Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Tuncel: Paradîgma netewa demokratîk baş nehatiye fêmkirin

Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel a ku di zîndanên dewleta tirk de esîr hatiye girtin, bersiv da pirsên der barê qelsiyên di pêvajoya hilbijartinê de û bi fikriyata riya sêyemîn û got: “Divê HDP\Partiya Çep a Kesk ji nûve li dora rêgezên damezrandina HDK û HDP’ê xwe rêxistin bike û tê dîtin ku paradîgma netewa demokratîk baş nehatiye fêmkirin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan di civînên pêk anîn de pêvajoya sazbûna ji nûve nîqaşkirin û rexne û xwerexnedayîn ya der barê pêvajoya hilbijartinê de hatin kirin û xetek şopandina siyasete ya xurt aya bi linge gel tê kirin derket holê. Di alî Fikriyata Riya Sêyemîn a HDP’ê de jî rexne ji aliyê hilbijêran ve hatin kirin. Doh me nirxandinên Rêberê PKK’ê yên der barê HDP’ê de kêmasiyên di siyasetê de vedigot di dosya xwe de girt dest.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, pirsên der barê qelsiyên di pêvajoya hilbijartinê de û bi fikriyata riya sêyemîn çi tê gotin bersivand.

 ‘Divê rêxistinbûnek xurt bê amadekirin’

Tuncel da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulan û 28’ê Gulanê di şertên wekhev de pêk nehatine, desthilatdariyê hemû derfetên dewletê bikar aniye, bi polîtîkayên zor û zextan nehiştiye îrada gel ji sindoqan derkeve. Tuncel wiha vegot: “Pêvajoya hilbijartinê de tekela çapemniyê destê desthilatdariyê de bû. Dengê muxalefetê bi taybet jî yê Partiya Çep a Kesk, sozên hilbijartinê, bername û polîtîka wan negihişt bigihêje aliyên berfireh yên gel û pêşî lê girtin. Ji biî vê, bi Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Netew reji kêmasî û pirsgirêk hebûn. Encama piştî hilbijartinê ne serkeftin bû. Em negihiştin hedefa xwe. Di alî Partiya Çep a Kesk û HDP’ê de pêvajoya pêş gelek girîng e. Divê rêxistinbûnek xurt bê amadekirin.”

 ‘Ji vir şûnde daxwaza guhertinê divê bê rêxistinkirin’

Tuncel da zanîn ku di sozên hilbijartinê yên tifaqa Mîllet de der barê mijarên esas yên Tirkiyeyê de bi taybet jî der barê pirsgisrêka kurd de ji soz û bernameyên tifaqa Cumhur cudatir nînin. Tuncel wiha dirêjî daye: “Tiştên Tifaqa Mîllet gotibû beşek wê tifaqa Cumhur jî beriya hilbijartinê bi manevrayek taktîkî kir jiyanê. Gotinên Erdogan, polîtîkayên dijberê kurdan. Tifaqa Mîllet ya divê li dijî van derketiba, ket pêşbirka dijberbûna kurdan. Bi kurtasî ji tifaqa Cumhur cudatir gotinên digot jî ne diyar bûn. Tevî vê ji bo guhertina Tirkiyeyê, jibo azadî û demokrasiyê gel piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu. Me bi vê daxwaza guherînê dît.”

 ‘HDP’ê xeta demokrasiyê ya radîkal baş rêxistin nekir’

Tuncel got ji 2015’an de ye bi awayekî sistematîk li hember tevgera kurd û HDP’ê êrîş tên kirin û bi qeyûman îradeya gel hatiye xespkirin û got: “Bi hezaran siyasetmedar hatin girtin, aktîvîst hatin girtin. Li HDP’ê doza girtinê hat vekirin. Ev jî bû sedema dezavantaja çûyîna hilbijartinê. Ligel vê kêmasî hatin jiyîn. HDP’ê xeta demokrasiyê ya radîkal baş rêxistin nekir. Ji ber vê jî hedefa dihat xwestin bidest neket.”

 ‘Divê taybetiya xwe ya partiya sîwane biparêze’

Tuncel wiha domand: “Pirsgirêka aştî û azadiyê, wekheviyê pirsgirêka sereke ya gelê kurde. Heta azadiyê divê wisa be. Têkoşîna hebûna gelê kurd rastiyeke ku nayê nîqaşkirinê ye. HDP-Partiya Çep a kurd partiya têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Li gorî vê divê sîwaneya xwe biparêze.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) azadiya gelê kurd esas digire û xwe di vê çarçoveyê de rêxistin dike. HDP partiya sîwaneyê ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê hewce pê heye ku HDP-Partiya Çep a Kesk xeta demokrasiya radîkal rêxistin bike.”

‘Me pêvajoya hilbijartinê baş rêxistin nekir’

Tuncel bi lêv kir ku rêveber û endamên Partiya Çep a Kes û HDP’ê pêvajoya hilbijartinê de tiştên ji destê wan hatiye kirine û got: “Em negihiştin hedefe. Min sedema wê li jor îzah kir. Yek ji sedemên wê ev e ku me pêvajoya hilbijartinê baş rêxistin nekir, me polîtîkayên partiya xwe, nêzîkatiyên stratejîk û teknîk baş rêxistin nekir. Lê divê gelek girîng e ku em vê bînin ziman; tevî hemû êrîşan HDP-Partiya Çep a Kesk 61 parlamenter şand meclîsê û bû 3’emîn partiya mezin a meclîsê.”

‘Tifaqa Ked û Azadiyê veguherî tifaqa hilbijartinê’

Tuncel da zanîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê wek tifaqek têkoşînê xwe rêxistin kir û hîna ev pêvajo temam nebibû, pêvajoya hilbijartinê ketiye rojevê û bi vê re jî Tifaqa Ked û Azadiyê veguheriye tifaqa hilbijartinê û wiha domand: “Wisa hat fêmkirin ku ev tifaqa baş nebûye tifaqa hilbijartinê jî. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi yek lîsteyê ketina hilbijartinê girîng bû. Encamê hilbijartinê jî ev nîşan dan. Ger bi yek lîsteyê biketana hilbijartinan wê nûnerî hîn xurt bûna û ji 4 parlamenterên TÎP’ê bidest xist zêdetir parlamenter bihata bidestxistin. Bêguman armanca di vir de ne ku zêdetir bê xistin e, armanc ev bû ku Tirkiye teslîmê rêveberiyek faşîst nebe. Lê wek tê zanîn ji ber ev pêvajo baş nehat birêvebirin, tifaqa Cumhur a faşîst ji vê fêde girt.  Di vê hilbijartinê de bi awayekî zelal derket holê ku mirovên kedkar yên xizan li dora partiya çep sosyalîst xwe rêxistin bikin.”

Tuncel axaftin wiha berdewam kir: “Rastiyek din jî ev e; pêşeroja gelê Tirkiye û Kurdistanê bi hev re rêxistinkirine. HDP di vî alî de xwedî rolek girîng e. Wek peywir li pêş me ye, divê em xeta demokrasiya azad ya em jê re dibêjin xeta 3’emîn bê rêxistin, gel mahkumê tifaqa faşîst cumhur neye kirin, komarek demokratîk a azadîxwaz a jinê, ekolojîk û demokratîk bê avakirin. Ji ber Partiya Çep a Kesk-HDP negihişt hedefe, em nikarin bejin fikriyata HDP’ê şaş bû.  Berovajî vê fikriyata HDP’ê bi Kurdan, jinan, nasname û baweriyan daye qezenckirin.”

Divê xwe li dora rêgezên HDP\Partiya Çep a Kesk rêxistin bikin

Tuncel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Perspektîfa netewa demokratîk a HDP’ê nehatiye fêmkirin û nirxandinên wekê ku HDP wek partiyek klasîk e tên kirin. Pêşniyarên wekê bila HDP ji pêkhateyan xilas be, bila nebe partiya sîwanê bibe partiya organî, bila bibepartiya kurdan. Ev li gorî ji ber vê tê fikirîn. Bername û armanca damezrandina HDP,HDK’ê baş nehatiye fêmkirin. Divê HDP\Partiya Çep a Kesk ji nûve li dora rêgezên damezrandina HDK û HDP’ê xwe rêxistin bike. Rexne û pêşniyarên pêvajoya dawî de hatine kirin jî wê fikriyata HDP’ê xurt bike. Ez hemû gelê me, jinan silav dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar