Hevserokê giştî ÎHD’ê Ozturk Turkdogan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan mirovî nîne û tecrîda di vê astê de derqanûnî ye. Turkdogan got; ‘Ocalan ji hêla gel û tevgera siyasî ya kurd ve weke pêşeng tê dîtin. Gotin û peyamên wî dê hewldanên ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan xurtir bike. Sedema herî girîng a astengkirina hevdîtina wî bi parêzeran re ev e.”
Hevserokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.
Ozturk Turkdogan diyar kir ku tecrîda ku ji 7’ê tebaxa 2019’an ji nû ve li ser Ocalan hatiye ferzkirin mirovî nîne û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan û sê kesên din ên li Îmraliyê ji nû ve hatine tecrîdkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Weke ku CPT’yê di hin biryarên xwe de aşkera kir, tecrîd yek ji kiryarên qedexekirî yên mîna îşkence, kiryarên xerab û şikandina rûmetê ye. Pirsgirêk ne tenê nemirovîbûna tecrîdê ye. Pêkanîna di vê astê de li dijî qanûnan e. Li Tirkiyeyê qanûneke cezakirinê heye. Dema mirov li van qanûnan dinihêre dibîne ku di nav de qedexeyeke bi vî rengî ya astengkirina hevdîtina bi parêzeran re nabîne. Lewma qedexekirina hevdîtina parêzeran kêfî û siyasî ye.”
‘Cezayê hucreyê veguherandine qedexekirina hevdîtinan’
Di berdewamê de jî Turkdogan wiha got: “Ger em bên ser mijara têkildarî malbatê, tê gotin ku hin cezayên hucreyê dane û têkildarî pêvajoya îtirazkirina van cezayan daxuyaniyeke têrker nehatiye dayin. Di vir de pirsgirêkeke din derdikeve pêşiya mirovan. Bi taybetî dema ku qanûna înfazê hate amadekirin, me wê demê rexne kiribû ku cezayê hucreyê veguhere qedexekirina hevdîtinê û ji bo tecrîdê weke amûrekê bê bikaranîn. Ne tenê ji bo Girtîgeha Îmraliyê, ev yek ji bo girtîgehên din ên bi tîpa F jî derbasdar e. Aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin nîne. Lewma nabe ku timî biryarên mehkûmiyeta maf bê girtin. Qedexekirina endamên malbatê bi temamî li dijî hiqûqa mafên mirovan e.”
Hevdîtina bi wezîrê edaletê re
Bi domdarî jî Turkdogan anî ziman ku bi Wezareta Edaletê re ew car carna li ser pirsgirêkên li girtîgehan hevdîtinan dikin û wiha pê de çû: “Di 15’ê çileya 2020’an de me bi wezîrê edaletê birêz Abdulhamît Gul re hevdîtinek kir. Me ragihand ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 7’ê Tebaxê ve destûr nayê dayin ku hevdîtin bê kirin û ev rewş jî li dijî qanûan e. Birêz wezîr li me guhdarî kir. Çawa ku di sala 2019’an de wezareta edaletê ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl da, em di wê baweriyê de ne ku dê vê carê jî hewl bide.”
‘Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne’
Turkdogan bi bîr xist ku Tirkiyeyê careke din berê xwe daye polîtîkayên ‘ewlekariyê’ û ev nirxandin kir: “Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Ji bo gelê kurd kesekî gelekî girîng e û ji bo Tevgera Siyasî ya Kurd jî kesekî di asta pêşengtiyê de ye. Gotin û peyamên wî dê hewldanên ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan xurtir bike. Sedema herî girîng a astengkirina hevdîtina wî bi parêzeran re ev e. Lewma heta ku ev polîtîkayên ewlekariyê bidomin, desthilatdarî dê guhê xwe li polîtîkayên aştiyê bigire. Pirsgirêka kurd ku ji serdema Osmaniyan ve didome, tenê bi pêvajoya aştiyê dikare bê çareserkirin. Lewma ji bo her gava di vê mijarê de bê avêtin peyamên Abdullah Ocalan girîng e.”
‘Pirsgirêka kurd êdî navneteweyî bû’
Herî dawî jî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Bûyerên li Tirkiyeyê û destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê kir ku pirsgirêka kurd navneteweyî bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê divê rol û pozîsyona diyarker a Ocalan teqez neyê jibîrkirin. Ji ber ku gelê kurd zû bi zû dest ji kesê ku weke pêlengê xwe dibîne bernade. Divê desthilatdariya siyasî vê fêhm bike. Weke parêzvanên mafên mirovan, em her tim alîgirên aştiyê ne. Hewldanên me yên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dê bidomin. Karê sereke yê vê yekê jî dê bidawîkirina tecrîdê be û ji nû ve afirandina derfetên diyalogê be.” ENQERE