Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Tuncel: Berxwedanê faşîzma AKP-MHP’ê xistiye nava tirsê

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re hemû gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Tuncel daxuyand ku bidawîkirina tecrîdê jî dê rê li ber pêvajoyeke nû veke û hemû derdorên azadîxwaz û demokratîk vexwend mezinkirina têkoşînê. Ji bo hilbijartinê jî Tuncel diyar kir ku serkeftin dê ya HDP’ê be

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Tuncel têkildarî hilbijartinên rêveberiya herêmî ji ANF’ê bi Ronî Aram re axivî. Tuncel di serî de Newroz li hemû gelê kurd pîroz kir.

Sebahat Tuncel diyar kir ku Leyla Guven endameka Tevgera Jinên Kurd e û bi salane ji bo azadiya jinan û sîstemeke azadîparêz têdikoşe. Tuncel got di demekî ku siyaset ji pirsgirêkên civakî re nabe çareserî, çalakiyên greva birçîbûnê bû wesîleya afirandina hêviyekê û wiha domand: “Berxwedana grevên birçîbûnê li çar aliyên cîhanê pêl bi pêl berfireh dibe. Em bi bawerin ku Leyla Guven û hevrêyên wê dê bi ser bikevin. ‘Hiqûqa taybet’ û polîtîkaya îzolasyonê ya ku niha li Îmraliyê tê meşandin, di şexsê birêz Ocalan de li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Bidawîbûna tecrîdê dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe destpêka pêvajoyeke nû û girîng.”

‘Berxwedan desthilatiya faşîst dixe zor ê’

Tuncel bi lêv kir ku tekane rêya xelasbûna ji tarîtiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, berxwedana li dijî faşîzm û tecrîdê ye. Tuncel daxuyand ku berxwedana li zindanan û li derve desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xistiye rewşeke zehmet û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî bi her awayî êrîş dike da ku nehêle dengê berxwedêran bê bihîstin. Lê belê biryardariya çalakgeran zorê dide destilatdariya faşîst. Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li ber xwe didin. Ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî û hikûmxwar li ber xwe didin.”

Silav şandin

Di berdewamê de jî Tuncel daxuyand ku serkeftina berxwedêran dê bi xwe re pêvajoyeke wisa bîne ku hem pirsgirêka kurd li ser bingeha azadî û wekheviyê çareser bibe, hem jî Tirkiye demokratîk bibe û li Rojhilata Navîn li ser bingeha aştî, wekhevî û demokrasiyê hevgirtinek pêk were. Tuncel wiha dom kir: “Ez silavên xwe ji Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû berxwedêrên di çalakiya greva birçîbûnê de ne re dişînim. Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin.”

Hemû azadîxwaz vexwend têkoşînê

Tuncel destnîşan kir ku piştgiriya bi berxwedanê re, ji bo têkoşîna azadiya jinê û pêşeroja azad û demokratîk a gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û wiha derbirî: “Yên ku li Tirikyeyê li dijî sîstema heyî ne, yên ku dixwazin pêşî li azadî û demokrasiyê vebe û yên dixwazin mafên mirovan û azadî mîsoger bibe; divê li her deverê li dijî faşîzmê têkoşînê mezintir bikin.”

‘Serkeftin a me ye’

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel herî dawî jî bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: “Hilbijartina rêveberiyên herêmî ji bo azadî û demokrasiyê girîng in. Ji bo pêşî li sazîbûna faşîzmê were girtin û faşîzm qels bibe, ji bo xurtkirina azadî û demokrasiyê girîng e. Lewma pêwîste gelê me biçe ser sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li dengê xwe derkeve. Di dawiya dawî de ya ku reng û rêveçûna pêvajoyê dê diyar bike, berxwedana me ye. Divê hemû kar li ser vê bingehê bê kirin. Ger hemû xebatkarên me bi vê coş û moralî bixebitin, em ê bi ser bikevin. Ji xebatkarên hilbijartinê û ji gelê me re serkeftinê dixwazim. Tevî zext, êrîş û zordariyê jî ez bi bawerim ku HDP dê mohra xwe li serkeftinên mezintir bide û gelê me dê li dora dirûşma ‘Ya Me Ye’ bibe yek. Serkeftin a me ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar