Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Ji bo guherînê biçe ser sindoqê

Hilbijartinên ji bo ji bo tûra duyemîn a serokkomariyê dest pê kir. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ku dengê xwe dan, bang kirin ku her kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkeve. 

Degndayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir.
Kiliçdaroglû: Ji bo xelasiya welat divê her kes biçin ser sindoqan
12.48 – Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû raya xwe da û wiha got: “Ji bo ev zext bi dawî bibin û ev welat bigihîje demokrasiya rasteqîn, ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan.”
Şandeya biyanî hilbijartinan dişopîne
12.37 – Parlamenterê Partiya Çep a Alman Hakan Taş ji bo hilbijartina serokkomariyê bişopîne hatiye Amedê û got: “Hêvî dikim ku Tirkiye carek din di tarîtiyê de nefetise. Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe ser sindoqan.”
Sancar: Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin
12.23 – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da ev bang kir: “Bila herkes biçe ser sindoqan ji ber ev ne tenê hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin.”
Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka
12.07 –  Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.
Li Rihayê êrîşî parlamenterê CHP’ê hat kirin
11.38 – Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker li Rihayê dema zilaman li şûna jinan deng didan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê êrîşî Şeker hat kirin.
Bloka çete li Mêrdînê bi aşkereyî binpêkirinan dike
11.23 – Li Mêrdînê li hin dibistanan parêzer ji derdora sindoq û dibistanan hatin dûrkirin. Polîs ji bo AKP’e muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî rayên bi komî tên bikaranîn.
Buldan: Dengek qedera welatekî diguherîne
11.14 –  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dengê xwe da û wiha got: “Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.”
Demîrtaş: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
11.03 – Selahattîn Demîrtaş wêneyekê ku dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”
Emîne Şenyaşar: Xwedî li dengên xwe derkevin
10.56 –  Emîne Şenyaşar dengê xwe da û ev bang kir: “Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”
Li Yalovayê zerfên sexte 
10.56 – Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a namzetên hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. Ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimî û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hat girtin. Hat zanîn ku ew zerfên qatkirî ji derve anîne dibistanê.
Hevberdevkên Çepên Kesk dengê xwe dan
10.05 – Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Ûçar li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Abadolûyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî.
Ûçar di sindoqa bi hejmara 1359’an de dengê xw ebi kar anî. Ûçar piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xw ebi kar bînin û got: “Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xw ebi kar bînin. Cardin meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14’ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê bi kar aniye û got: “Hêvîdar im 28’ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitêkoşin.”
Mexdûrên erdhejê çûn ser sindoqan
09.49 – Li Hataya ku di erdhejên navenda wan Mereşê de gelek hilweşiya, li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dengdayînê dest pê kir. Hilbijêrên ku ji ber hilbijartina serokkomariyê diçin ser sindoqan li ber konteyniran ketin dorê.
Dengdan destpê kir
08.00 – Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê saet di 08.00’an de dest pê kir. Li seranserê welêt li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt biçin ser sindoqan. Dengdayîn dê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00’an de bi dawî bibe.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar