PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Tundiya polîsan a li Gallerê kete rojeva meclisê

Êrîşa polîsan a li bajarê Newport ê Gallerê ku dawiya hefteyê li dijî aktîvîstên kurd pêk hatibû, ket rojeva Meclisa Gallerê. Parlamentera Plaîd Cymrû Bethan Sayed ji hikûmetê daxuyaniyek xwest ji bo careke din polîs bi vî rengî tevnegere

Ji bo piştevaniya Îmam Şîş ê ji 17’ê kanûna 2018’an ve li bajarê Newport ê Gallerê di greva birçîbûnê de ye, komek ji aktîvîstan ji Londonê ber bi Newportê ve dest bi meşeke dirêj kiribûn, lê belê ji aliyê polîsên Newportê ve hatibûn astengkirin. Ji ber astengiya polîsan tengezarî rû dabû.

Parlamentera Plaîd Cymrû Bethan Sayed di rûniştina meclisê de pêşnûmapirsek li hikûmetê kir. Sayed xwest, rûniştineke taybet a meclisê ji bo nîqaşkirina têkiliya navbera polîsan û civakê bê kirin ku bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin.

Sayed wiha got: “Min gelek caran tiştên bi serê gelê kurd de tên li vê meclisê anî ziman. Dawiya hefteyê li Newportê meşeke aştiyane hebû. Min li wêneyan û dîmenan temaşe kir. Min helwesta polîsan a li dijî çalakgeran dît. Kurd polîtîkayên rejîma otorîter a li Tirkiyeyê ya li dijî kurdan protesto dikin. Nêzîkatiya polîsên li vî welatî li çalakiyeke bi vî rengî aştiyane, mirov ditirsîne. Lewma divê teqez li ser vê yekê rûniştineke meclisê bê kirin û mijar bê nîqaşkirin. Di heman demê de piştî vê bûyerê min di hin organên medyaya civakî de şîroveyên bi vî rengî dîtin, ‘Bila biçin welatê xwe çalakiyan bikin’. Eger li Tirkiyeyê ev şert û merc hebûna ji xwe piraniya van çalakgeran îro ne li vir bûn.”

Sayed ji bo kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê ji ber êrîşan banga piştgiriyê kir û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê dewam dikin. Ji ber vê yekê ne tenê bi kurdên li vir re, di heman demê de divê em bi kurdên li welatê xwe re jî piştgiriyê bikin.”

Wezîr Rebecca Evans bi navê hikûmetê bersiv da û anî ziman ku di hevdîtina bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê re wan mijar anîne rojevê, der barê nêzîkatiya polîsan de jî; nêzîkatî wê dixe nava fikaran û wê bi organên pêwendîdar re mijarê nîqaş bikin. CARDÎFF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar