Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

TUAY-DER: Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan

AMED |

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê, ji bo balê bikişîne ser zextên li ser girtîgehan, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê TUAY-DER’ê Mehmet Uzel, daxuyanî da û diyar kir ku ji ber zextên li ser girtiyan zêde bûye, serlêdanên li komeleyê jî zêde bûne.

Uzel anî ziman ku wan di meha hezîranê de Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ziyaret kir û wiha got: “Me bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kir. Me di vê ziyaretê de tespît kir ku binpêkirina mafan zêde bûye. Li gorî vê yekê;

  • Di pêvajoya şewba vîrûsê de Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di hevdîtina girtî ya bi parêzeran de axaftina wan hat guhdarkirin. Guhdariya telefonê mafê dizî yê hevdîtinê binpê kiriye.
  • Mesafeya fîzikî li ber çavan nehatiye girtin. Di ser kapasîteyê de girtî hene. Ev bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Girtî li erdê radizên.
  • Lêgerîn di asta tacîzê de tên kirin. Di lêgerînê de tedbîrên li dijî pandemiyê nayên girtin.
  • Pirtûk, rojname û kovarên girtiyan bi sînor kirine. Ligel der barê pirtûk û kovaran de biryara komkirinê tune jî bi keyfî kom dikin.
  • Rojê 3 caran û her carê 45 dakikayan avê didin girtiyan. Ji ber tunebûna avê girtî nikarin paqijiyê bikin. Ava germ nadin girtiyan.
  • Malzemeyên paqijiyê têr nadin girtiyan.
  • Gardiyanan di pêvajoya şewbê de dîsa girtî jimartine.
  • Daxwaza girtiyên nexweş a nexweşxaneyê bi şertê 15 rojan tecrîdê hatiye qebûlkirin û ji ber vê yekê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.
  • Gelek girtî bi awayeki keyfî rastî cezayê dîsîplînê tên. Hin girtî heta 6 mehan rastî cezayê hucreyê tên û ji mafê xwe yê ziyaretan mahrûm dimînin.
  • Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê îhlalkirin.”

Uzel anî ziman ku ji ber şertên giran û binpêkirina mafan girtî li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Her wiha Uzel bang li Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, kir û xwest li gorî zagon û hiqûqê tev bigerin û wiha bidawî kir: “Em ê her tim bibin dengê girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar