Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Turkdogan: Şewitandina înfazan xeleka dawî ya tecrîda Îmraliyê ye

Ozturk Turkdogan anî ziman ku li tu dera cihanê tecrîdeke wek ya li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ye û got: “Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand. Demildest divê dest Tirkiye dev ji vê berde.”

Komploya navdewletî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê wekî “destpêka Şerê Cihanê yê Sêyem” nirxand, ket sala 26’an. Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi mudaxileya hêzên global a li Rojhilata Navîn ji Sûriyeyê hat derxistin û piştî 130 rojan, di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke girankirî û mutleq de ye.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Ozturk Turkdogan, pergala tecrîdê ya Îmraliyê û bandorên wê yên li pergala hiqûqê nirxand.

‘Li Tirkiyeyê pergaleke dualî tê pêkanîn’

Turkdogan destnîşan kir ku ev pêkanîn hemû ne li derî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Turkdogan bilêv kir ku li cihan ê hevtayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tune ye û got: “Nahêlin Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Tim cezayên disiplînê dibirin. Li welêt dadgerek ranebe û nabêj e ‘ev ceza kêfî ne û em dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin.’ Ka qanûnên we hebûn? Nexwe hin tişt bi nivîsên di qanûnan de nabin. Li Tirkiyeyê pergaleke dualî tê pêkanîn. Demildest divê dest ji vê pergalê bê berdan. Divê em di vê meseleyê de hemû qanûnan bînin ber çavê xwe. Ji lew re hemû girêdayî hev in. Pêkanîna şewitandina înfazê, bûye xeleka dawî ya vê yekê.”

Turkdogan anî ziman ku pêkanîna şewitandina înfazê ku wê wekî xeleka dawî ya tecrîda Îmraliyê wesifand, cotstandartiyek afirandiye û got: “Biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê niha ji bo her hikumxwarî di dewrê de ye, lê belê gava em lê mêze dikin em dibînin ku bêedaletiyeke mezin heye. Hikumxwarên edlî, mesele me bibêjin 10 sal hatibe birîn, dê 5 salan bimînin. Ewilî gava 3 sal bimana sûdê ji berdan kontrolkirî digirtin. Lê îsal ev kirin 5 sal. Li girtîgehan cih tune ye. Anku ji bo girtiyên edlî gelek pîvan tên nermkirin û tên berdan. Ji ber vê sûcên tiryakê gelekî zêde bûne. Hema bibêje ji sûcên dizî, birîndarkirin û êrîşan li girtîgehan mirov tune ne. Ka pîvanên Lijneya Îdare û Çavdêriyê? Dixwazim ji Wezareta Dadê bipirsim. We Lijneya Îdare û Çavdêriyê ava kir, ev lijne dê ev girtî binirxandan, lê hemû girtiyên edlî tên berdan. Ev mirov li derve tim sûc dikin. Lijneyên hatine avakirin, karên serkeftî nakin, lê li aliyê din ji bo girtiyên siyasî yên divê qet negirtî bin jî rolekî astengker dilîzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar