Milîsên Tolhildanê yên Sevda Serînyel a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li Îzmîrê li dijî depoya madena rûnê çalakî lidarxist û ragihand ku depo bû xwelî
Milîsên Tolhildanê yên Sevda Serînyel a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya ku pêk anîne ragihandin. TŞYG derbarê çalakiyê de ev agahî da: “Di roja 10’ê tebaxa 2019’an milîsên me li dijî depoya madena rûnê ya li herêma sanayî ya navçeya Çiglî ya Îzmîrê çalakî lidarxist. Di encama teqînê de şewat derket û depo bû xwelî.”ÎZMÎR