Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Tu hêzek biqasî PDK’ê asayîşa herêmê têk nebiriye’

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah têkildarî rewşa niha ya başûrê Kurdistanê, siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya zeftkirina saziyên hikûmî, liv û tevgera wê ya hêza leşkerî û dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Mihemed Abdullah bal kişand li ser liv û tevgera hêzên PDK’ê yên li herêma Gareyê û wiha got: “Di tevgerkirina wan hêzan û naveroka daxuyaniyên dide de, derdikeve holê ku PDK ji bo timî weke dîroka borî di bazinê siyaseta dagirkeran de tevger dike. Zêdetirî çarêka sedsalekê ye di çarçoveya siyaseta dewleta tirk de ye, ev bûyerane jî diyarkirina vê yekê ye ku PDK li başûrê Kurdistanê bi welatek şerê berjewendiyên dewleta tirk dike. Weke çawa Tirkiyeyê biryar daye nehêle li tu cihî îradeya azad a kurd hebe û kurd bigihîn armancên xwe, dibe PDK’ê jî biryarek wiha dabe.”

‘PDK siyasetek metirsîdar dide meşandin’

Abdullah derbarê daxuyaniya PDK’ê bi navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê weşand de jî ev tişt anî ziman: “PDK siyasetek metirsî dide meşandin. Di demekî ku xelkê çalakvan, demokratxwaz û şoreşgerê xwe bi terorîs bide naskirin, hemû kesên di girtîgehên PDK’ê de ne xelkê çalakvanên siyasî, sivîl û rojnameger in ku şerê berjewendiyê xelkê dikin. Ev jî li ser asta navxweyî û navneteweyî qirêjkirina ezmûn û têkoşîna başûrê Kurdistanê ye. Li hemûyan metirsîdartir ew e ku vê siyasetê bi navê hikûmeta herêmê dike, ne PDK’ê.”

‘Divê ev siyaset raweste’

Di axaftina xwe de Mihemed Abdullah diyar kir ku PDK siyasetek şer û metirsîdar rêve dibe û wiha domand: “PDK siyaseta xwe li ser navê saziyên hikûmetê yan partiyan dike. Bi xwesteka xwe li ser navê sazî û dezgehên hikûmî, parlamento, Encûmena Asayîşê biryar dide. Divê ev siyaset were rawestandin. Ew partî û aliyên ku li beramberî vê bêdeng in, ev hêz dane PDK’ê ku bikare bi vî awayî danûstandinê li gel doza kurd bike.”

‘Lihevkirina Şengalê bi temamî gavên DAIŞ’ê ye’

Mihemed Abdullah têkildarî lihevkirina Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê jî ev nirxandin kir: “Piştî 73 fermanan ku hîn xwîn ji birîna şengaliyan diçe, ji derveyî îradeya gelê êzidî careke din PDK’ê bi plana Tirkiyeyê lihevkirinê li ser Şengalê dike. Hemû alî dizanin ku ev temamkirina pêngavên DAIŞ’ê ye ku Tirkiye li pişt e.”

Tu hêzê biqasî PDK’ê…

Hevserokê Tevgera Azadî diyar kir ku tu hêzekê bi qasî PDK’ê rewş, ewlehî , asayîş, derûnî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê têk nebiriye û wiha pêde çû: “Tu aliyekê bi qasî vî alî ezmûna vê herêmê qirêj nekiriye. Sivikahî li berhema xwîna hezaran şehîdan nekiriye. Li beramberî vê jî di nava xelkê de nerazîbûnek berfireh heye, ji bo di nava gel de bibe eniyek muxalefetê ya bi bandor ku niha gelek girîng û pêwîst e, pêwîstî bi rêxistinkirinê û komkirinê wê heye.”

Pêkanîna armanc û planên Tirkiyeyê

Abdullah destnîşan kir ku di dîrokê de PDK her tim aliyek şerê navxweyî bûye û ev tişt anî ziman: “Timî di nava nakokiyan aliyek ne guncav û nesulhker bû. Her wiha ji bo dagirkerên Kurdistanê li dijî hêzên kurdistanî aliyek şerker bû. Niha hemû doza kurd dike qurbanê partiya xwe û di nava partiyê de jî malbatê. Lewma ger ev rewş bigihêje şer, tawane bi şerê navxweyî bi nav bikin. Ji ber ku PDK hemû armanc û planên Tirkiyeyê pêk tîne û şerê berjewendiyan dike.”

Hevserokê Tevgera Azadî bang li PDK’ê û Barzanî kir û wiha got: “Pêwîst e sala 2008’an li bîra Barzanî be ku Tirkiyeyê wê demê xwest li ser başûrê Kurdistanê operasyonekê lidar bixe. Barzanî got ‘Em li ser Tirkiyeyê di şerê li dijî PKK’ê de 3 hezar û 500 kes ji dest daye û careke din wî şerî nakin.

Wê demê Tirkiye bersiva Barzanî da û got ’PDK nikare vê ji me re bêje, em li ser daxwaza wan hatine başûrê Kurdistanê û bi xerca wan şerê li dijî PKK’ê dikin’ Tirkiye timî vê sirê aşkera dike û dide çavê wan. Lewma baştir e rêz û hurmeta xwe bigirin. Hîn dereng nîne PDK vegera nava Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd û eniya gel.”

‘Divê bibin eniyek zextê, ji PDK’ê re bêjin bese û raweste’

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzan kir û wiha got: “Bang li hemû aliyan dikim ku bi vê siyaseta ku PDK dide meşandin doza gelê kurd di metirsiyê de ye. Pêwîst e bên li gel hev û bibin eniya zext û ji PDK’ê re bêjin bes e û rawestin. Jêre bêjin mafê we nîne hûn wiha li başûrê Kurdistanê û parçeyên din danûstandinê bike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar