Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Perşembe - 28 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

‘Tundiya Dîjîtal’ çi ye, divê jin çi bikin?

Di demên dawî de yek ji mecrayên ku li dijî binpêkirinên mafan û bilindkirina dengê civakê tê bikaranîn medyaya civakî ye. Ev mecraya ku her tim di hedefa îktîdarê de ye, ji bo muxalfetê jî cihê girîngiyeke mezin e. Lê belê di demên dawî de ev mecra jî hinekî bûye cihê ‘tundiya dîjîtal’. Ên herî zêde bi vê tundiyê re rû bi rû dimînin jî jin in.

Seroka Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê Gulseren Onanç der barê ‘tundiya dîjîtal’ de axivî.

Onanç diyar kir ku tundiya dîjîtal, bêyî rizaya kes li ser medyaya civakî êrîşa derûnî, zayendî û aborî ya ji aliyê hin kesan ve ye û wiha got: “Dibe ku em bi tundiya dîjîtal a hin kesên ku em wan nas nakin re rû bi rû bimînin. Di vê tundiyê de, kes tim tê şopandin, tê nerihetlkirin. Kes ji aliyê kesên nas an jî nenas tê tacizkirin.”

Onanç ji bo zêdebûna ‘tundiya dîjîtal’ jî anî ziman ku serdemên krîzê herî zêde bandorê li jinan dike û wiha domand: “Şêwirmenda Mirovê Asya û Pasîfîkê ya Neteweyên Yekbûyî Marîa Holsberg ji bo vê yekê dibêje ‘krîz her tim newekheviya zayendî ya civakî zêde dike.’ Ez jî pê re me. Bi şewba Covîd-19’ê re tundiya li dijî jinê pir zêde bûye. Her wiha bi pandemiyê re têkiliyên civakî jî pir kêm bûne. Bi vê re di nêvenga dîjîtal de lêgerînên ji bo civakîbûyîna sanal zêde bûn. Bi vê helwestên mêran ên der barê wekheviya civakî de jî zêde bûne. Ev jî bû sedem ku jin bi tirs nêzî medyaya civakiyî bibin.”

Necezakirina sûcdaran

Di berdewamê de Onanaç ji bo kesên vê tundiyê dikin û bêcezakirina wan destnîşan kir ku ji ber ku qanûnên ji bo jinan girîng in pêk nayên, sûcdar nayên cezakirin û got ku lewma divê Peymana Stenbolê û qanûna 6284’an pêk bê.

Ji bo jinan fersend e

Onanç destnîşan kir ku medyaya civakî mecrayeke ku jin dengê xwe radigînin û bertekên xwe nîşan didin e û ev tişt anî ziman: “Medyaya civakî ji bo jinên dengên wan nayên bihîstin fersendek e. Lê belê bikarhênerên jin kêm in. Mesela, li gor daneyên We Are Social 2020 li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Facebookê ji sedî 64 mêr in û ji sedî 36 jî jin in. Hejmara bikarhênerên Instagramê ji sedî 57.9 mêr in û ji sedî 42.1 jin in. Hejmara bikarhênerên Twîtterê ji sedî 78.4 mêr in û ji sedî 21.6 jî jin.”

Ji bo bilindkirina dengê jinê

Di axaftina xwe de Onanç ji bo kêmbûna jinan a di medyaya civakî de jî destnîşan kir ku sedema sereke ji ber ku jin bi tundiya dîjîtal re rû bi rû dimînin, pir nêzî medyaya civakî nabin û wiha pêde çû: “Divê astengiyên zayendî yên di vî warî de ji holê bên rakirin. Jin jî divê li qada dîjîtal xwe bînin ziman. Her jin ji bo bilêvkirina fikr û hestên xwe û ji bo bilindkirina dengên xwe û guherandian cîhanê divê medyaya civakiyî bi kar bînin.”

Onanç ji bo projeya ‘Jin SES’ ya ku wan daye destpêkirin jî ev tişt anî ziman: “Ji bo di vê qadê de jî wekheviya zayendî pêk bê û dengê jinan bêtir derkeve me projeya Jin SES’ê da destpêkirin. Em dibêjin #YükseltSesiniDünyaDeğişsin û bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

Komeleya SES

Her wiha Onanç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca vê projeya me; bilindkirina daxwazên jinan ên ji bo wekhevî û mafan e. Yanî ji bo dengê jinan hîn bêtir bê bihîstin, divê medyaya civakî baş bê bikaranîn. Projeya me ku akademîsyen, rojnamevan û hunermend jî di nav de ne bi rêya qasidên Jin SES’ê tê meşandin. Hejmara qasidan 20 e û dê 10 mehan ji bo berbelavkirina kampanyayên medyaya civakî bi awayekî çalak tevbigerin. Wê kampanyayên medyaya civakî hem bi rêya Komeleya SES’ê hem bi rêya Platforma Wekhevî, Edalet û Jinê hem jî wê bi rêya qasidên hesabên medyaya civakî bê belavkirin. Em ê di çarçoveya projeyê de hin aktîvîteyan bikin. Yek ji van jî Hevdîtina Qasidan e. Wê ev hevdîtin her meh bi awayekî rêk û pêk bên kirin. Wê bi van hevdîtinan naveroka kampanyayên medyaya civakî bê berfirehkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar