Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Turkdogan: Gelek sivîl hatin kuştin

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, di çalakiya xizmên windayan de diyar kir ku ev çend rojin agahiyên kuştinê dibihîzin û wiha got: “Hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em wek parasvanên mafên mirovan di daxwaza aşitiyê û edaletê de israr dikin.”

Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 557’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku di pêvajoyeke ku xwîn, êş, rondikên çavan û mirin heyî re derbas dibin û wiha got: “Em tim dibêjin pirsgirêka kurd tenê dikare bi muzakereyan bê çareserkirin. Lê mixabin ferasete ku ji vê çareserî û diyalogê dûr niha li ser desthilatdariyê ye. Bi lez riyên çareseriyê vekin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir çend roj in li erdnîgariya lê dijîn agahiyên kuştinê dibihîzin û wiha got: “Hejmareke zêde sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em wek parazvanên mafên mirovan aşitî û edaletê israr dikin. Em dest ji vê lêgerîna edaletê bernadin. Em dixwazin ku Tirkiye ji peymana Netewiyên Yekbûyî (NY) ya windanyan re bibe alîgir. Ji bo ku winda bên dîtin, divê lêpirsîneke bi bandor bê vekirin. Em dixwazin faîlên mirovên winda werin darizandin. Yên winda jî cenazeyên wan werin dîtin. Ji bo ku edaleteke mayînde, divê şertên aşitiyê pêş bikevin.”

Endamê ÎHD’a Amedê Adnan Orhan, aqûbeta Yavûz Kaynar ê di sala 1995’an de li Kilîsê dema leşkerî dikir hat windakirin pirsî. Pişt re Hatice Tekdag a 25 sal in li hestiyên hevserê xwe Alî Tekdag digere diyar kir ku cenazeyên xwe ji dewletê dixwazin û dewlet çima cenazeyê wan nadin wan? Tekdag bal kişand ser şerê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê û wiha axivî: “Em şer û pevçûnê naxwazin. Bila ciwan nemirin xwîn nerije. Em azadiyê û aşitiyê dixwazin.”

Polîsan êrîş bire ser Dayikên Aştiyê

Li aliyê din polîsan êrîş bire ser Dayikên Şemiyê ku digotin, ”şer mirin e”. Polîsan bi fîşekên plastîk êrîş bire ser Xizmên Windayan, bi zorê hewl da ku girseyê têxe avahiya HDP’ê. Dayikên Şemiyê ev gav şermezar kir, li gel dorpêça polîsan jî li aqûbeta Cemîl Kirmayir pirsîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar