Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Turk: Divê HDP rêxistinbûna xwe mezin bike û siyaseteke çalak bimeşîne

Siyasetmedarê kurd û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Ahmet Turk têkildarî geşedanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re axivî.

Ahmet Turk ji ewil bal kişand ser daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a têkildarî ‘navbeynkarê Îyî Partiyê’ û wiha got: “Dema min ev bihîstî pir şaş bûm. Di siyasetê de divê hin tişt veşarî bimînin. Divê kozên wiha mirov nede destê îktîdarê û rojevên sûnî ava neke. Jixwe tu hêviyên me ji Îyî Partî yan jî ji desthilatdariyê nînin. Ew gotin bi kêrî derdorên din tê. Îktîdar xitimî ye û her roj rojevê diguherîne. Bi rojeva darbeyê re hewl dide qeyrana aboriyê û vîrûsê veşêre. Ez nebawerim ku ji bo hilbijartên pêşwext amadekariyek hebe. Dibe ku geşedanên nû pêş bikevin û hilbijartin têkeve rojeva Tirkiyeyê.”

Di berdewamê de jî Turk diyar kir ku ew lihevkombûnên li dora nirxên demokratîk esas digirin û wiha pê de çû: “Divê em li dora nirxên demokratîk kom bibin û em hemû bi aqileke hevpar tev bigerin. Hewl didin muxalefetê bêdeng û parçe bikin. Lê mixabin hêzên muxalîf her tim navber xiste navbera xwe û kurdan. Heke bi rastî jî em Tirkiyeyeke demokratîk biaxwazin, wê demê divê em bi mirovên xwedî wijdan û edalet re bên cem hev. Îktîdar rexneyan qebûl nake û xwe ji kurdan dûr dike. Ev ne çareserî ye. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk divê nêrîna her kesî bê guhdarkirin. Divê nerînên hêzên demokratîk li ber çavan bigirin.”

‘Divê HDP xwe birêxistin bike’

Bi domdarî jî Turk bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Ji bo tunekirina HDP’ê di nava hewldaneke mezin de ne. Bi tayînkirina qeyûman jî dixwazin me ji gel qut bikin. Her wiha li dijî siyaseta kurd zextên giran hene. Hevalên me ji ber ku fikrên xwe anîn ziman niha di zindanê de ne. Divê HDP xwe bi rêxistin bike û bi gel re bibe yek. Lê ev ne hêsan e. Gelek astengî hene. Divê hewldaneke mezintir hebe. Eniya çep û şoreşger niha xwe kişandiye qalikê xwe. Têkiliya wan a bi gel re pir kêm e. Ji sedî 80’ê ya gel xizan e. Ya ku dê bandorê li wan bike, ruhê şoreşgerî û xebatên şoreşgerî ne. Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne.”

‘Divê muxalefet nêzî gel bibe’

Turk di berdewamê de jî ev tişt destnîşan kir: “Rejîmeke otorîter niha Tirkiyeyê birêve dibe. Dixwaze beşek gel ê nijadperest bîne cem xwe. Li dijî vê jî siyaseteke xurt hewce ye. Ya ku niha muxalefet dike tenê bersivdayîn û li pey ketina rojevên sûnî ye. Divê di nava gel de xebat bê kirin. Ev rexne ne tenê ji bo CHP’ê, divê HDP jî siyaseteke çalaktir bimeşîne.”

Yekitiya neteweyî

Di berdewamê de jî Turk qala yekitiya neteweyî ya kurd û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Divê gelê kurd li dora rêgezên hevpar bibin yek. Divê kurd daxwaz, rê û rêbaz û siyaseta xwe diyar bikin û li gorî wê gavan biavêjin. Em çûn Başûr. Me xebat meşandin lê mixabin partiyên siyasî xwe nedan ber yekitiyê. Bandora hêzên derve jî heye. Mesut Barzanî di got ku dê rê nede şerê birakujiyê. Divê li dijî şerê birakujiyê em li dora nirx û rêgezên hevpar bibin yek. Pêdiviya me ji her demê bêhtir niha bi yekitiye heye. Birêz Ocalan di vê mijarê de diyar dike ku bi rêyên rêxistinbûna demokratik, aştî û diyalogan pirsgirêk çareser dibin.”

Êrîşên li dijî goristanan

Herî dawî jî Ahmet Turk bertek nîşanî êrîşên li dijî goristanan da û got: “Ev êrîş ne karê mirovan e. Cihê van kiryaran ne di hiqûqê de, ne di baweriyê de û ne jî di mirovahiyê de nîne. Me 12’ê Îlon jî dît. Wê demê îşkence û zilm pir zêde hebû. Lê îro êrîş bêhtir bi rêxistin, bi plan û bi zanebûn tên kirin. Li dijî hemû nirxên kurdan êrîşên tunekirinê hene.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar