Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Tundiya onlîne bi giranî li rojnamegerên jin tê kirin

Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, rojnamegerên jin ji hempîşeyên xwe yên mêr bêhtir dibin hedefa destdirêjî û tundiya onlîne

Navenda Nûçeyan

Rapora Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Navenda Rojnamevanan a Navneteweyî (ICFJ) di mijarên destdirêjî û tundiya onlîne de ya li dijî rojnamegerên jin, rastiyên balkêş raxist pêş çavan. Lêkolîn li 113 welatî di nava 714 jinan de hate kirin û ev encam aşkera bû:

Ji sedî 73’yê rojnamegerên jin ên tev li lêkolînê bûn, ragihandin ku ew bûne hedefa tundiya onlîne.

Ji sedî 25 ê rojnamegerên jin diyar kirin ku bûn hedefa tundiya fîzîkî, ji sedî 18 jî bûne hedefa tundiya zayendî.

Çavkaniya êrîşa onlîne ya li yek ji pênc rojnamegerên jin hate kirin, bûyereke li jiyana asayî bû.

Ji sedî 26 ê rojnamegerên jin ên bûn hedefa tundiyê, neçar man ku piştgiriya psîkolojîk werbigirin, ji sedî 11 jî bi destûrê ji bo demekê ji kar dûr ketin.

Ji sedî 58 rojnamegerên jin diyar kirin ku destdirêjiya onlîne li wan hatiye kirin.

Rojnamegerên jin herî zêde di dema nûçeyên xwe yên li ser mijara wekheviya zayendan bûn hedefa tundiyê (Ji sedî 47). Ji sedî 44 dema ku nûçeyên siyasî amade kirin, ji sedî 31 jî dema ku nûçeyên li ser mafên mirovan amade kirin bû hedefa tundiyê.

Ji sedî 41 ê rojnamegerên, bûyerên tundiyê bi kampanyayên mîsenformasyonê yê li înternetê eleqedar kirin.

Rojnamegerên jin Facebook weke platforma herî kêm ewle ye, pênase kirin. Twîtter di vê mijarê de di rêza duyemîn de cih girt.

Ji sedî 25 ê rojnamegerên jin ên bûn hedefa tundiya onlîne, mijar birin ber destê karsazên xwe.

Ji sedî 30 ê rojnamegerên jin ragihandin ku bûyerên giran ên tundiyê kiriye ku ew xwe bi xwe sansur bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar