Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Turk: Bi yekitiyeke demokratîk dikare pêşî li darbeyê bê girtin

Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli, yê Mêrdînê Ahmet Turk û ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Ahmet Turk da zanîn ku di 19’ê tebaxê de darbeyeke siyasî hatiye kirin û hikûmet hewl dide vê darbeyê rewa nîşan bide. Turk da zanîn ku ger yekitiyeke demokratîk bê avakirin, dikare pêşî li vê darbeyê bê girtin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli di 19’ê tebaxê de ji aliyê wezîrê karên hundir ve ji peywirê hatin girtin. Hevşaredaran li Otela Elit World a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de wekîlê serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç û berpirsyarê rêveberiyên herêmî yê cîgirê hevserokê giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan jî amade bûn.

Di civînê de di serî de Ahmet Turk axivî û got ku di 19’ê tebaxê de li dijî wan darbeya siyasî pêk hatiye. Turk wiha domand: “Em ji bo ku xwedî li îradeya xwe derkevin niha li vir in. Dema ku em di 19’ê tebaxê de ji peywirê hatine girtin me dît ku nivîsên dûrxistinê di 1’ê nîsanê de ji wezîrê karên hundir re hatine şandin. Dixwazin têkildari qeyûman binhişekî ava bikin. Hişmendiya ku darbeyê rewa dibîne li ser kar e. Dibêjin ku ji cihên cuda re pere şandine. Tiştekî wiha nîne. Ji sala 1973’yan heta niha di nava siyasetê de me. Cara yekemîne rastî pêvajoyeke wiha dijwar têm. Lê dîsa jî em hêviyên xwe qut nakin. Ev tişt bi têkoşîn û sebrê dibe. Êdî mesele ji meseleya kurdan derketiye. Mesele bûye bûye meseleya demokrasiyê. Divê ev bi aştiyê çareser bibe. Ger ku ji ber hilbijartinên Stenbolê nebûya, dê di 1’ê nîsanê de qeyûm tayîn bikirina. Lê ji ber Stenbolê hate paşxistin. Siyaseta me ji bo demokrasî û xizmeta gel e. Siyseta ku niha tê meşandin, kurdan weke talûke heyî dibîne.”

Gefa Erdogan bersivand

Ahmet Turk li ser pirsa der barê gotina Erdogan a; ‘Di destê me de gelek dosya hene’ de jî wiha got: “Aqilekê dewletê nemaye. Sibê dê çi biqewime mirov nizane. Dibe ku em rastî  hemû rêbazan bên. Ger ku em aqilekê dewletê ava nekin, bêtehemûliya ku dikeve nava gelên me bi rastî jî rê li ber fikaran vedike. Dibe ku sibê der barê parlamenteran de jî pêvajoyek dest pê bike. Vê jî tenê em dikarin bi avakirina nirxên demokratîk ên hevpar re asteng bikin.”

Mesrefa xwarina ji bo mêvanan

Di civînê de rojnamegerekî pirsa ‘Raste di serdema hevşaredariya Ahmet Turk de ji bo xwarinê 300 hezar lîre hatine xerckirin?’ jî ji Turk kir. Turk pirs wiha bersivand: “Bêguman dema ku ez weke serokê şaredariyê hatime hilbijartin, rojane herî kêm 300-500 mêvan dihatin. Di temamiya serdema me de 220 hezar lîre fature derketiye. Di Şaredariya Mêrdînê de bihayê 7 hezar û 200 lîreyan av hatiye vexwarin. Pileya germahiyê dibe 50 û mirov tên. Lê dema ku wezîrên wan dihatin tenê ji bo xwarinekê 260 hezar heta 270 hezar lîre mesref kiriye. Faturayên wan di destê me de hene. Faturayên ku di binê wan de îmzeya serokê daîreya malî heye yên aydê qeyûm di destê min de hene. Di dema hatina serokomar de bi bihayê 332 hezar lîreyan wesayît hatine girtin. 4 hezar û 200 kes tev li xwarina wezîrê karên hundir bûne. Lê li Mêrdînê eywana herî mezin, tenê 800 kes dikarin bikevinê. Lîsteya diyariyan a di destê me de jî me bi serokê daîreya malî dabû îmzekirin. Mirov ji Balikesîrê ye û gotiye ku wijdana wî vê neheqiyê ranake. Temamiya van faturayan ji zêringirekî bi navê Sîlver Altin hatine stendin. Xwediyê dikane ji xwe di şaredariyê de serokê daîreyê ye. Ji bo parlamenterên AKP’ê yên Mêrdînê bi bihayê 146 hezar xwarin hatiye dayîn. Ez li wan geriyam lê gotin teqez me tu xwarineke wiha nexwarî ye.”

Erdogan daxwaza hevdîtinê bêbersiv hiştiye

Turk da zanîn ku 2 beriya niha ji bo ku van faturayan bipirse ji serokomar Erdogan vexwendname daxwaz kiriye û ev agahî dan: “Lê li min venegeriyan. Gelemperî nêzikatiyeke nixûmandina van tiştan heye.  Şandeyeke bêalî bişînin. Bila wezîrê karên hundir bê û ez jî dê biçim. Em vî awayî raya giştî agahdar bikin. Dema ku serokomar hatiye Mêrdînê 10-15 wesayît hatine kirêkirin. Bihayê wan jî 332 hezar lîre ye. Dema em van hemûyan datînin berhev, çend milyon digirin. Niha jî rabûne qala 220 hezar lîreyên ku ji bo mêvanan hatine mezaxtin dikin. Qeyûm 2 sal û nîvan maye li ser peywirê lê ji bo pênûsê taybet 9 milyon lîre lêçûn kirine. Ji bo nixûmandina vê bêhiqûqiya xwe her tiştî dike. Hinek kesan ji xwe re weke dijmin radigihîne û bi vê rêbazê dixwazin desthilatiya xwe bidomîne.”

Ji Kiliçdaroglu re peyam

Di berdewamê de jî Turk ev peyam ji Kiliçdaroglu re şand: “Em dixwazin ji bo demokrasiyê hevkariyê bikin. Li cihên weke Stenbol, Enqere, Antalya, Hatay û hwd. me piştgirî neda CHP’ê, me piştgirî da demokrasiyê. Kiliçdaroglu pênaseya; ‘Weke tiştê ku frêna wê teqiyayî’ dike. Wê demê werin em vî tiştî pêkve rawestînin.

‘Hevserokatî teqez dê bidome’

Bedîa Ozgokçe Ertan jî pirsa têkildarî hevşaredariyê bersivand û wiha got: “Hevserokatî yek jê sepanên me yên bingehîn e û di tuzuka me de jî heye. Weke ku tê zanîn ev yek di qanûnê de jî heye. Di hemû qadên me yên rêxistinî de ketiye meriyetê. Rewatiya xwe jî ji piştgiriya gel digire. Em ji vê venagerin û dê ji bo vê têbikoşin. Hevserokatî ji bo nebe nabe ye.”

‘Ez ê niha çi ji ciwanan re bibêjim?’

Piştî pirsên rojnamegeran jî Mizrakli axivî û ev tişt anî ziman: “Me di 16’ê nîsanê de dest bi kar kir. Weke karê destpêkê me 103 trîlyon û nîv deyn da. Hemû karên me bi awayekî fermî hatine tomarkirin û wezareta karên hundir jî dibîne. Ev tewanbariye mîna pêkenokane. Hewldana tunekirina HDP’ê ya di qada siyasetê de ye. Ez ê niha ji civak û ciwanên xwe re bêjim çi? Dewletê bi vê biryara xwe re rêya çiya vekir. Ger ku deriyên siyaseta demokratîk bên girtin, dê encam û bedelên wê jî giran bin.”

Şaredarî di xizmeta AKP’ê de bû!

Herî dawî jî Ertan axivî û ev agahî dan: “Bi qasî milyarek û 200 milyon lîre deynê Wanê hebû. Me şahidiya karên derqanûnî yên waliyên hatine tayînkirin kir. Tevî bi dehan nelirêtiyan jî lêkolîneke mufetîşên milkiyê nîne. Ji wesayîtan meqaman heta sotemeniyê me di meha destpêkê de 4 milyon û nîv lîre tasarûf kir. Ji bo qeyûm mescîd û destşokên taybet hatine çêkirin. Ji bo firaqên ku tenê dê qeyûm û hevjîna xwe bikarbînin jî 48 hezar lîre hatine mezaxtin. Mesrefa tadîladata avahiyên AKP’ê jî ji budçeya şaredariyê hatiye kirin. Mesrefa mîtîngên AKP’ê jî ji budçeya şaredariyê hatiye kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar