Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin

 

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîdê li Girtîgeha Kandirayê 25 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tuncel, diyar kir ku şikandina tecrîdê, şikandina zincîra şer e û avakirina jiyana azad e. Tuncel bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezintir bikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 93’yan de berdewam dike. Piştî Guven, tevî rojnameger û siyasetmedaran nêzî 300 girtî ji 16’ê kanûnê ve li girtîgehan pêl bi pêl ketin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger. Yek ji girtiyên ketin greva birçîbûnê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel e ku li Girtîgeha Kandirayê dimîne.

Tuncel a ji 15’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, pêkanîna tecrîdê, grevên birçîbûnê yên didomin û hilbijartina herêmî ya 31’ê adar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Tuncel diyar kir ku rewşa tenduristiya wê baş e û wiha axivî: “Ji ber greva birçîbûnê dîsîplîna jiyana min a rojane guheriye. Ez li gorî jiyaneke bi dîsîplîn û rêxistinkirî tevdigerim. Hevalên min Fîgen û Burcu jî li gorî rewşa nû ya heyî tevdigerin. Em pêşketinên rojane dişopînin û dinava xwe de nîqaş dikin. Nêzî 10-15 rojane rojnameyan nadin me. Em jî li ser televîzyonê nûçeyan dişopînin. Dîsa em roja xwe bi xwendinê derbas dikin.”

‘Guven mudaxaleyê pêvajoyê kir’

Tuncel anî ziman ku îro Hevseroka KCD’ê Leyla Guven mudaxileyê pêvajoyê kiriye û wiha got: “Guven li dijî êrîşên faşîzane û polîtîkayên zilmê yên di serî de li ser gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê ji 8’ê mijdarê ve ketiye greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger.  Ji vê pêvajoyê derketin, bi berxwedana li dijî faşîzmê pêkan e. Divê em li dora rojeva xwe, xwe bi rêxistin bikin. Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo ku azadî pêk were, divê em bi daxwaza azadiyê, xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Pêvajoya ku hevala me Leyla Guven daye destpêkirin jî ev pêvajoye. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê kûrtir kiriye. Di şexsê birêz Ocalan de hemû civak hatiye tecrîdkirin. Têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê, dê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bike û rêyeke nû veke. Tecrîd, îşkenceye, zilme, zordestiye, zexte û siyaseta şere. Hemû kesên ji bo vê dibin ‘Na’ divê beşdarî berxwedana hevala me Leyla Guven bibin. Pêvajoya ji zindanan dest pêkirî û heya Hewler, Strasbûrg, Galler, Kanada, Şengal û Mexmûrê belav bûyê, teqez dê bi ser bikeve.”

‘Berxwedan mirovan xweşik dike’

Tuncel da zanîn ku hemû awayên berxwedanê mirovan xweşik dike û wiha bilêv kir: “Berxwedan dê tu carî rê nede faşîzmê. Berxwedan navê parastina azadî, wekhevî û rûmeta mirovan e. Gelê kurd di hemû qadên jiyanê de mînakên herî xweşik danîne holê. Weke ku Mazlum Dogan li zindana Amedê gotî; ‘Teslîmkarî mirovan dibe îxanete, berxwedan jî mirovan dibe serkeftinê.’ Tenê aliyekî berxwedanê têrê neke. Bedena xwe ji mirinê re razandin, encex dibe îfadeya kevneşopiya israra di azadiyê de. Weteya berxwedana di girtîgehan de kûrtir e. Di navenda pergalê de, li dijî pergalê vînek bi hêz nîşandan, nîşanî me da ku ka dikare çi bike. Berxwedan, ji bo jiyanek azad û birûmet, wekheviya jin û gelan, pêşerojek azad, vîn û baweriya mirovan bi hêz dike.”

Dê çalakî berdewam bikin

Tuncel bal kişand ser hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û wiha domand: “Bêguman piştî 2 sal û nîvan hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re hat kirin girîng e. Lê ev nayê wê wateyê tecrîda li ser Ocalan rabûye. Berovajî polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê desthilatdariya siyasî bi rê ve dibe. Sedama vê pêvajoyê jî desthilatiya AKP-Qesrê ye.  Bi armanca şikandina çalakiya greva birçîbûnê hevdîtin hat kirin. Ji 12’ê çileyê ve tiştek neguheriye. Berî her tiştî divê polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê bên bidawîkirin, şert û mercên azadiya birêz Ocalan bên pêşxistin. Hevdîtina li ser pêyan hat kirin, ji daxwazên me pir pir dûr e. Heya ku ev daxwazên me neyên qebûlkirin, dê çalakî berdewam bikin. Şikandina tecrîdê, şikandina zincîrên şer e. Şansdayîna ji bo jiyaneke nû ye.”

Dê pêşerojê diyar bike

Tuncel derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an de jî axivî û ev tişt gotin: “Hilbijartina herêmî dê pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê diyar bike. Desthilatdariya AKP-Qesrê, pêvajoya bi sazîkirina faşîzmê ya bi referanduma 16’ê nîsanê dest pê kir, dixwaze bi hilbijartina 31’ê adarê temam bike. Ji ber vê encamên di sindoqan de derbikevin girîng in. Hilbijartina 31’ê adarê ji bo gelê kurd, qada parastina destkeftî, ziman, nasname û çanda xwe û diyarkirina pêşeroja xwe ye. Ji bo qezenckirina qadên xwe em serkeftinê  ji bo rêheval, dost, demokrat û azadîxwazan re dixwazin.”

‘Ger jiyanek hebe, bila azad be’

Tuncel di dawiya axaftina xwe de dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bi bîr xist û ev peyam da: “Gotina berxwedan jiyan e, vê serdemê baş pênase dike. Berxwedan, li dijî faşîzmê, zaliman û kapîtalîzmê, avakirina jiyanek azad, wekhev, demokratîk û ekolojîk e. Ev hêz  û moral dide. Em hemû kesên dibêjin ku jiyanek din nîne vedixwînin guvenda azadiyê. Ger jiyanek hebe, bila azad be. Ji bo avakirina jiyana azad, em berxwedanê mezin bikin û li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin.”STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar