê nekare F-35’an bikire. Sîtîlîdes ji bo Erdogan jî wiha axivî: “Birêz Erdogan ji bo ku di polîtîkaya hundir de çend puanan kom bike û dijberiya gelê tirk a li dijî DYA û NATO’yê sortir bike, divê baldartir be ku aboriya tirkan de têkçûnên mezintir çênebin.”

Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewleta tirk a ji ber pergala parastinê ya hewayî S-400’an didome. Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Sîtîlîdes têkildarî krîza S-400’an, rewşa F-35’an û ambargoya aborî, ji Dengê Amerîkayê bi Dîlge Tîmoçîn re axivî. Sîtîlîdes da zanîn ku ger ku dewleta tirk bi awayeke fermî bikeve resesyonê, ji bo rizgarkirina aboriyê dê neçar bimîne ku serî li ÎMF’ê bide.

Sîtîlîdes anî ziman ku sepanên ku DYA dê li ser dewleta tirk ferz bike, bandorekê neyînî dê li ser endustriya parastinê ya DYA’yê jî bike û wiha domand: “Rêveberiya Trump, di mijara xerakirina hevpeymana F-35’an a bi Tirkiyeyê re micid e. Ji bo baregeha li Arîzonayê 3 balafirên F-35 hatin şandin. Perwerdeya pîlotên tirk didome. Lê ev balafir hîn teslîmî Tirkiyeyê nehatine kirin. Ger ku Enqere peymana S-400’an bixe meriyetê, ne bawerim ku bên teslîmkirin jî.”

Gef li Erdogan xwar

Di berdewamê de jî Sîtîlîdes diyar kir ku Trump di axaftina xwe de teqez kiriye ku dê dewleta tirk di hêla aborî de ceza bike û ev tişt destnîşan kir: “Dewleta tirk dê nekare ji binê van sepanan derkeve. Ger ku bi awayekî fermî bikeve resesyonê, ji bo xelaskirina aboriya xwe dê neçar bimîne ku ji bo krediyê serî li ÎMF’ê bide. Enflasyoneke ku ji kontrolê derketî, bêkariyeke bêvenêrîn û krîzeke mezin a deynan li ber deriyê we ye. Li gorî min, di nava 20 salên dawî de Tirkiye di hêla aborî de di dema xwe ya herî qels de ye. Birêz Erdogan ji bo ku di polîtîkaya hundir de çend puanan kom bike yan jî dijberiya gelê tirk a li dijî Amerîka û NATO’yê sor bike, divê pir baldar be ku di aboriya tirkan de texrîbateke mezintir çênebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar