Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Tu zext nikarin pêşî li heqîqetê bigire’

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, ji bo runiştina doza 16 rojnamegerên ku di 11’ê tîrmehê de li Amedê bê dîtin banga tevlibûnê kir û got: “Tu zext nikare pêşî li me bigire. Em ê heqîqetê her tim bînin ziman.” 

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû û li 15 bajaran operasyon pêk hat de hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu di 3’yê gulanê de hat binçavkirin. Dîcleyê der barê  16 rojnamegerên di 8’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin û danişîna wan di 11’ê tîrmehê de tê dîtin ji ajansa me re axivî.
‘Rojnamegerî nikare bê hepskirin’
Muftuoglû da zanîn ku di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de bi edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Sedata Yilmaz re hatiye girtin û got: “Di vê nokteya ku azadiya fikr û ramanê evqas teng bûye de girtîgeh ji bo rojnamegeran bûye rawestgeh. Bêguman rojnamegerî ne tiştekî bê hespkirinê ye, bê sekinandinêye. Ji bo rojnamegeran her qad her der cihê nûçayane. Her tişt û her kesên derdorê çavkaniya  nûçeyane. Dema em li derve bûn jî girtîgeh qadên nûçeyan bû. Em binpêkirinên li girtîgehan dikin nûçe û di komeleyê de min hewl dide ez binpêkirinan bikim rapor. Min hewl dida bi ferz û pîvanên pîşeyî van binivîsim û bi rayagiştî bidim bihistin. Li girtîgehan roja min bi xwendin û nivîsandinê derbas dibe. Em li dijî kesên li pêş me dibin astengî bi nivîsandinê sekna xwe nîşan didin.”
‘Ez nikare pêşî li heqîqetê bigire’
Dîcle Muftuoglû di berdewamiyê de balkişand se êrişên li hember çapemeniya azad û got êrişên li hember çapemeniya azad ev 30 sal zêdetire bi aliyên cuda tê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Ev zext hemû hewldana reşkirina heqîqetê ye. Desthilatdarî, partî guherîn lê her tim rojnamegerên ku heqîqet nivîsin hedef hatin girtin. Di salekê de operaysonên mezin hatin kirin û hevalên me girtin. Lê ez carek din bibîr bixim; tu zext nikare pêşî li nivîsandina me ya heqîqetê bigire. Di her şert û mercî de emê binivîsin.”
Ji bo tevlibûna dozê bang
Muftuoglû balkişand ser doza 16 rojnamegeran ya ku wê di 11’ê tîrmehê de pêk bê û wiha dawî lê anî: “Di 11’ê Tîrmehê de wê 15 jê girtî 18 hevalên me derkevin pêşberî dadger. Saleke ev hevalên me bi awayekî dijhiqûqî girtîne. Daxwaza me eve ku hevalên me bên berdan. Ez bang li hemû rojnameger, rêxistinên pîşeyî û demokratîk dikim ku tevli runiştina ku wê li Edliyaya Amedê pêk bê, bibin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar