Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tsubanî: Tecrîda li Îmraliyê guhîştiye asteke xeternak

Rêveberê COSATU'yê Motlasî Tsubanî diyar kir ku parêzerê Mandela şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştiye asteke xeternak û wiha got: "Rêgezên Mandela bi cih bînin, dawî li tecrîdê bînin."

Nûnerên sazî û rêxistinên navneteweyî, rêveberên saziyên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û hunermend ji bo pêngava nû ya ku li ser asta cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka siyasî ya ji bo gelê kurd hatiye destpêkirin daxuyaniyên piştevaniyê berdewam dikin.

Rêveberê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Afrîkaya Başûr (COSATU) Motlasî Tsubanî, di çarçoveya pêngavê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku li Îmraliyê rêgezên Mandela yên navneteweyî pêk nayên û ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga tevlîbûna pêngavê kir.

Gelê kurd li dijî mêtingeriyê li ber xwe dide

Tsubanî di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ên li Îmraliyê. Tsubanî da zanîn ku asta tecrîda li Îmraliyê ‘xeternak e’ û wiha got: “Bi tevgerên nûjen ên COSATU’yê re ji bo tecrîda li ser Rêberê Kurd, hevrê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî binpêkirinên maf ku tê jiyîn ji holê bê rakirin, em bang dikin ku bi rêgezên Mandela ya ji aliyê qada navneteweyî hatiye qebûlkirin pêk bînin û dawî li tecrîdê bê anîn. Hevrê Abdullah Ocalan Rêberê PKK’ê ye. Gelê Kurd ji bo azadî û rizgariya ji mêtingeriyê hê jî li ber xwe dide.

‘Ji bo wekhevî, edalet û aştiyê têdikoşe’

Tsubanî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji ber raman û gelbûna wî ji bo dewleta tirk weke gefeke mezin dihate dîtin ev komplo hate pêş xistin û wiha domand: “Di sala 1999’an de ji bo ku hevrê Nelson Mandela bibîne ketibû rê, hate binçavkirin û piştre hate girtin. Armanca vê yekê qelskirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna wê bû. Lê ev plan têk çûn. Hevrê Abdullah Ocalan bi hevrê Nelson Mandela re xwedî jiyaneke siyasî bû. Parêzerê Mandela Essa Moosa diyar kir ku tecrîda li ser hevrê Abdullah Ocalan ji ya Mandela jî girantir e. Di mîtînga li Almanyayê de hevrê Mandela ev peyam dabû; ‘Em dizanin ku li welat zilm tê çi wateyê. Em êşa jineke ku zarokê wê winda bûye dizanin. Em dizanin ku çand û nijada mirov dema tê binpêkirin tê çi wateyê’. Gotinên hevrê Mandela di şibihandina navbera Afrîkaya Başûr a di bin rejîma Apartheidê de û gelê kurd ku ên di bin desthilatdariya tirk de ji bo wekhevî, edalet û aştiyê têdikoşe derdixe holê. Van îdeal gerdûnîbûna COSATU diyar dikin.”

Piştgiriyê bidin kampanyaya azadiyê

Di dawiya axaftina xwe de li ser  pêngava azadiya fîzîk a Rêber Apo rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “COSATU ji bo azadiya hevrê Abdullah Ocalan û têkoşîna mafdar a gelê Kurd erka exlaqî li ser hemû tevgerên pêşverû yên Afrîka û cîhanê ferz dike. COSATU têkçûna rejîma apartheidê di encama yekitiya navneteweyî de dibîne. Hemû cîhan ji bo azadiya Mandela li ber xwe da. Bi avakirina yekitiyê heta azadiyê meşiyan. Ji ber vê yekê em bang li sendîka, dewlet û hemû tevgerên nûjen ên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Gotinên têkoşîna me an jî weke hevrê Nelson got, ‘Ez parçeyek ji berxwedana kurdan im. Ez yek ji we me’. Em dibêjin demildest Ji Abdullah Ocalan re azadî!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar