Uveyş Ocalan, dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 11’ê nîsana 1993’yan de jiyana xwe ji dest dabû. Uveyş Ocalan ku di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê di 26’ê mijdara 1918’an de hatibû dinyayê. Bavê wê kurd û diya wê jî tirkmen bû.
Kesên ew nas dikirin wê wekî “şerkar û serîhildêr” pênase dikirin. Uveyş Ocalan, di zarokatiya xwe de bi mêrekî re hatiye zewicandin. Piştî mêrê ku ew pê re hatiye zewicandin jinekê dikuje û di girtîgehê de dimire, Uveyş Ocalan bi Omer Ocalan re hatiye zewicandin. Bi navê Nevde, Bînnaz, Havva, Eyne, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman û Alî 9 zarok ji Uveyş Ocalan re çêbûne. Keçên wê Nevde û Bînnaz di 4-5 mehiya xwe de jiyana xwe ji dest dane û paşê kurê wê Alî jî di 12 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye.
Uveyş Ocalan ji ber nexweşina şekir wextekê li Edeneyê hatiye dermankirin. Li nexweşxaneyê ewilî nigekî wê hatiye jêkirin û paşê di 11’ê nîsana 1993’yan de jî li Edeneyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê li Amarayê hatiye defin kirin.
‘Nikaribû li gor çanda xwedevendiyê bijî’
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna jiyanê ya diya xwe bi van gotinan pênase dike: “Jiyana dayika Uveyşê, çîroka jina ku nikaribûye civakîbûna xwe ava bike, lê daxilî nava civakîbûna ku li gor qalibên hatiye diyarkirin hatiye avakirin jî nebûye. Çendî şerê wê şerê li hemberî neheqiyê be jî, ji aliyekî ve jî rengvedana bêaramiya jina ku nikaribûye li gor çanda xwe ya xwedavendiyê bijî.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe û parastinên xwe de ji bo têkoşîna diya xwe dibêje: “Mafê dêtiyê bes wê bi têkoşîneke yeman bihata dayîn. A rast mafê dêyekê jî bi vî awayî tê dayîn. Mirov dê çawa bi jinekê re eleqedar bibe? Tiştên em di azadiya jinan de didin der, dibe ku beranberiyeke watedar a dayikê be. Hewce nake mirov diyariyên biçûk bistîne; bi ya min têkoşîna azadiyê ya jinan, hurmeta herî mezin a ji bo dayikê ye. Ger ne ji bandora diya min bûne, ma ez ê bi vî awayî nêzî jinan bûbûma? Bandora wê ya li ser min kir ku ez bi baldar nêzî jinan bibim.”
Ocalan tim diya xwe wek rênîşander pênase kiriye, dibêje min bi saya diya xwe “şer” nas kiriye û wiha behsa vê dike: “Ez baş dizanim diya min têkoşereke mezin e. Hê di zarokatiyê de şer hînî min kir. Hê jî bandorên wê li ser min in. Dêya min hesteke wiha li min peyda kir. Digot, tu nikarî wisa xwe bisipêrî min, tim doza alîkariyê li min bikî, tu nikarî wisa bi girî bijî, teqez divê bersivek te hebe. Ev çend tiştekî pir kevnare be jî, lê ev awayekî tolhildanê ye. Diya min tam tûfaneke serîhildêriyê bû. Li gund bi serîhildêriya xwe dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand. Jin, mêr qet ferq nedikir, bi ser wan de diçû, hesab dipirsî.”
Hin nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li serê diya wî Uveyş Ocalanê wiha ne: “Ji bo min bibîranîna dayikan pir girîng e. Ez û wê jinê pir ketin qirika hev. Min ev yek di parastina xwe de jî diyar kiribû. Ez li ser wesyeta diya xwe me. Digot, ‘Gava tu bi karên civakî re mijûl bibî, tu yê bi tenê bimînî.’ Digot, ‘Tu pir dixebitî, tu pir fedekar î, tu yê bi tenê bimînî.’ A rast ev gotina wê rast derket. Min jî mînaka mirîşk û çêlikên wê dida. Min digot, ez ji te baştir mêze dikim.
‘Ez bi çavên şilwan temaşe dikim’
Min ji bo diya xwe gotibû, ‘a ji çanda xwedavendiyê ya neolîtîkê mayî’ emilandibû. Wekî wan xurt bû. Ew dayiktiya çêkirî ya modernîteyê nehiştibû ku ez pîrozweriya wê bibînim. Di jiyanê de min gelek êş kişandin, lê bi tu awayî ez ji bo bûyerekê ji dil negiriyam. Lê piştî ku min qalibên modernîteyê rûxandin, di serî de diya min û di şexsê wê de hemû dayikên herêmê (Rojhilata Navîn), bi dilşewatî tên bîra min û ez bi çavên şil li wan mêze dikim…
Ger min îkazên mezin, ceribandinên wê yên fetisandinê esas bigirtana, dibe ku rê li ber trajediyên hatin serê min venebûna. Lê dêya min, belkî jî sembola bermayiya herî dawî ya neçareserkirî ya çanda xwedavendiyê ya bi hezaran salan bû. Di zarokatiyê de hem ji vê sembolê netirsiyam, hem jî bêyî li benda hezkirinê bim, min xwe azad hîs dikir. Lê min tu carî jî ji bîr nekir ku tekane şertê jiyana min namûs û rûmeta wê bû û diviyabû min ew biparasta. Min ê rûmeta wê biparasta, lê bi awayekî li gor min rast. Piştî vê dersê, êdî diya min ji bo min tune bû. Ew bermayiya xwedavendî êdî ne di bala min de bû û min tu carî ev neda ber lêpirsînê bê ka ji bo min çi difikire. Veqetîneke zalimane bû, lê ev rastiyek bû. Kehanetên wê, nifirên wê di hemû demên trajîk de hatin bîra min. Ev tespîtine ku zanayên herî baş jî nikaribûn bikin. Rastiyeke wê ya mezin ev bû; ‘Tu pir pişta xwe disipêrî hevalên xwe, lê tu yê pir bi tenê bimînî.’ Lê rastiya min jî, min ê tevî hevalên xwe civakîbûnê ava bikira.
Damezrandina çîroka jiyana min bi vî awayî dest pê dike. Dêya min bixwestana jî nikaribû civakekê bide min, ji lew re civakek wê tune bû. Ji zû de hatibû belakirin. A ku wê dixwest bike, pêwireke jiyanê bû.”
Fatma Ocalan: Tu carî serî neditewand
Fatma Ocalan ku di salvegera koça dêya xwe de behsa wê kir got: “Ji dêyekê wêdetir wekî hevalekê bû. Li hemberî neheqiyan pir hişk bû. Tu carî li ber neheqiyê serî neditewand. 29 sal derbas bûn, lê min tu carî ew ji bîr nekiriye. Bêyî Serok (Abdullah Ocalan) bibîne jiyana xwe ji dest da. Serok, herî dawî gava bavê min jiyana xwe ji dest dabû hatibû gund. Di sala 1975’an de hat. Gava hat 2 hevalên wî jî pê re bûn û 3 rojan man. Piştî wê çû û hew hat. Gava Serok ji bo dibistanê çû, dêya min tim digot, ‘dê kurê min bibe kesekî serketî.’ Wê çaxê nizanibû ku Serok kar û barên siyasî dike. Carinan gava dêya min pê re xeber dida, ji diya min re digot, ‘Hûn nizanin, niha ez dixebitim.”
‘Çavên wê li rê ma’
Ocalan, bilêv kir ku li gund her kesî ji diya wê hez dikir û got: “Her kesî guh li gotinên wê dikir. Gava kesekî neheqî li me yekî bikira digot, ‘herin heyfa xwe bistînin û werin, heya hûn heyfa xwe nestînin neyên malê, bila kes we neeciqîne.’ Neheqiyê tamûl nedikir. Zû mir. Çavê wê tim li rêya Serok bû. Ji sala 1975’an ve her roj çavê wê li deriyan bû, digot ‘Ê bê. Ez careke din jî wî bibînim.”