Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tu dizanî mirina darberûyan tê wateya mirina te?

Bi vê nivîsê zaniyarên girîng ên der barê taybetmendî û buhayê darberûyan li Kurdistanê fêr bibe.

Tu dizanî darberû salane tenê yek santîm dirêj dibin? Kewate darberûyek ku 100 santîm dirêj be, temenê wê nêzî sed salî ye. Tu dizanî her darberûyek piştî 40 heta 50 salan ber û berheman dide?

Erê tu dizanî 600 cureyên darberûyan li seranserî cîhanê hene ku curê li Kurdistanê kevnartirîn û resentirîn curê darberûyan e?

Tu dizanî ji sedî 70  çavkaniyên hebûna avê li nava rûbaran, piştî wê barîna baranan, ji encama daristanên berûyane?

Tu dizanî ku teqîna kaniyan ji sedema hebûna darberûyên bi temene?

Tu dizanî li çiyayên Kurdistanê bi taybet Gare û Metîna bo heta digehîje Çiyayên Zagrosê heta çiyayên bakur û rojhilatê Kurdistanê, sedema serekî ya hebûna av, rûbar û kaniyan ji saya van darberûyan e?

Tu dizanî heke ev darberûyên temen kevnar, yên ku hinek ji wan bêtirî hezar salan temenê wan heye, heke nemînin wê bibe sedema qeyraneke dijwar û bêqerebû ya ava li Kurdistanê?

Tu dizanî nebûna avê tê wateya mirinê?

Erê tu dizanî ji bo pênase kirin û pîroz dîtina darberûyê li Brîtanyayê wêneyê wê li ser perê wê yê şeş pinsî hatiye nexşandin?

Tu dizanî ku darberû weke sembola Zeos e xwedawendê yewnana dêrîn dihate pênasekirin?

Erê tu dizanî darberû li ser asta cîhanî weke sembola hêzê, moralê, berxwedanê û zanistê tê nasîn?

Erê tu dizanî welatê Îranê darberûyê bi (sîhên pîrozên welat) binav dike li demekê ku mezintirîn beşa ku ev dar li Îranê tê de dijî li beşên Kurdistanî yên Îranê ye?

Malbata Barzanî ya talankar ku mil bi milê dewleta tirk rojane bi sedan kurmên van daran ji kok derdixin çavê wan li darên herî bilind, herî kevnar û kurmên herî stur e, ka wate darên herî bi temen, anko dara bejna wê tenê 5 metre dirêj be kewata temenê wê 500 sale û beşeke ji giyanê zîndî ya dîroka vê xakê û buhayê wê di gel kal û kokên kurda yek e. Ev darên  temenê wan bêtirî hezar salan ku di yek rojê de tên birîn, ev jî ji saya serê Malbata Barzanî ku ji bo xwe, Kurdistanê wek mîrateyeka malbatî dibînin bi firotina wan ev dara ji bo dewleta tirk dibe metiryalên pêşesazî yan jî sotemeniyan.

Darberû di navbera 20 heta 50 metre bejnê dide, li hindek ciyan demê temenê wê digehîje 500 salan êdî bilind nabe û hêza wê dikeve ser qurma wê û êdî ji milê qurmê ve geşê dike û pan û berîn dibe, di heman dem de rihên wê bi kûrahî kevira diqelêşin heta ku digehîjin çavkaniyên avê û dibin sedema peqîna kaniyan û zêdebûna rêya avê bo ser zeviyê, hem jî oksîjina ku darberû dide ji her dareke din cudatir û çendîn caran zêdetire ku dibe sedema dirust ji bûna baranan, her wiha jî dibe sedema zêdebûna avê anko çandin û geşedana jiyanek pir şiko û birûmet.

Taybetmendiyên vê darê pir zêdene ku di yek rûpelê de qet nayê‌ bi cih kirin, lê beşê herî sereke ya taybetmendiya darberûyê ev in: gihandina avê, parastina xakek bi hêz û bi berhem, mezintirîn çavkaniya dermanan û milê pêşesaziyê, sererast kirina av û seqayê, hêza rakêş kirin û ji holê rakirina pîsî û mewadên jehrî yên di hewade, çavkaniya barîna baranê, çavkaniya henas û jiyarê, xwediyê qurm û darek pir mukim û bi hêz ji bo çendeha corê karên pêşesazî û berhemdariyê, hem jî cudayî vê ku fêkiyê darberûyê (Berî) ku dagirtiye ji vîtamînat û mewadên kanzayî yên cihêreng wek pirotîn, nişaste û hwd.. Ku bi karberiya wê wek arê kek, nan, dondirma, hem  jî weke derman, xwediyê sermaye û nirxekê xurakî û dermanî ya pir mezine..

Li gorî van hemû pîvanan asta bilind a buha û nirxê dar berûyan qet nayê ‌ pîvan. Ev cudayî vê ku li kêlek darberûyê çendeha curên din yên darên ji mînaka wê yên wek mazû, kezan, simaq û hwd.. Hene ku li vê serdema tariya desthilata mala barzan de bi heman çarenivîsa ber bi nemanê rû bi rû bûne. Bi salane hertim ev dar çi li bakurê Kurdistanê yan li başur bi şêwazekî sîstematîk ji aliyê dewleta tirk dihatin şewtandin yan talankiri. Lê ev nêzî sê salane li başurê Kurdistanê bi rengek pir vekirî û aşkera ev dar bi serperiştî û jêr çavdêriya rayedarên desthilata herêma Başûr ya Malbata Barzanî weke bazirganiyekê darên ter tên birîn û ta niha bi hizaran kamiyonan, belkî jî deh hezaran, ber bi aliyê Tirkiyeyê ve tên guhestin. Li demekê ku tu xwedî wijdanekê çareseriyeke guncay ji bo rêgirî kirina li vê karesat û tirajîdiya mezin li Kurdistanê nekariye bibîne, ji bo ku desthilatdariya Malbata Barzanî weke sermaye û milkê binemala xwe serederiyê di gel vî warî dike, her kesek jî êdî ji vê piştrast bûye ku her nerazîbûnek cidî li hember van rengê tawanan bi rêya zext, gef, nanbirîn yan bi kar anîna yasayê bi dadgeheke hizbî tê serkut kirin û bêdeng kirin. Lewre jenosîda dengê wijdanê li herêmê bûye sedema jinavçûn û jenosîda henasa dar, kevr û zîndewerên li Kurdistanê jî, ku li pêşerojeke pir nêz de yê ev rewş vê herêmê ber bi wêraneyekê ve bibe. .

Darberû yeke ji hezaran sermayeyên vê xaka pîroz ku bihayê wê li bin sîber û desthilata gendel a heyî û li bin çavdêriya wê ya wêran, tenê wek birîn û firotina qurmê wê yê pir buha ji bo bi dest xistina pereyekê ye, tenê ji bo derxistina mesrufatên wan yên giran, pêxemet qumar, vile, eyaşî û xoşgozeraniyên wan li welatên biyanî dabîn bibe. Qurmê ku ji aliyê wan ve heta bi kêmtir ji çarêk biha bazirganî pê tê kirin, tu bêjî sermayeke ba anîbe yan malê diziyê be, ku bi her bihayekê be bila tenê bi lez were firotin.

Lê bila her takekê kurd bizanibe, ger ku em weke akinciyên vê Kurdistanê buhayê van sermayên hezaran salî yên vî warî xwedî dernekevin tu carî me maf nabe bi navê şkodarî û bi navê şerefê serê xwe bilind bikin, qe çi nebe beramber nifşê pêşerojê ku me nefret û tif baran nekin.

Lê herkesek bila vê jî bizanibe, xweza çi li gor pîvanên olî be yan zanistî be, hertim di tolxaziyê de bûye û sizayê van tawanan jî her kesekê werdigire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar