Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Tu bûyî dildara gel û sergovenda azadiyê’

Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin û diyar kirin ku Guven bûye dildara gel û wiha gotin: “Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî. Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tev li te bibin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 133’yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ne nameyek ji Leyla Guven re şandin. Name bi îzmeya Sîraç Keskîn hatiye nivîsandin. Girtiyan nameya xwe di 4’ê adarê de nivîsandine.

Nameya girtiyan wiha ye:

“Hevrêya hêja Leyla,

Me silavên te ji çivîkên li ber paceya me danîn girtin. Loma, diviya em serdana te bikin û me biryar da ku em bibin mêvanê te. Her ku em dilê te yê li ser hevrêyên te direhile û kenê te yê wêrekiyê li me peyda dike dibînin, hêz li hêza me zêde dibe û em stranên serketinê bi dengekî bilind distrên. Em dixwazin bi gotineke Roja me nameya xwe bidomînin. Roja me dibêje Ên şer dikin azad dibin, ên azad dibin bedew dibin û yên bedew dibin tên hezkirin.’ Me ev wek dustûrekê dida ber xwe. Ên li gor vê tevdigerin, tim dildarên gelê xwe ne. Û diçin wêdeyî demê û dibin rêber. Ên ev tişr fêm nekirin, bûn kesên ji rêzê. Û bûn perçeyeke tecrîda 20 salan. Mixabin dîroka me ya şexsî ya her yekî ji me bûye perçeyeke vê şermê. Pêngava we rûxandina van dîwarên şermê bû. Meşa te meşa fêmkirina ji dustûra Rojê bû we bi vê meşa xwe ya bihişmet xwe azad, her ku hûn azad bûn hûn xweşiktir bûn û her ku hûn xweşik bûn hûn bêtir hatin hezkirin. Hûn bûn dildara gel. Hûn ji bo me bûn wesîleyek. Loma em minetdar in.

Hevala hêja,

Hin kêliyên azadiyê hene. Ew kêlî, kêliyên biryargirtineke mezin in. Ên divêtiya ruhê demê di dilê xwe de hîs dikin û wê veduguherînin çalakiyê, rê li ber demê û mirovan dixin. Te ev hîs kir û li gor wê tevgeriyayî. Te wijdana me yê korbûyî xist nava liv û tevgerê.

Roja tecrîd bê şikandin û tav dilê me germ û ronî bike, tu yê sergovenda me ya azadiyê bî. Û em ê jî bi fîgurên xwe yên berxwedana tev li te bibin.

Hevala hêja, piştî nameya te ya di rojnameyê de, me xwest bi kurtasî hestên xwe parve bikin. Me jî li vir tevî Engîn Okûdûcû, Abdûllah Kaya, Zinar Dogan, Şehmûs Can û hevalên din ji 5’ê Çileyê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û tev li vê govendê bûn. Cihgirtina di vê govendê de ji bo me hesta herî xweşik a cîhanê ye. Bi vê boneyê 8’ê Adarê û Newroza te pîroz be û em hêvîdar in ev berxwedan bibe wesîleya şikandina tecrîdê, rûxandina zilmê û gerandina govenda azadiyê ya gelan.” BANDIRMA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar