Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TTB’ê hişyariyên girîng dan çalakgerên greva birçîbûnê

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya têkildarî pêvajoya piştî çalakiya greva birçîbûnê axivî û diyar kir ku divê pêvajo baş û li gorî algorîtmaya wan bê şopandin. Yerlîkaya xebatkarên tenduristiyê jî hişyar kir û got ku divê li gorî rêgezên gerdûnî tevbigerin

Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan û tiştên ku divê werin kirin agahî da. Yerlîkaya got ku greva birçîbûnê ya domdirêj li ser tenduristiyê talûkeyên mezin çêdike. Yerlîkaya diyar kir ku piştî bidawîkirinê hin rîskên jiyanî rûdidin û divê ev pêvajo bi daneyên zanistî were birêvebirin û baş bê şopandin. Yerlîkaya got heke li gorî daneyên zanistî tevnegerin, xwarin vexwarin dikare rîskan çêbike û divê li vê guhdar bin.

Yerlîkaya bi lêv kir ku piştî bidawîbûna grevê hem ji TTB’ê û hem jî ji bijîşkên din û parêzeran wan komeke çavdêriyê ava kirine û gelek gilî tene kirin ku ne li gorî algorîtmayên diyar tê tevgerîn. Yerlîkaya der barê girtiyên li Amedê de jî ev agahî dan: “Di serî de yên di rojiya mirinê de, 36 girtî rakirin nexweşxaneyê. Dema ku rakirin nexweşxaneyê hatin derbkirin û li ser nivînan hatibûn kelepçekirin. Bi navbeynakariya me û parlamenteran ev rewş hate sererastkirin.”

Rewşa girtiyên li Amedê

Di berdewamê de jî Yerlîkaya ev tişt anî ziman: “Ekîbeke ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê muayeneya girtiyên li girtîgeha Tîpa D û T’yê hatiye kirin. Rewşa hemû girtiyan hate kontrolkirin. Li vir rewş wiha bû lê em dizanin ku li tevahiya Tirkiyeyê pirsgirêk hebûn. Li gelek deveran bi wesayîta rîngê girtî birine nexweşxaneyê û bi saetan bi kelepçekirî di rîngê de hatine hiştin. Ji bo ku li nexweşxaneyê neyên tedawîkirin jî zext li bijîşkan hatiye kirin. Der barê rêveberiyên girtîgehê yên ku li gorî algorîtmaya me tevnegeriyan em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Me ji bijîşkan re jî got ku li gorî rêgezên gerdûnî û etîk tevbigerin.”

‘Divê rewşa taybet a girtiyan li ber çavan bê girtin’

Yerlîkaya da zanîn ku her kesek divê li gorî rewşa xwe ya taybet ên weke kîlo, nexweşiyên wan ên niha, di dema greva birçîbûnê de vîtamîn girtibû yan ne, şertên gritîgehê çi ne û hwd. bên kontrolkirin. Yerlîkaya daxuyand ku ger ev yek nebe, dê rewşa wan a tenduristiyê nebaş bibe û dikarin zû enfeksiyonê bigirin. Yerlîkaya wiha pê de çû: “Ji bo ku li rewşa xwe ya berê vegerin, divê demdirêjî bên şopandin. Asta vîtamînê li cem hemûyan jî kêm e. Divê hin mamayên ku enerjiye didin, bidin girtiyan. Li girtîgehan divê lîsteyên diyete yên ku li gorî algorîtmayê ku me pêşniyar kiriye, tevbigerin. Divê xwarin û vexwarin hêdî hêdî be. Yek ji rêgeza sereke jî ew e ku çalakger bi carekê re xwarinên hişk nexwin.”

‘Ger pirsgirêk derket divê agahî bidin’

Herî dawî jî Yerlîkaya ev agahî dan: “Divê girtî di danan de ku me jê re danên sereke û navbeynê diyar kirine, gelek caran bixwin. Lê her carê hindik bixwin û xwe ji şêkir, çaya bi şekir, loqim, rîçal û dimsê dûr bigirin. Divê bêhtir çaya zelal, komposto, dew, ava fêkî, muhallebî û şorbeyê vexwin. Ji xwarinên qelandî û izgarayê bêhtir, xwarinên kelandî bila bixwin. Divê ji xwarinên ku gazê çêdikin, yên şor û biharata wan zêde jî dûr bimînin. Her wiha divê vîtamînên xwe jî bistînin û her 3 mehan carekî bên kontrolkirin. Di vê pêvajoyê de ger pirsgirêkên xebatên tenduristiyê rû bidin bila bi rêya parêzer an jî malbatan re bigihînin odeyên tabînan û sendîkayan. Ji ber ku me di serî de hişyariyên hewce li xebatkarên tenduristiyê kirine. Ji ber vê jî ger xebatkarên tenduristiyê yan jî bijîşk kêmasiyekî bikin divê bê gotin ku êdî dubare nebe. Divê pêvajoya xwarin û vexwarinê baş bê birêvebirin. Heke pirsgirêkek derket bila serî li saziyên tenduristiyê bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar