Namzetên hevşaredariyê yên Mêrdînê bi rojnamegeran re civiyan. Di civînê de Ahmet Turk anî ziman ku êdî tayînkirina qeyûman a li ser îradeya gel ewqas hêsan nabe. Turk got ku dê gelê Mêrdînê bersiva pêwîst bide qeyûman
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, namzetên hevşaredariyê yên navçeya Artûklûyê Nurettîn Turgay û Fatma Yilmaz bi rojnamegeran re hatin gel hev. Civîn li oteleke Mêrdîna Kevn hat lidarxistin. Axaftina destpêkê ji hêla hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat kirin. Piştre jî Ahmet Turk der barê xebatên xwe de agahî dan û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Ahmet Turk anî ziman ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji bo wan ne hêsan e û wiha domand: “Bi salan e em ji bo siberojeke azad û demokratîk têdikoşin. Têkoşîna me tenê ji bo bidestxistina rêveberiyên herêmî nîne. Em dixwazin di her alî de civaka xwe pêşve bibin. Em di pêvajoyeke dijwar de ne û di bin zextên giran de diçin hilbijartinan. Dê gelê me bi vîna xwe ya azad siyaseta desthilatdar red bike û ji bo siberojeke demokratîk dengê xwe bilind bike. Bi gotinên ‘pirsgirêka hebûnê heye’ re dixwazin civakê dabeş bikin. Dê li dijî feraseta ku kurdan ji her tiştî bêpar dihêle û pêşeroja wan tarî dike, bersiveke xurt bide.”
Gotinên Erdogan bi bîr xist
Turk têkildarî tayînkirina qeyûman jî wiha got: “Cihê qeyûman li vê herêmê û vî welatî nîne. Qeyûman îradeya gelê kurd îpotek kiriye. Ev rewşeke bêhiqûqî û ne adilane ye. Ez gotinên ‘Maduro bi vîna gel hatiye hilbijartin’ ên Erdogan bi bîr dixim. Gelo ma şaredarên me jî ji hêla gel ve nehatibûn hilbijartin? Em di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de xwedî îdia ne. Em bi projeyên xwe yên feraseta demokrasiyê derdikevin pêşberî gel.”
Feraseta xizmetê
Di berdewamê de jî Turk got ku qeyûm dixwazin şaredariyan di bin deynan de bihêlin û wiha pê de çû: “Dixwazin me û gel bînin beramberî hev. Hemû mal û milkên gel firotine û îhaleyên wan jî em baş dizanin. Em bi feraseta xizmeteke ku civakê hembêz dike, ji jinan re rêzê digire, mafên jinan û xweseriya jinan esas digire, nasnameya jinan a di siyasetê de asas digire derdikevin rê. Di van mijaran de xebatên me hebûn. Serokatiya Daîreya Jinan bi rastî jî xebatên mezin kirin. Şaredarî bûn ên gel.”
Ketina şaredariyê êdî ji ya qereqolan zehmettir e
Namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku qeyûman gelek xebatên wan ên nîvcomayî, weke xebatên xwe nîşan dane û wiha derbirî: “Lê tevî 3 sal derbas bûn, kevir nedanîn ser kevir. Têketina qereqolekê êdî ji ketina şaredariyekê hêsantir e. Em ê konseya bajêr, meclisên taxan û kooperatîfan careke din bixin meriyetê. Em ê ji bo hilberînin bi cotkarên xwe bibin alîkar.”
Bersiva Erdogan da
Li ser pirsên rojnamevanan ên ku der barê gotinên Erdogan ku digot dê qeyûman tayîn bike û li ser pirsa deynên qeyûman, Ahmet Turk ev bersiv da: “Çi dikin bila bikin em ê dev ji têkoşîna demokratîk bernedin. Tayînkirina qeyûman dê ewqas hêsan nebe. Ger qeyûm bên tayînkirin êdî dê her tişt zelal bibe û dê her kes bibêje ‘ev rejîma yekzilamî’ ye. Ji bo me ya girîng, bersiva gel a li dijî qeyûman e. Hemû kirinên qeyûman em ê yek bi yek ji gel re vebêjin. Gumana me ya ji 31’ê adarê nîne. Em ê ji 1’ê nîsanê ve xebateke ji bo xelaskirina deynên şaredariyê bimeşînin. Lê em ê di serî de gelê xwe agahdar bikin. Pişt re jî dê xebatên xwe bidomînin.” MÊRDÎN