Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Turk-Bûldan: Tercîha me ne ji bo kesan e, ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê ye

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi wesîleya tûra duyemîn a hilbijartinan bang li gelê kurd kirin û gotin: “Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye.”

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, George Aslan, Sevilay Çelenk, Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê li hotêleke navçeya Peyasa Amedê bi rojnamevanan re civiyan û daxûyanî dan.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û banga çûna ser sindoqan li gel kir.

‘Polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya kurdan’

Bûldan da zanîn ku ew ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn vê civînê li dar dixin û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî wan wek Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xistiye. Bûldan anî ziman ku hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn ji bo siberojek demokratîk û aştiyane gelek girîng e û got: “Hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo guhertinê dîrokek girîng e. Helwesta me ya tûra yekemîn wê di tûra duyemîn de jî berdewam bike. Biryardarî û helwesta me di tûra yekemîn de nîşan da em di tûra duyemîn de jî nîşan bidin. Çimkî siberoj me eleqedar dike. Heke serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser bikeve tê wê maneyê ku wê gelên Tirkiyeyê carek din nikaribe bêhnê bistîne. Ez vê pir aşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe wê civak aram bibe. Hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya kurdan e. Divê em ji vê dijminatiyê rawestînin.”

‘Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin’

Bûldan ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê banga beşdariyê li gel kir û wiha got: “Ev hilbijartin pir dîrokî ye. Ya em ê ronahiyê hilbijêrin û tercîh bikin an jî em ê tarîtiyê tercîh bikin. An em ê faşîzmê tercîh bikin an jî em ê demokrasiyê tercîh bikin. Bi rastî jî ev hilbijartin pir dîrokî ye û girîng e. Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Di serî de em spasiya gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya partiya me kirin. Em carek din dixwazin bangî gelê kurd û hemû gelê Tirkiyeyê bikin; guhertina qedera Tirkiyeyê di destê me de ye. Em di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin guhertinê. Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin. Em carek din bang li gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û rayên xwe derkevin.”

Ahmet Turk: Tercîha me ne ji bo kesan e, ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê ye

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ê li dijî faşîzmê wê helwesta wan demokrasî be û di tûra duyemîn de banga piştevaniya Kiliçdaroglû kir. Turk anî ziman ku hilbijartina tûra yekemîn û tûra duyemîn gelek girîng e û wiha got: “Sancoyên guhertinê û veguhertinê bi me re çêbûne. Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye. Ji vir nemaze dixwazin gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî neyên lîstokên hin kesan. Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê em biçin ser sindoqan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar