Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Tûncel: Pêşeroja Tirkiyê wê gel û Çepên Kesk diyar bike

Tûncel a dîlgirtî diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê bibe finsendek dîrokî û destpêkek nû û got: “Pêşeroja Tirkiyê wê gel û Partiya Çepên Kesk diyar bikin. Lewra divê her kes biçin ser sindoqan û dengê bidin Partiya Çepên Kesk.”

Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dîlgirtî ye, têkildarî girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Sebahat Tûncel diyar kir ku 14’ê Gulanê ji bo diyarkirina pêşeroja siyasî, civakî, aborî û çandî gelek gîrîng e û anî ziman ku di demokrasiyê sindoq tenê têrê nake, divê gelek tedbîrên din jî werin girtin.

‘20 sal in AKP bi desthilatdarî û hêza xwe ve qirêj bûye’

Sebahat Tûncel got ku desthilatdarî naxwaze rant, hêz û dewlemendiya ku bi dest xistine berdin û wiha pêde çû: “20 sal in AKP bi desthilatdarî û hêza xwe ve qirêj bûye; bûye navenda krîz, pirsgirêk û neçareseriyan. Amûra propagandayê ya ku tenê maye di dest de jî derew in. Ji bo ku em ji bêedaletiya li her qada jiyanê re bêjin, bes e; ji bo civakek wekhev, adil û demokratîk em 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

‘Pêşeroja Tirkiyê wê gel û Çepên Kesk diyar bike’

Tûncel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji bîr nekin ku desthilatdarî wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar neke, weke welatî em ê diyar bikin. Ji bo desthilatdaran tişta xeter ne fikir e, fikirîn bi xwe ye. Ji ber ku dema mirovan dest bi fikirîn û lêpirsînê kir, wê bibînin ku jiyana heyî ne bi nirx e û wê ji bo jiyanek bi nirx têbikoşin. Em di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi Partiya Çepên Kesk re jiyanên bi nirx ava bikin.

Desthilatdarî di heman demê de hewl dide me bê hêz bihêle. Yên pêşeroja wan nebin, ji paşerojê ders nederxin, wê pêşeroja wan jî nebe. Lewma qasî fikirînê, li bîr hatin jî girîng e. Zilm, bêedaletî, zext û sîstema koletiyê ya ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon a faşîst bi serê gelê kurd, jin, xweza û gelan anî li bîr bîne. Ji bo ku ev tişt car din neyên jiyîn jî, 14’ê Gulanê vîrajek girîng e. Roboskiyê, Pirsûsê, Komkujiya Garê ya Enqereyê, Soma, Amasra, komkujiyên jinan, talana xwezayê, Geziyê, zarokên birçî, karkerên ku heqê keda xwe nastînin, kedkar, bi milyonan kesên bê kar, kesên bêyî sûc li girtîgehan dimînin, siyaseta qeyûmê ku îradeya gel xesp kir, êrîşên nîjadperest ên li hemberî gelê kurd, Malbata Şenyaşar, Denîz Poyraz, Tahir Elçî, Hrant Dînk, Gazî, Sûr, Cizîrê û gelek komkujiyên din li bîr bîne û em biçin ser sindoqan û hesab bipirsin. Em kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş e, bûyî sedema mirina zêdeyî sed hezaran kesan jî ji bîr nekin. Em kesên ku tecrîda mûtlaq li hemberî birêz Abdullah Ocalan xistin dewrê li bîr bînin û di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ji vê çûyînê re bêjin ‘Êdî Bes e’.

‘14’ê Gulanê ne dawî ye destpêkek nû ye’

Partiya Çepên Kesk, Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê, wekhevî, aştî û sîstemek demokratîk kete rê. Lewma di 14’ê Gulanê de ji bo ku Partiya Çepên Kesk armancên pêk bîne û pêşengiyê ji guherîna li Tirkiyeyê re bike, girîng e ku bi rengekî xurt bikeve parlamentoyê. Ev meclîs di heman demê de divê wezîfeya meclîsa avaker bibîne. Ez bawer dikim ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hem serokkomar wê were guhertin û hem jî Partiya Çepên Kesk wê rengekî xurt di parlamentoyê de bê temsîlkirin.

14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêkek nû ye. Hêz, destkeftî û moralê ku em di hilbijartinê de bi dest bixin, wê derfet ava bike ji bo em pêşengiyê ji gelên Tirkiyeyê re bikin û komara demokratîk ava bikin. Ez bawer dikim ku her kes wê bi vê zanebûnê nêz bibe. Ez ji Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk re serkeftinê dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar