Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tu bi xêr hatî HEDEP

4’emîn Kongreya Partiya Çepên Kesk a Mezin, li Salona Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” pêk hat. Di kongereyê navê Partiya Çepên Kesek wekî HEDEP hat guhertin.

4’emîn Kongreya Partiya Çepên Kesk a Mezin, li Salona Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” pêk hat. Ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn. Ji ber tevlîbûna zêde gelek kes li derveyî salonê man. Li kongreyê tim û tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bilind bû. Li hundir û derveyî salonê govend tê gerandin.

Dîwana kongreyê li ser pêşniyara guhertina navê Partiya Çepên Kesk, bibe Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) pêşkêşî dengdayînê kir. Pêşniyara HEDEP’ê bi yek dengî hat pejirandin. Meral Daniş Beştaş bi gotina ‘Tu bi xêr hatî HEDEP’ navê HEDEP’ê îlan kir.

Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelan Kurd Abdullah Ocalan û destûra bingehîn a nû ojevên bingehîn ên kongreyê bûn. Seroka Dîwanê Meral Daniş Beştaş dema ku got: “Em silavan ji Îmraliyê e dişînin” hemû beşdarên kongereyê  rabûn ser piyan bi deqeyan bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di axaftinên hatin kirin de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin û her wiha bang li dewleta tirk hat kirin ku dawî li  êrîşên ser kurdan bîne.

Piştî axaftinan ji bo rêveberiyê hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Tulay Hatîmogûllari Orûç û Tuncer Bakirhan wekî hevserokên HEDEP’ê hatin hilbijartin. Her wiha endamên Meclîsa Partiyê, Lijneya Dîsîplînê ya Navendî û Lijneya Lihevhatinê jî hatin diyarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar