Hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku wan li Enqereyê nameyên ku leşker û polîsên di destê gerîla de ji malbatên xwe re şandibûn, radestî malbatên wan kirine. Turkdogan got ku wan li meclisê têkildarî mijarê bi CHP, HDP û AKP’ê re hevdîtin kirine. Turkdogan bang li hemû derdoran kir ku ji bo aştiyê tevbigerin
Malbatên leşker û polîsên di destên PKK’ê de dîl girtî jî tev li çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, bûn. Hevserokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan der barê leşkerên girtî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Bêrîvan Altan re axivî.
Ozturk Turkdogan got ku ji bo berdana leşkerên girtî ev 4 sal in di nava hewldanan de ne û wiha domand: “Me malbatên polîs û leşkeran di 29’ê gulanê de vexwendin Enqereyê. Nameyên ku leşker û polîsan ji malbatên xwe re şandibûn me radestî wan kirin. Bêguman malbat pir keyfxweş bûn. Li gorî agahiyên di nameyan de 13 kes hene û ji van 8’an jê name şandibûn. Di wê rojê de li meclisê bi CHP, HDP û AKP’ê hevdîtin hatin kirin. Hemû jî bi erênî nêz bûn. Em jî bi hêvî bibûn. Di gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hatibû kirin û vê jî rê li ber nîqaşeke weke gelo dê pêvajoyeke nû dest pê bike, vekiribû.”
‘Dixwaze zarokan bikuje lê li cem dayikên wan e’
Turkdogan diyar kir ku wan heta niha bi dehan bang kirine û wiha pê de çû: “Hêvîdarim ku derdorên demokratîk bi vê mijarê re bêhtir eleqedar bin. Bi taybetî divê tevgera kurd di vê mijarê de gavan biavêje.” Turkdogan bal kişand ser çûna Soylu ya ber avahiya HDP’ê û wiha derbirî: “Madem tu çûy wê derê qet nebe bila te ji bo aştiyê çend gotin bikirana. We bi xwe got; ‘Heta ku hemû terorîst tên kuştin em ê têbikoşin.’ Hûn hem qala kuştina wan zarokan dikin û hem jî diçin cem dayikên wan. Ev nakokî ye. Divê malbat jî vê rastiyê bibînin. Werin em pêvajoya aştiyê careke din bidin destpêkirin. Wê demê dibe ku ev zarok tev jî çekên xwe danin û vegerin.”
Banga Ocalan
Di dawiyê de jî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Ger ku desthilatî micid bûya, dikariya pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bike. Ev mijareke pir girîng e. Ev bang banga Ocalan e. Lê desthilatdariya siyasî bi plan û projeyên nû yên şer bersivê dide vê bangê. Ji ber vê her ku diçe piştgiriya civakê ya ji bo desthilatdariyê kêm dibe.” ENQERE