Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de balê dikişîne ser polîtîkîkayên desthilatdariyan û bandora wan a di zêdebûna hilweşîn û windahiyên di qewînên xwezayî de. Rêber Ocalan dibêje, “Desthilatdar û dewlet di pêvajoya komkirina sermayeye de, di nava hev de mezin dibin; ev jî ne bend û giraniyên wisa ne ku tu hevsengiyên civakî û hawirdorê ragirin.”
Derbarê sedem û encamên erdhejên ku li bajarê Mereş a bakûrê Kurdistanê çêbûn û bandor li Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê çêkir de, heta niha gelek nirxandin û şîrov hatin kirin. Di vê dema ku şîrova didomin de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê hilweşînên ku desthilat û dewlet bûne sedema wan careke din anîn rojevê.
Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya binavê “Sosyolojiya Azadiyê” ku wekî pirtûk jî hatiye weşandin de, di beşa, “Pirsgirêkên Jinûve Avakirinê Yên Modernîteya Demokratîk” de bi sernavê “Ekolojî: Serhildana Hawirdorê” balê dikişîne ser mijarê û rêyên çareseriyê pêşkêş dike.
Beşa têkildarî mijarê ya parêznameyê wiha ye:
Yek ji pirsgirêkên binhegîn ku sîstema şaristanî bûye sedema wê, xirabûna dengeya hestyar (krîtîk) a di têkiliya civak û hawirdorê de ye. Xwezaya civakî, her wisa jiyan û pêşketina wê, di qonaxa xwe ya dirêj de ahengiya xwe ya bi hawîrdorê re parast, tim girêdayî dengeya hestyar ma. Di pêşketina ji ber xwe ve de avarebûnên ku hevsengiyê bi awayekî bikok buguherînin nayên dîtin û ev yek pêdiviyeke pêşketina xwezayî ye jî. Sîstem, di bingeh de ne bi rêya rûxandina hevdû, li rêya xwedîkirina hevdû, pêş dikevin.
Şaristanî
Şaristanî di vê wateyê de di sîstema xwezaya civakî de weke averêbûnekê derdikeve pêşiya me. Her çiqas em jê re dibêjin ‘sîstema şaristanî’, lê ancax nirxeke propagandayî ya vê biwêjê (gotinê) heye. Ji bo xwe têxe şûna sîstema xwezaya civakî ya rasteqîn, hatiye guncandin. Ji yên aîdê sîstemê re dibejin barbarî, koçber û komên marjînal, ji şebekeyên ku ji nirxên civakê, bi awayekî kurtêlxurî (parazîtî) xwe xwedî dikin re jî dibejin ‘sîstema şaristanî.` Şer, talan, rûxan, gir, yekdestî, her wisa xerac û bac, nîşaneyên sereke ên pêşketina şaristaniyane ne û heq dikin ku weke barbariya rasteqîn bêne nirxandin. Rûxanên (din) gund û bajaran bi berdewamî kuştina bi milyonan mirovan û girtina piraniya raser a civakê bin sîstema mêtinê, ne pêdiviyeke xwezayî ya sîstem a xwezaya civakî ne, lê mirov dikare ancax wan weke averêbûna wê binirxîne.
Qeyranên ekolojik û sedemên wê
Dîroka şaristanî ya pênc hezar salî, di heman deme de, dîroka pêşketin û mezinbûna vê averêbûne ye. Felaketên ekolojîk, herî zêde di çaxa kapîtalîzmê de, ku tê îdeakirin şaristanî têde pêş ketiye, pêkhatine û ew jî delîla vê rastiya averûbûnê ye, ku nikare were redkirin. Xwezaya civakî, di pêvajoya jiyanê de, ku ev nêzî sê milyon sal in ku her didome, rê li ber felaketên bi vî rengî venekir. Sîstemên civak û hawîrdorê, hevdû xwedî dikirin. Qeyranên ekolojîk, ku peqîyan di dîroka şaristaniyê de, ku kin e bi cewhera wê ya rûxanî ya bi armanca karê re pêwendîdar in. Ne tene kara kapîtalîst, lê danehevên pirole yên nirxan jî yên de hemû pêvajoyên şaristaniyê de, bi rûxana herdû xwezayan re mil bi mil meşiyane. Pîramîd jî dasnehevek in. Lê, mirov kêm-zêde dikare bisêwire (xeyal bike) ka bi bûhaya çi cûre rûxanên civakî pêk hatine. Danehevên bêhejmar ên durûbî vana, li ser hawîrdorê bi berdewamî barên lêk (îlawe) siwar kirin. Hilweşîna civakî, bi xwe re hilweşînên hawîrdorî anî. Pêkhateyên yekdestîperest ên kara bêsînor ên modernîteya kapîtalîst, giraniyên ku civak û dengeya wê ya bi hawîrdorê re, nikaribin rakin, hingî (ewqas) berhev (kom) kirin ku di encam de em tê ketin çaxa qeyrana ekolojîk.
Reaksiyona zêdebûna felaketên hawîrdor û civakî
Di vê de, rola stratejîk a sanayîgerî destnîşankar bûye. Modernîzm û sanayîbûna spartî bi sotemeniyên fosîlan, di vê destnîşankariyê de pêker (faktor)ên sereke ne. Wekî din, bikaranîna sotemeniyên fosîla di maşînan de, dikare bi rengekî neyekser bibe sedema felaketên trafîkan û ew jî bi xwe re rê li ber rûxanên zincîrane vekin. Bi vî awayî felaketên hawîrdorî vediguherin felaketên civakî, ew jî dîsa vediguherin felaketên hawîrdorî û bi vî rengî reaksiyona zincîrane çêdibe. Ji ber vê sedemê, şaşe kû ji çaxa kapîtalîzmê re tê gotin çaxa rasyonalîzmê. Çavê danehevê kor e. Bi hemû encamên wê ve li holê ne ku hemû danehev, bi dirêjiya dîrokê, ne bi rasyonalîteyê, lê berevajî, bi korîtiyê tevgeriyaye. Dibe ku, weke analîtîk, rasyonel be. Lê, têrbaş zelal bûye ku zekaya analîtîk di hêla hestî de, ku tekane zekaya hawîrdorê ye. Tam zekayeke korîtî û rûcanê ye.
Weke du pergalên qeyranê hev û din xwedî dikin
Girêdayî bi vebûnên me yên beriya niha, zêdebûna pirole ya şêniyan û mezinbûna bajaran, ku dema ku çîna navin û bajêr bûn navend (nîskok)a desthilatiyê bilez bûn, ne diyardeyên wisa ku hawîrdor karibe wan ragire. Xwezaya civakê nikare li hemberî van diyardeyan li ber xwe bide. Mezinbûna din ava hev de ya desthilatî û dewlet bi pêvajoya berhevkirina sermaye re, ne qebare (hacîm) û giraniyên wisa ne ku tu dengeyên civak û hawîrdorê karibin wan ragirin. Qeyranên hawîrdorî û civakî di nava hev de ne û bûne berdewamî vê yekê pêwendîdar e bi mezinbûna yekdestîperest a di herdû qadan de. Weke du sîstemên qeyranê, hevdû xwedî dikin. Hemû tespîtên zanistî divê mijarê dehemraman (fikir)in ku, eger ev pêçokeyî (helezoni) pêncî salên din jî bidome, wê hilweşîn bigihîje rehendên nedombar û ev tê dîtin. Lê, karaketerê kor û rûxîner ê yekdestiyên sermaye û desthilatî vêya nabîne, nabihîse û ev, ji ber pêdiviya cewhera wî, wisa ye.
Zanist û zanebûn pêş bikeve tevger jî pêş dikeve
Dîroka zanistgeriya hawîrdorê û tevgera wê, ku weke rêjeyî nû ye, her roja ku diçe, pêş dikeve. Her ku di derbarê vê diyardeyê de jî, weka di rastiya jinê de, zanist pêş bikeve zanebûn (zanyarî) pêş bikeve tevger, pêş dikeve. Qada herî belaveya tevgerîna civaka sivîl e. Her ku diçe sosyalîstên-real û anarşîstan jî dikşîne xwe. Di şûngeha tevgerek wisa de ye ku dijberiya li hemberî sîstemê herî zêde dide hîskirin. Ji ber hemûyê civakê pêwendîdar (eleqedar) dike, tevlîbûn di wê rewşê de ne ku wesfekê ser-netewan û çînan wergirtine. Mirov dikare li vê dere jî şopên serweriya bîrdozî ya lîberalîst, bi rengekî kûr bibine.
Lîberalîzm di pirsgirêka ekolojîk de jî, weke di hemû mijarên civakî de, aliyê xwe yê pêwendîdar bi cewhera xwe ya pêkhateyî re vedişêrê û hewl dide teknolojiye, sotemeniyên fosîlan û civaka mezaxê, weke berpirsyar nîşan bide. Lê di rastî de hemû van diyardeyên dûyemînî, berhemên sîstema (bêsîstemiya) modernîteya wê ne.
Girîngiya xebatên ekolojik di paradîgmayê de
Lewre, pêdiviyeke mezin a tevgera ekolojîk, weke ya tevgera femînîst, bi zelaliya bîrdozî heye. Pêwîst e rêxistin û çalakbaziya xwe, ji kolanên teng ên bajaran bişemitîne (bibe) nava tevahiya civakê, bi taybet nava civaka çolterî ya gund û çandinî. Ekoloji di bingeh de rêberiya çalakî ya civaka gund û çandinî, ya Koçer û koçberan, bêkaran û ya jinan e. Van rastiyan, ku bingeha modernîteya demokratîk jî pêktînin, bi hemû zelaliya xwe nîşan didin ka wê ekoloji di xebatên ji nû ve avakirinê de rola çiqas girîng bilîze.