Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Turkoglû: Em ê li dijî desthilatdariyê jiyaneke nû ava bikin

Berdevka Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê bi rêbazên herî bi bandor li dijî desthilatdariyê têbikoşin.

Berdevka Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû destnîşan kir ku di pêvajoya jinûve avakirinê de jin, kedkar û karker wê bi têkoşîna hevpar jiyaneke nû ava bikin.

Turkoglû anî ziman ku ew ji HEP’ê heta HEDEP’ê aqilê kolektîf esas digrin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Timî li pêşberî me desthilateke bi nebaşiyê xwe rêxistin kiriye heye. Rastiya hikûmetê ew e berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gel re digire û li dijî hemû beşên civakê yên ne ji xwe şer îlan kiriye, heye. Em ê rêya xwe bidomînin û dibêjin ku li hemberî vê sîstema ku xwe li ser şer û gengeşiyê ava kiriye û hewaya tirsê ava dike, jiyaneke nû pêkan e. Heta niha em bi kedkar, karker, jin û ciwanan re di vê rêyê de meşiyan. Di rastiya xwe de, di asta ku em îro gihîştine de, em bi yekbûna li dora hêz û têkoşîna xwe ya rêxistinî bûne milyonan. Di hişê kolektîf de afirandina tiştên nû tê wateya tevgerenî hemû beşan a bi hev re. Li dijî xizanî, betalî, îstîsmara kedê, tundî û kuştinên li ser jinan, em di wê baweriyê de ne ku jiyaneke wekhev, adil û demokratîk pêkan e. Bingeha krîz û kaosa îro di polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka kurd de ye.

‘Em ê bi ser bikevin’

Turkoglû da zanîn ku ew ê bi derbaskirina kêmasî û nebesiyan, pêvajoya jinûve avabûnê ava bikin û wiha dewam kir: “Me hemû pêvajo bi hev re meşandin. Me pêvajoyên xwe gav bi gav, ji têkoşînê heta rêxistinbûnê, ji dîtina çavkaniya pirsgirêkan û pêkanîna rêbazên herî bi bandor ên li dijî wan, bi hev ve girêdidin. Helbet em ê bi ser bikevin. Gelek sedemên me yên serkeftinê hene. Em deyndarê gelê xwe, jin û ciwanên xwe ne. Ji gundan heta taxan, ji navçeyan heta bajaran em ê li her derê meclisên xwe ava bikin. Ji her demê zêdetir em ê aqilê kolektîf û xebata kolektîf di hemû mekanîzmayên xwe yên biryargirtinê de esas bigirin. Em ê bi xebatên perwerdehiyê hem hevdû û hem jî têkoşîna xwe xurt bikin. Di çarçoveya çalakiyên civakî de em ê derî bi derî bigerin, bi gelê xwe û jinan re hevdîtinan pêk bînin. Em ê rêbaza xwe ya ku li ser esasê gel û rojeva gel hatiye avakirin xebatê bimeşînin. Em ê bi ciwanan re pirsgirêkên xizanî, betalî û bicihbûnê şareser bikin û bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin.

Em ji roja ewil de dibêjin ku siyaseta ji rojeva jinan qut bûye dê tu carî bi ser nakeve. Îro rojeva jinan rûbirûbûna her cure şîdetê ye, bêkarî, îstismarkirina kedê, êrîşên li ser mafên ne. Em ê li dora rojeva hevpar a  jinan bên gel hev û vî barî bi hev re hildin.”

‘Em siyaetê di jiyanê de ava dikin’

Turkoglû anî ziman ku ew ji niha ve bi bernameya partiya xwe ya li ser bingeha piralîbûna li dijî rejîma tekbûnê ne û ev tişt anî ziman: “Bi feraseta xwe ya demokrasiyê û paradîgmaya xwe ya azadiya jinan, em berê xwe didin tevgerên ku li dijî vê ferman û vê sîstemê tên cem hev. Di paradîgmaya azadiya jinan de em ji bo çalakiyên xwe yên li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan berdêlên mezin didin. Dema em wekhevî û azadiya jinan diparêzin, em partiyeke ku mekanîzma û pêkanîna polîtîkayên wan jî ava dikin. Hevserokatî, temsîliyeta wekhev û pergala partiya me ye, di heman demê de qadên pêkanîna pergala azadiya jina jî dihewîne. Di vî warî de em fikra pêkanîna demokrasiya xwecihî ku pirrengî, cihêrengî, pirzimanî, xwecihî û xweser e, li dijî polîtîkayên partiyên pergalê yên ku siyaseta înkarê dimeşînin diparêzin. Em siyasetê di jiyanê, ji zimanê têkoşînê ava dikin.”

 ‘Em ê siyaseta jinan bikin civakî‘

Halîde Turkoglû diyar kir ku weke meclisa jinan ew ê li dijî tundî, qirkirina jinan, tecrîd û polîtîkayên şerê taybet xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li pêşiya me hefteya 25’ê Mijdarê heye. Di vê hefteyê de, em ê çalakiyan li dar bixin. Bi heman awayî li pêşiya me pêvajoya budçeyê heye. Em ê careke din deng û îsyana jinên ku li kolanan, li taxan û li malan, li meclisê bi awayekî herî xurt bibihîzin bînin ziman. Dîsa em ê israra xwe ya ji bo mezinkirina hêza xwe ya rêxistinî ya li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan, li dijî polîtîkayên şer û şîdetê jî aştiya birûmet bi dengekî bilind biqîrin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên ku dixwaze tecrîdê veguherîne rejîmekê, bi mezinkirina berxwedanê tecrîdê bişkînin. Ji bo ku em siyaseta xwe ya azadîxwaz a jinan civakî bikin, em ê li her qadê berxwedana jinan û hevgirtina jinan nîşan bidin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet em ê parastina xwe ya îdeolojîk bi rêxistin bikin, ji bo azadiya girtiyên jin ên li girtîgehan û li dijî tundiya darazê ya ku bûye şêweyên sîstematîk ên tundiya dewleta mêr-dewlet, em ê têbikoşin. Li ku derê pirsgirêka me jinan bi vê pergalê re hebe, em jin wê li ber xwe bidin. Em ne tenê qebûl nakin, em ê jiyana xwe bi civakîkirina siyaseta jinan ava bikin. Weke ku min diyar kir rojeva jinan zelal e û bila gumana tu kesan tu nebe, em ê bi van bernameyan têkoşîna herî xurt bidin meşandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar