Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Tu bingehekî hiqûqî yê tecrîda li ser Ocalan nîne’

Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik anî ziman ku tu bingehekî hiqûqî yê tecrîda li ser Ocalan nîne. Işik diyar kir ku tecrîd bi temamî encama biryarên siyasî ye û rêya xelasiya ji pêvajoya şer û çareserkirina pirsgirêkên heyî, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran jî, Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hincetên cuda serlêdanan red dike yan jî bêbersiv dihêle. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûşê Mensur Işik ku heta sala 2011’an parêzeriya Ocalan dikir, ji MA’yê bi Cemîl Ugur re axivî.

Mensur Işik da zanîn ku tecrîda lki ser Ocalan ji sala 1999’an heta niha didome û wiha got: “Tecrîdkirina Ocalan bi anîna pergala ‘serokatiyê’ re kûrtir bû. Tecrîda li ser birêz Ocalan ev  20 sal in bênavber didome. Li Îmraliyê pergalek hatiye avakirin û bi taybet tê birêvebirin.”

‘Hevdîtin mafê Ocalan e’

Işik da zanîn ku mafê Ocalan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û wiha domand: “Bi salane hevdîtin û axaftina bi telefonê tê astengkirin. Ev maf tenê ji bo Ocalan û girtiyên li gel wî pêk nayê. Hevdîtin bi hincetên bêbingeh tên astengkirin. Bi salane televîzyon û rojname nedanê. Rojnameyên wê demê didan jî nivîs û quncik nivîsên bala birêz Ocalan bikişanda dihatin jêkirin û ji bo televîzyonê jî tenê frekansek dihat dayîn.”

‘Encama biryarên siyasî ye’

Di berdewamê de jî Işik bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha pê de çû: “Di encama grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya birêz Guven hatibû destpêkirin, piştî 8 salan parêzeran karîn bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Tu aliyên hiqûqî yên tecrîdê nînin. Ev tecrîd encama biryarên siyasî ne. Aliyekî hiqûqê ku bikare pêşî li hevdîtinan bigire nîne.”

‘Tecrîdeke girankirî heye’

Herî dawî jî Mensûr Işik ev tişt destnîşan kir: “Êdî tecrîdeke girankirî heye. Ji ber ku ji nêrîn û ramanên birêz Ocalan ditirsin, bi tecrîdê hewl didin pêşî lê bigirin. Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tê wateya tecrîdkirina civakê. Tekane rêya xelasiya ji alozî û krîzên heyî, bidawîkirina tecrîdê ye. Divê ji bo parêzer, malbat û rewşenbîran deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ger ew derî vekirîbûna dê îro şer û krîz nebûya. Her wiha dê Tirkiye hem li derve û hem jî li hundir ewqas tengav nebûya. Ji ber vê jî em dibêjin ku tekane rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêkan û birêz Ocalan e.” MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar