Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Tûncel: ‘Plana Hilweşînê’ bi ser neket, pirsgirêka kurd çareseriyê ferz dike

Sebahat Tûncelê diyar kir ku "Plana Hilweşînê” ya ku 9 sal berê di civîna MGK'ê de hat plansazkirin bi ser neketiye û wiha got: “Ji bo aştirê pêdivî bi hin gavên berbiçav hene. Yanî ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên şênber heye. Paqijkirina rê yek ji van gavên şênber e. Êdî pirsgirêka kurd çareseriyê li ser dewleta trik ferz dike.”

Pêvajoya diyalogê ya di 3’yê çileya 2013’an de di navbera Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û heyeta dewletê de hatibû destpêkirin hê dewam dikir, di 30’yê cotmeha 2014’an de di civîna herî dirêj a Lijneya Ewlehiyê ya Millî (MGK) a Tirkiyeyê de planên êrişa topyekûn a li dijî kurdan hatin çêkirin. Di çarçoveya vê planê de ku berpêşî Daîreya Plana Stratejiyê ya Serfermendariyê hat kirin û navê “Plana Hilweşînê” lê hat kirin, pêvajoya diyalogê ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hat rawestandin.

Piştî Plana Hilweşînê ket meriyetê, bi destê desthilatê ve “mase hat qulibandin”. Piştî qulibandina maseyê, di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs bi awayekî biguman hatin kuştin. Kuştina polîsan wekî sedema qulibandina maseyê hat nîşandan. Di vê çarçoveyê de, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li hemberî Qendîlê êriş hatin destpêkirin û bi vî awayî konsepteke berfireh a şer dest pê kir.

Siyasetmedar Sebahat Tûncel a di encama operasyona ku bi navê “Darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê” derbasî dîrokê bû hat girtin û di doza Kobanê de jî hat darizandin, “Plana Hilweşînê” ket sala xwe ya 9’emîn ji MA’yê re nirxand.

Sebahat Tûncel bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya di sala 2013’an de hat destpêkirin, di vê serdemê de li Meclisê wekî “qanûna çareseriyê” 60 xal hatine çêkirin, li ser avakirina aştiya civakî bi Komîsyona Aqilmendan re gengeşe hatine kirin, Peymana Dolmabahçeyê û Meclisa Azadiya Jinê hatine avakirin. Tûncelê anî ziman ku piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê nêzî ji sedî 80’î bûye û got: “Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an Tayyîp Erdogan ji nişka ve maseyê quliband û Tirkiye dîsa ket nava atmosfera şer.”

Siyasetmedar Sebahat Tûncel diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hawirdora demokratîk a di pêvajoya diyalogê de derketibû holê ji bo xwe xeternak ddîtiye û got: “Eger pêvajoya çareseriyê bi ser ketibûya, wê avakirina Komara Demokratîk pêk bihata û gelê kurd wê çarenûsa xwe diyar bikira. Gelên li Tirkiyeyê wê li ser esasê hemwelatîbûna wekhev û azad jiyaneke nû ava bikirana. Lê AKP’ê dixwest rejîma yekzilamî ava bike. Ew wiha difikirî ku ev pêvajo li dijî wê ye û ji ber vê maseyê quliband.”

Sebahat Tûncel diyar kir ku piştî qulibandina maseyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke piraloz û pirkrîz rû daye û got ku bi belgeyên veşartî yên pêşkêşî MGK’ê kirin, stratejiya AKP’ê guherî. Tûncel got: “Di van belgeyên veşartî de derket holê ku li dijî kurdan plana çokşikandinê hatiye kirin. Di plana çokşikandinê de gengeşeyên wekî mirina 10-15 hezar kurdan, girtina 10 hezar kurdan, sirgûnkirina nêzî 300 hezar kesî hebû. Yanî ji aliyekî ve desthilatê digot ‘ez ê bi civaka Tirkiyeyê re aştiyê pêk bînim’, li aliyê din jî plana xwe ya qirkirina kurdan di nava MGK’ê de ku baskê girîng ê mêtingeriyê ye, pêk dianî. Dewletê polîtîkaya xwe ya kevneşopî ya înkar, îmha û asîmîlasyonê nû dikir.”

Tûncel diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke ku azadî û demokrasî bi giranî ji holê tê rakirin re derbas dibe û got ku piştî hewldana derbeya neserketî ya sala 2016’an, Tayyîp Erdogan bi manewrayên siyasî darbeyeke siyasî pêk aniye. Tûncelê diyar kir ku Erdogan Tirkiyeyê ber bi krîza îro ve kişandiye û got: “Li Kobanê berxwedaneke mezin hat kirin. Gelê kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke mezin nîşan da û DAIŞ’ê têk bir. Ev jî tê wateya ku dê stratejiya AKP’ê têk biçe. Ji ber ku wê demê AKP’ê bi awayekî eşkere bi komên cîhadîst ên wekî DAIŞ û El Qaîde re li dijî kurdan hevkarî kir. Gotina Tayyîp Erdogan a ‘Kobanê ha ket ha ket’ ne tenê gotineke jixweber bû. Lê gelê kurd û dostên kurdan li hemû cîhanê rabûn ser pêyan û Kobanê azad bû. Ev jî tê wateya têkçûna Tirkiyeyê.”

Di domadariya axaftin xwe de Tûncel da zanîn ku di binî hemû bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê de rejîma yekzilamî ya AKP’ê heye û got ku bêhiqûqiya li ser kurdan hatiye ferzkirin bi demê re bandor li beşên din ên civakî jî kiriye. Tûncelê got: “Li Tirkiyeyê pergala hiqûqî ya demokratîk tune ye. Mekanîzmaya heyî bi vê desthilatê ji holê rabû. Tirkiye veguheriye pergaleke mafyayê. AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu îradeyeke rast nîşan nedaye. Gelê kurd bi rastî berdêlên giran dan. Ez di wê baweriyê de me ku pirsgirêka kurd wê bi demokrasiyê çareser bibe. Ji ber vê yekê gava herî biçûk a ber bi vê yekê ve, çirûska herî biçûk a hêviyê bes e ku em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Lê ji bo me girîng e ku em bi rexnekirin û zanîna rastiyê piştgiriyê bikin.”

Tûncel da zanîn ku pirsgirêka kurd di heyama niha ya li Tirkiyeyê de xwe di warê çareseriyê de ferz kiriye û bi bîr xist ku kurd bi salan e li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe didin. Tûncelê got: “Tirkiye çiqasî di polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê de israr bike, ewqas dikeve nava xitimandinê. Tirkiye ji aliyê stratejîk ve cihekî girîng e. Lê ev pozîsyona stratejîk niha ji tevgerê derketiye û di qada navneteweyî de tu îtîbara wê nemaye. Êdî li Rojhilat Navîn gotina wê pere nake. Ev hemû jî ji ber siyaseta şer û pevçûnê ya li dijî kurdan e. Ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê heta krîza ekolojîk her tişt bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.”

Tûncel diyar kir ku di qonaxa niha de divê Tirkiye stratejiya xwe ya ji bo kurdan biguherîne û der barê gengeşeyên heyî yên di çarçoveya pirsgirêka kurd de ev tişt gotin: “Dema em li van hemû bûyeran dinêrin; serdana Devlet Bahçelî ya koma DEM Partiyê û bûyerên û daxuyaniyên dawî girîng in. Lê di pêvajoya diyalogê ya berê de ji aliyekî ve ‘Plana Hilweşînê’ jî di dewrê de bû. Divê ev rastî jî were dîtin. Her çiqas rejîmên faşîst ên otorîter her tim xwe bi derewan ava bikin jî aştî xwe ferz dike. Em jî ji bo aştiyê têdikoşin. Ger ji bo derfetên aştiyê hêviyeke piçûk hebe, em ê ji bo bixebitin. Ji ber vê yekê, pêdivî bi hin gavên berbiçav hene. Yanî ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên şênber heye. Paqijkirina rê yek ji van gavên şênber e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar