Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

TUHAY-DER: Bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê dixwazin vîna kurd bigirin

Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr û rêvebera komeleyê Sosîn Oktay, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Kurdê xwenas tu carî dev ji têkoşînê bernadin. Di bin her darekê de, her zinarekî, her kevirî de, nirxên me û  li her zindanekê bedelên me hene. Ger em ji bîr bikin dê me tune bihesibînin." 

Li ser binpêkirinên mafan û pirsgirêkên li girtîgehan Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) xebatan dimeşîne. Komele 3’yemîn kongreya xwe ya asayî di 3’yê gulanê de li Wanê pêk anî û rêveberiya xwe ya nû aşkera kir. Edîbe Babûr di kongrê de carek din bû hevseroka komeleyê. Rêvebera komeleyê Sosîn Oktay û Edîbe Babûr derbarê xebatên komeleyê ya serdema nû û tecrîdê de axivîn.
Edîbe Babûr, daxuyand ku di dema hilbijartinê de li qadan xebat dane meşandin û wiha bi lêv kir: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li girtîgehan bi polîtîkayên tecrîdê re rûbirû mane. Ev polîtîkayên tecrîdê rojeva me ya sereke bû. Kurdistanê bi encamên hilbijartinê peyamek dan îktîdara AKP-MHP’ê. Kurdistanî gotin ‘Em vê zilmê qebûl nakin’.”
‘Em ê li dijî tecrîdê xwe birêxistin bikin’
Edîbe, diyar kir ku tecrîda ku wek polîtîkayek hem li hemberî Abdullah Ocalan 5 sal in bi giranî tê meşandin û hem jî li hemberî girtiyên siyasî û gel tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê dixwazin vîna kurd bigirin dest. Ji bo me û malbatên girtiyan tişta herî girîng pêk anîna berpirsiyartiyê ye. Em ê li dijî tecrîdê xwe birêxistinbûna xwe mezin bikin.”
‘Em teqes tecrîdê qebûl nakin’
Edîbe, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser guhertina kabîneyê: “Hin kurd bûn wezîr û ev tişt ji bo Gelê Kurd wateya wê nîne. Heke îktîdar di domandina tecrîdê de israr bike, em ê jî di têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê de israr bikin. Em paşve gav navêjin. 28 sal in li hemberî Birêz Abdullah Ocalan de tecrîdeke girankirî heye. Wekî her girtiyek Birêz Abdullah Ocalan jî divê bi malbat û parêzêrenên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ev mafeke mirovî ye. Fikr û ramanê Birêz Ocalan li tevahiya cihanê belavbûye, lê li Tirkiyeyê jî tê tecrîdkirin. Em teqes tecrîdê qebûl nakin.
‘Rewşa girtiyan her ku diçe giran dibe’
Ji rêveberên TUHAY-DER’ê Sosin Oktay jî diyar kir ku zextên dewletê yên li ser malbatan ji salên 90’î û vir ve dewam dikin. Sosinê da zanîn ku birayê wê Halîl Aslan ji gulana 1991’an û vir ve li Xîzana Bedlîsê girtî ye û wiha got: “Dema birayê min hat binçavkirin bi giranî birîndar bû û 45 rojan îşkence lê hat kirin. Piştî ku girtin jî pêşî sirgûnî Bedlîsê û piştre sirgûnî Girtîgeha Amedê kirin. Birayê min ku zêdeyî 29 sal in di girtîgehê de ye, gelek nexweşiyên wî hene. Di gelek cihên laşê wî de hê jî perçeyên şarapnelê hene. Kurê tiyê min Seyît Oktay jî di Girtîgeha Trabzonê de ye. Seyît Oktay ku 6 sal in di girtîgehê de ye, nivîskar e. Ji ber tiştên ku nivîsandiye tê darizandin. Nexweşe di girtîgehê de ye lê nayê dermankirin.”
‘Diyarkerê hilbijartinê kurd bûn!’
Sosinê, anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên bi salan sirgûnî girtîgehên cûda bûne gihiştiye asteke giran û got, “Malbata me berdêlên giran dan. Tu hêviyên min ji encamên hilbijartinê yên sexte nînin. Em hemû dizanin ku ev zext  wê bidome. Yek ji me li aliyekî, em sê ji aliyê dinin. Dîsa diyarkerê hilbijartinê kurd bûn. Ez dibêjim; Ez kurd im, Xwedê ez wisa afirandim. Çima hûn mafên me jî nadin? Ji kurdbûnê pê ve gunehê me tune ye.”
‘Tu carî dev ji têkoşînê bernedin!’
Sosinê got, “Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin” û berdewam kir “Li her aliyekî bedelên me hene. Kurdê xwenas tu carî dev ji têkoşînê bernadin. Di bin her darekê de, her zinarekî, her kevirî de, nirxên me û  li her zindanekê bedelên me hene. Ger em ji bîr bikin dê me tune bihesibînin. Ji kerema xwe vê yekê ji bîr nekin û dest ji têkoşînê bernedin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar