Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye

Siyasetmedar Sebahat Tuncel li Îzmîrê di gotûbêja TJA’yê û DEM Partiyê de axivî û got: “Navenda şer û polîtîkaya neçareserkirinê Girtîgeha Îmraliyê ye.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi beşdariya siyasetmedar Sebahat Tuncel û parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu bi mijara “Em li dijî tecrîdê têkoşîna azadiyê dikin, li dijî desteserkirina îradeyê pêşengên jinûve avakirinê ne” gotûbêj hat lidarxistin.

Bername li eywana Jîn Artê hat lidarxistin û gelek kes tev li gotûbêjê bûn û ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin.

Parlamenter Ayten Kordû bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwest tecrîd bê rakirin.

Piştre siyasetmedar Sebahat Tuncel jî axivî û bi bîr xist ku ji sala 2015’an vir ve ew bi tundiyek dewletê ya sîstematîk re rû bi rû ne û dewletê çi kir û çi danî pêşiya xwe bi ser nexist û dê nikaribe bi vê polîtîkayê bi ser bikeve.

Tuncel destnîşan kir ku ew her çiqas tehliye bûbûn jî lê ew hê jî ne azad in û got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî be, em jî nikarin azad bibin. Heta em vê pergalê hilnewişînin, azadî û aştî nayê Tirkiyeyê. Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê rejîmek taybet tê birêvebirin û di dewrê de ye. Heke ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, dê her dem krîz li Tirkiyeyê pêk werin.”

Gotûbêj piştî beşa pirs û bersivan bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar