Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne û li aliyê din jî hewl dide bi devê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî vê polîtîkayêbi awayekî veşartî bimeşîne. Her çiqasî di 23’yê Cotmehê de bi Rêber Apo re hevdîtinek hatibe çêkriin jî hîn jî tecrîda mutleq bênavber didome.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari der barê geşedanan de ji JINNEWS’ê re axivî.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya ji 1’ê cotmehê û heta niha û da zanîn ku di cihekî ku ronahiyekê bibînin de wê ji bo mezinkirin û pêşxistina wê xebatan bimeşînin û di vê mijarê de heta dawî wê hewl bidin. Tulay Hatîmogullari wih agot: “Divê hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd bi gel re neyê şikandin. Afirandina vê hêviyê û şikestina wê jî ne rast e. Ji ber vê em ji bo muzakereyê hene, em ji bo têkoşînê hene.”
Tulay Hatîmogullari daxuyakirin ku ji bo mayîndekirina aştiyê û gavên şênber bên avêtin xebatên xwe bê navber meşandine û zêde kirine. Tulay Hatîmogullari wiha anî ziman: “ Li aliyekî dibêjin aştî, li aliyê din qeyûman tayîn dikin, girtin û binçavkirinan pêk tînin. Em hevserok bi heyetê re xebatên xwe dimeşînin û gera xwe em ê bidomînin. Tişta em dibînin gel dixwaze der barê çareseriyê de bibe xwedî hêvî. Bêguman aliyek jî dibêje bila ev hewldana Bahçelî wekî samimiyet bê dîtin. Belkî jî ev hinek girêdayê geşdanên Sûriyeyê ye. Rastiyek wisa heye; li aliyekî dibêjin bila tecrîd rabe li aliyê din jî qeyûman tayîn dikin. Gel binçav dikin, digirin. Eee çi guherî. Ma aştiyeke wisa dibe?Em van hemûyan bi zêdebûn û kêmasiyên wê bi pêkhateyên xwe re bi gelê xwe re dinirxînin.”
Di domandina axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari der barê serlêdana ku piştî Devlat Bahçelî got ‘bila biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’ de jî wiha vegot: “Ji geşedanên Sûriyeyê agahdarin. Girêdayê geşedanê wir, wê biryara derketina destura ji bo heyeta DEM Partiyê bidin. Ji ber vê jî derxistina biryara destura çûyîna heyetê girêdayê geşedanên Sûriye û Rojava ye. Ji ber vê jî biryara ku desthiltadarî bide siyasî ye. Em bersivek erênî dipên. Em dixwazin hevdîtinê bikin û ji bo vê jî hewl didin. Bi salane tecrîd li ser Birêz Ocalan pêk tê. Berê jî ji bo rakirina tecrîdê me bi dehan carî serlêdan kir. dema nêz de jî parlamenterên me serlêdan kirin. Em vê pêvajoyê dişopînin û dipên.”
Tulay Hatîmogullari her wiha peyama ji Îmraliyê hatibû û partiyê ev çawa esas girtiye nirxand: “Peyama ji Îmraliyê hatiye ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pir bi nirx e. Ji ber got ku derfetên bên dayîn wê pirsgirêkê di zemîna siyasî de çareser bike û piştgiriyê bide aştiyê. Bêguman birêz Ocalan vê cara yekemîn nabêje. Gelek caran ev anî ziman. Bila şert bên avakirin ku piştgiriyê bide aştiyê. Em li geşedanên Sûriyeyê binêrin, rola Birêz Ocalan a di wir de gelek girîng e. Ji ber vê jî di vê pêvajoya sêyemîn şerê cîhanê de peyama wî gelek girîng e û dîrokî ye. Desthilatdarî hawireke weke ku bi Îmraliyê re hevdîtinan dike diafirîne. Bi rastî em nizanin li wir çi dibe. Hevdîtin hene tune ne em nizanin.”
Hevserok Tulay Hatîmogulllari diyar kir ku ji 1’ê cotmehê heta niha gaveke şênber ya desthilatdariyê tune ye û der barê ku wê hevdîtin bikin an na, DEM Partî biçe wê çi encam bê girtin de tu geşedanek tune ye. Tulay Hatîmogullari wiha dirêjî dayê: “Hîna serokomar, kesên li ser vê di vê mijarê de neaxiviye. Gotinên Bahçelî girîngin lê têr nakin. Evqas dem derbas bû. Ka çi kirin? Em salek din li pey xwe dihêlin lê tu daxuyaniyek tuneye. Ev jî bêguman fikaran zêde dike. Ev zirarê dide baweriya bi aştiyê.”
Tulay Hatîmogullari di berdewamiya nirxandina xwe de rewşa Rojava, ketina rejîma Esad û nêzîkatiya tirkiyeyê jî nirxand û wiha bi lêv kir: “Leza geşedanên Sûriyeyê em ecêb hiştin. Lê me dizanibû wê bê vê rewşê. Niha HTŞ’ê li wir însiyatîf girtiye û Tirkiye bi Artêşa Millî ya Sûriyeyê re li wir hebûna xwe didomîne. Tişta ku Tirkiye dimeşîne û dixwaze statuya Kurdan a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng bike. Li aliyê din jî vê bi dîplomasiyê dike. Li qadê asteng dike. Li qadê SMO heye. Dixwazin HTŞ’ê jî bigirin gel xwe û vê bikin. Di pratîka wan de ev tê dîtin. Polîtîkayek li ser dijminahiya Kurdan hatiye avakirinê heye. Lê em Sûriyeyek demokratîk dixwazin. Divê nûneriya hemû gelan hebe. Li Sûriyeyê tecrubeya Rojava tecrubeyeke ku ji cîhanê re bûye model heye. Ji ber vê em di aştiya hundir û herêmê de bi israrin.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku îro di vê pergala nû de Sûriye ji Tirkiyeyê, Tirkiye ji Sûriyeyê serbixwe nayê destgirtin. Tulay Hatîmogullari di berdewamiyê de ev nirxandi kir: “Qeder û çareseriya pirsgirêka Kurd geşedanên Rojava wê diyar bike. Dema Sûriyeyek demokratîk bê avakirin hewcedarî bi naskirina mafên gelên li wir dijîn yên Ereb, Elewî, Xiristiyan, Ermenî, Durzî, Tirkmen û Kurdan heye. Lê em vê baş dizanin ku Xiristiyan, Elewî, Ermenî, Elewiyên Ereb gelek bi fikarin. Ji ber vê jî divê ev fikar ji holê rabin. Ez ji hêzên aktor yên li Sûriyeyê re vê bêjim; çareserkirina vê fikarê peywira her kesî ye.”
Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Eger di projeyên xwe yên weke “destxistina” destkeftiyên Kurdan ên li Rojava de bi ser bikevin û li qadan bi dîplomasiyê bersiva xwe bidin; bila bizanibin ku li Tirkiyeyê axaftin li ser aştiyê zehmet dibe. Em amade ne ku ji bo aştiyê bi şev û roj bixebitin. Birêz Abdullah Ocalan jî di hevdîtina xwe ya bi Wekîlê me Omer Ocalan re li Îmraliyê ev tişt anî ziman.”