Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji bo dîsa li peywira xwe vegerin û tayînkirina qeyûm betal bibe, serî li dadgehê dan
Wezîrê Karen Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di 19’ê tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kiribû û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywire girtibûn.
Hevşaredar Selçuk Mizrakli û Ahmet Turk ji bo dîsa li peywira xwe vegerin û tayînkirina qeyûm betal bibe, serî li dadgehê dan. Mizrakli serî li 1’emîn Dadgeha îdarî ya Amedê da. Ahmet Turk jî bi rêya parezerê xwe Erdal Kuzu serî li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da. AMED