Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tu hêz faşîzma tirk xelas nake

Mûnzûr Nûpelda

Di dawiya meha hezîranê de weke du rojan li Madrîdê civîna NATO’yê pêk hatibû. Di civînê de ji bo dema pêş û di çarçoveya deh salan de der barê jinûve vesazkirina cihanê de biryar hatin girtin. Mijara ku herî zêde di rojevê de mayî rewşa endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandiyayê bû. Tirkiye li dijî vê endamtiyê derdiket. Lê beriya civînê ev her du dewlet, Erdogan û serokê NATO’yê rûniştin û li hev kirin. Ev li hevkirin biryara gurkirina şerê li dijî kurdan dida.  Çapemeniya alîgir ev rewş weke ku Erdogan û Tirkiye pir bi serkeftî ji vê hevdîtinê derketine  jî pir di rojevê de hiştin û çîrokên qehremantiyê xêz kirin.

Der barê civîna NATO’yê de gelek kesan nivîsandin û nîqaş kirin. NATO, piştî şerê duyemîn ê cihanê di sala 1949’an de ji bo ku pergala kapîtalîst bê veguhertin weke rêxistinek leşkerî hat avakirin. Lê di esasê xwe de li dijî xeta Sovyetan hatibû avakirin. Ji bo ku di cihanê de pêşiya sosyalîzmê bê girtin pergala kapîtalîst serî li tiştek bi vî rengî dabû û NATO  li gor van hewceyiyan hatibû avakirin. 3 sal şûnde di sala 1952’an de Tirkiye jî bû endamê NATO û ji wê rojê û heta îro li dijî kurdan polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Piştî ku pergala Sovyetan hilweşiya NATO ji bo ku berjewendiyên sermayeya kurewî biparêze hebûna xwe domand. Lê şerê li dijî kurdan bênavber berdewam dike. Lewre Tirkiye bê NATO nikare qirkirina kurdan pêk bîne.

Di civîna ku li Madrîdê hatibû li dar xistin de jî hat dîtin ku dijminatiya li dijî kurdan bênavber didome. Lewre lihevkirina Swêd, Fînladiya û Tirkiyeyê tê vê wateyê. Di civînê de li dijî Rûsyayê piştevaniya Ukraynayê hat kirin. Ji bilî peyamên şer tu encamek din derneket. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Rûsya û  Çînê peyamên şer berfirehkirinê da. Tirkiyeyê jî ji vê hez girt ku li dijî tevgera azadiya kurd heman peyam dubare kirin. Hinek aliyan der barê vê civînê de pirsa gelo kurdan ji vê civînê çi destxist dikirin. Heta niha di van civînan de ji bo kurdan para şer zêdetir tiştekî din derneketiye. Lewre ji roja ku NATO ava bûye ve û ji sala 1985’an ve gelê kurd û tevgera azadiya kurd di hedefa vê rêxistinê de ne. Ji ber wê jî di van civînan de tiştekî kurd bi ser bixînin tune ye ku bi van civînan wenda jî bikin.

Pergala kapîtalîst êdî weke berê xurt nîne. Ew hêza NATO’yê ya berê jî tune ye. Dema ku rêxistina Talîbanê Afganistan bi dest xist ev yek bi zelalî derkete holê. Dîsa ev rewş di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî derketibû holê. Di vî şerî de tevî hemû peyamên piştevaniyê Ukrayna, bi tenê hat hiştin. Dixwazin dijminên nû ji xwe re derbixînin ku ji bo vê pergalê bi ser piyan bihêlin. Çi feyda rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra û OSO’yê jî ji wan re çênebû. Bi gotina serokê Fransayê Macron, “mirina mejî ya NATO’yê pêk hatiye.”

Em bên dîsa ser mijara civîna Madrîdê, Erdogan di vê civînê de çi bi dest xistiye dê bi demê re zelal bibe. Li dijî tevgera azadiya kurd ketine nava çi hesaban dê di pêşerojê de diyar bibe. Lê li hevkirina wan ya bi Swêd û Fînlandiyayê jî tiştekî nû bi xwe re nayne. Lewre bi salane serî li rêbazên bi vî rengî tên dayîn. Dibe ku biryarên nû li dijî gelê kurd hatibin girtin. Dixwazin dîzaynek nû jî bidin avakirin, lê ne NATO ne jî dewletên din nikarin pêşiya ketina faşîzma AKP-MHP’ê bigirin. Lewre qedera dewleta tirk û Erdogan ne di destê NATO û van dewletên din de ye. Ew jî vê dizanin. Dewleta tirk di şerê Zap, Avaşîn û Metînayê de dixwaze qedera xwe berovajî bike. Lê hilweşandin û têkçûna wan teqez e.

Êdî bi lavayî û tawîzan di vî şerî de tu encam dernakeve. 37 sal in li dijî tevgera azadiya kurd ev şer tê meşandin. Di nava ewqas sal de ku serneketibin, îro jî ne gengaze ku bi serkevin. Di korîdorên NATO’yê de wêneyê serkeftinê dayîn tu encamê dernaxe. Şerê li Zapê ji her hêlê ve dê qedera wan tayîn bike. Lê belê êdî di vîraja dawiyê de ne. Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê dê têkçûna pergala kapîtalîst jî bide destpêkirin. Qedera vê faşîzmê di destê tevgera azadiya kurd de ye. Di demekê nezîk de dê hilweşîna wan bê dîtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar