Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Turk: Ger kurd yekitiya xwe ava bikin dê destkeftiyên wan mezintir bibin

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku yekitiya neteweyî ne li derdora bîrdoziyekê, divê bi tevlêbûna hemû nêrîn û rengiyên civakê bê avakirin. Turk da zanîn ku firsendên dîrokî di destê kurdan de hene û ger ev firsend baş bên nirxandin û yekitiya kurdan ava bibe, dê deskeftiyên hene berfireh bibin û ji bo kurdan bibe serdemeke nû

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd, duh li Amedê dest pê kir. Yek ji beşdarên komxebatê jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bû. Turk têkildarî yekitiya neteweyî ji ANF’ê re axivî.

Ahmet Turk anî ziman ku zêdetirî 11 salin hewldanên wan ên ji bo tifaq û yekitiya neteweyî hebûn û wiha got: “Car caran em bi partiyên siyasî yên li Başûr re dihatin cem hev. Me timî destnîşan dikir ku êdî hatina cem hev û xebateke hevpar bivênevê ye. Em dibînin ku bi hinek partiyên demekê me silav nedidan hev, em îro têkildarî fikir danûstandinan dikin, xebat û komxebatên hevpar pêk tînin. Ev rewş me bi hêvî dike. Û em bawer in dê ev komxebat ji bo paşerojê tevkariyeke zêde bike.”

‘Yekitiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk nayê’

Turk diyar kir ku yekitiya neteweyî tiştekî pir cuda ye û wiha dom kir: “Mirov nikare yekitiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bîne. Ger hûn hewl bidin yekitiya neteweyî li derdora bîrdoziyekê pêk bînin, ji sedî sed dê muxalîfên wê, dê kesên cuda difikirin çêbibin. Îro dema em li Rojhilata Navîn li deverên weke Sûriye, Lîbya, Îranê  dinihêrin em dibînin ku ji ber mezhebgirî û bîrdoziyan parçebûnek heye. Ango pêvajoya ber bi yekitiya neteweyî, Kongreya Neteweyî ve diçe dê her kesî lê belê kesên welatparêz ên bi mentiqeke ku hemû kurdan bîne cem hev tevdigere hembêz bike. Her wiha avakirina zemîneke wiha ye. Berî niha jî min mînakek da, min got, gotineke pêşiyên Çîniyan heye. Dibêje pisîk spî yan jî reş be girîng nîne, ya girîng ew e ku mişk digire. Ev xebatên yekitiyê ku ji Rojava destpêkirin jî divê di aliyê gelbûnê de pêş bikeve, xwe bigihîne gel, gel pêş bixe, gel rake ser pêyan û bi rê ve bibe. Yan na tenê pêkanîna komxebatan û li ser kaxezan wergirtina biryaran têr nake. Ji ber em di qonaxeke wiha de ne dibe ku gelek destketî xurt bibin û gelek destketî tune bibin. Yan na şansê serkeftina tevgereke ku gel lê xwedî dernekeve nîne. Di vê demê de hewce ye em di nav xebateke cidî ya gel bigihîne hev û bixe nav tevgerê de bin.”

‘Di gel de pirsgirêk nîne’

Bi domdarî jî Turk wiha got: “Pêwîst e em hewldanên di vê mijarê de mezin bikin. Divê em realîst bin, gelê me di van qonaxên dawî de hatiye bêdengkirin. Mînak li cihekî weke Qoserê ku me ji sedî 80 deng wergirtiye, em daxuyaniyekê bi 200-300 kesî pêk tînin. Bêguman di gel de pirsgirêk nîne, lê belê peyameke yekitiyê ku wêrekiyê bide gel û gel bixe nav tevgerê hewce ye. Divê xebat û beyanameyeke ku nîşan bide bê ev yekitî çi qasî girîng e pêwîst e.  Lewma divê siyaseteke gel xwedî lê derkeve, gelbûnê pêş bixe pêk were. Ango divê siyaset ji têgihiştineke bîrdozî rizgar bibe. Divê têkildarî rojev û daxwazên gel biryaran werbigire. Belê gelê kurd li hemberî van hemû êrîşan xwedî hêrseke mezin e, lê siyasetmedarên vê organîze bikin di nav xebateke hevpar de nînin. Dema ev nebe jî dibe sedema ku gel li hemberî siyasetê bertek nîşan bide.”

‘Divê hûn xwe bi gelê xwe re bikin yek’

Ahmet Turk anî ziman ku hinek partiyên siyasî yên xwedî statuyekê, hinekî li ser esasê hevsengiyên Rojhilata Navîn siyasetê dikin û wiha pê de çû: “Yan jî li gorî xwe bi awayê xwe ji van hevsengiyan dûr dixin ji xwe re sîwaneke parastinê ava dikin. Ya em dibêjin ew e, têkildarî pêşerojê tu sûdekê vê nîne. Ji ber pêwîst e hûn xwe bi alîgir û gelê xwe re bikin yek. Jixwe li deverên din, li parçeyên din siyaset û beşên cuda li hemberî kurdan di nav êrîşan de ne, bi awayekî ku destkeftiyên kurdan tune bikin tevdigerin. Ger ev wiha ye, wê demê divê hûn xwe bispêrin gelê xwe. Divê hûn bi têgihiştineke ku hemû partiyan û nirxên neteweyî hembêz dike siyasetekê bimeşînin. Em dizanin ev kêmasiyek e. Helbet ez naxwazim di vê mijarê de kesî sûcdar jî bikim. Lê hewce ye mirov ji sedî sed van kêmasiyan li ber çav bigire. Dibêjin, ‘Ger ez vê bikim, ez ê rastî êrîşa filan tiştî bêm.’ Lê belê heke hûn destkeftiyên gelê xwe esas negirin, ji gelê xwe yeqîn nekin, hûn ê rojekê teqez rastî van tiştan bên. Em dibînin îro li Iraqê avahiya federal a kurdan ji her alî ve ji Hîzbullah a Lubnanê heta Şîiyên li Iraqê, Îran û Tirkiyeyê dibe armanc. Ger ev wisa ye wê demê hewce ye mîsyoneke mezin a yekitiyeke xurt pêş bixe werbigirin. Xebatên berê yên têkildarî Kongreya Neteweyî ji ber van nêzîkatiyan bi ser neketin.”

‘Firsendên mezin ketine destê kurdan’

Herî dawî jî Turk ev tişt destnîşan kir: “Gelê Kurdistanê di serdemeke girîng û krîtîk de derbas dibe û divê di vê serdemê de kurd firsenda ketiye destê wan baş bikarbînin. Her demê serdemên wiha girîng bi dest nakeve. Îro kurd li seranserî cîhanê tên naskirin û pêşengtiyê dikin. Ger ev firsend baş neyê nirxandin, hemû destkeftiyên kurdan dê rastî êrîşê bê û li ser axa Kurdistanê dê rûdawên wezin pêk were. Heger ev firsend baş bê nirxandin û yekitiya kurdan were avakirin, dê deskeftiyên hene berfireh bibin û dê ji bo kurdan bibe serdemeke nû.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar