Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

TŞYG wê hesab rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bipirse

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) : Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku têkoşîna yekbûyî bi pratîka 7 salan di sala 8'emîn de bilind bikin û hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê bistînin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyek da û got, “Gel, kedkar, jin û ciwanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derî li serdemeke dîrokî vedikin. Li hemberî polîtîkayên mêtingerî, talan, zextê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hêza şoreşê ya yekbûyî û gelan hesab dipirsin. Hêza şoreşê ya yekbûyî TŞYG êdî rastiya vê xakê ye; hêza mezinkirina şerê şoreşgerî yê gelan û hêza hilweşandina faşîzmê ye. TŞYG di 12’ê Adara 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Taxa Gazî ya Stenbolê hate ragihandin. Pratîka 7 salan a piştî damezrandinê pêk anî, di sala 8’an de wê gav bi gav ber bi serkeftinê ve mezintir bibe.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîtîkayên zext, rant, mêtingeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê ku roj bi roj zêde dibe, nîşaneya herî mezin a rizandina faşîzmê ye û hate gotin, “Faşîzm nikare pêşî li vê rizandina xwe bigire. Gel vê rizandinê roj bi roj dibînin û li hemberî faşîzmê hîn bêhtir dibin xwedî hêrsê. Ji bo mezinkirina vê hêrsê, destê ku dirêjî gelê me yê li binê enqazan dibe destê me ye. Yên ku li hemberî wan hêzan şer dikin ku mal û warê bi deh hezaran kedkaran li wan kirine mîna goristan, şerê me ye. Heta ku me negot, ’em bi ser ket’ em ê vî şerî neqedînin.”

‘Azadî wê bi têkoşîna yekbûyî pêk were’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ya ku îro pêwîstî pê heye, ew e ku ji sînoran hemûyan derbas bikin û ber bi serketinê ve bibezin. Li dijî mêtingerî, zext û dagirkeriyê hêviya azadiyê ya gelan tenê bi têkoşîna yekbûyî ya şerker û bi biryar dikare bi ser bikeve. Her pratîka TŞYG’ê ku 7 sal li pey xwe hişt, her çalakiya ku li dijî faşîzmê lidar xist bû navnîşana her kesên ku li hemberî faşîzmê bi hêrs in û dixwaze faşîzmê hilweşînin. Ji ber vê yekê TŞYG’ê di her qada şerê şoreşgerî de bi ser ket. Ji dema damezrandinê û vir ve me xwe ji dayina berdêlan venegirt. Ji bo sala me ya têkoşînê ya 8’emîn bibe sala dawî, em ê şerê xwe li her derê dewam bikin.”

‘ Em ê tirsa desthilatdariya faşîst bin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku TŞYG her ku mezin bû tirs xist dilê faşîzmê û hate gotin, “Em ji her demê bêhtir bi rêxistin û xurt in. Em ê tirsa desthilatdariya faşîst bin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst a ku hewl dide hêzên têkoşînê yên civakî tasfiye bike, wê li hemberî hêza TŞYG’ê têk biçe û hate gotin, “Ji ber vê yekê wezîfeya me ya herî girîng ew e ku bi pratîka 7 salan têkoşîna yekbûyî di sala 8’an de bilind bikin, ji çiyê bigihînin febrîqeyan, ji kampusan bigihînin qadan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya faşîst wê li hemberî Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî teqez têk biçe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar