Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Twitter hashtaga #FreedomForOcalanNow sansûr dike

Kampanyaya hashtagê ya #FreedomForOcalanNow ku Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji aliyê Twitterê ve tê sansurkirin

Navenda Nûçeyan |

Kampanyaya hashtagê #FreedomForOcalanNow ku Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê da destpêkirin, ji tevahiya cîhanê bi sed hezaran kesan tev lê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên navneteweyî yên destê wan di komploya li dijî Rêber Ocalan de heye, li pêşiya kampanyaya #FreedomForOcalanNow gelek astengî derxistine.

Daxuyaniya têkildarî mijarê wiha ye:

“Nikarin qîrîna azadiyê ya gelan asteng bikin

Wek Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê me kampanyaya #FreedomForOcalanNow ya bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re ya niha’ da destpêkirin, di nava çend saetan de gelekî gur bû. Piştî kampanyaya me ku li zêdetirî 30 welatan bi hemdemî dest pê kir, di platformên dîjîtal ên wekî Facebook, Instagram û Twitterê de xwe gihand bi milyonan mirovan.  Akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, partiyên siyasî û gelek komên din ên civakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin nava hewldanan.

Lê belê em dibînin ku hêzên navneteweyî yên bûn sedema komploya li hemberî birêz Ocalan, ji bo pêşî li qîrîna gelan a #FreedomForOcalan bigirin, her tiştî dikin. Li gelek welatan, bi taybetî li Tirkiyeyê daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan bi zanebûn naxin rojevên medyaya dîjîtal, hesabên bi hezaran şopîneran tên girtin û sansur dikin. Li Tirkiye, Almanya, Fransa, Swîsre û hema hema li hemû welatên Ewropayê ji têkilî ji gelek rojevên heyî zêdetir bi vê tagê re çêbûn lê bi tunehesibandina wê hewl didin nehêlin ev têkoşîna mafdar bigihêje milyonan mirovan.

Ji ber vê yekê kampanyaya me ku tenê di Twitterê de 200 hezar caran hatiye parvekirin, li gorî parvekirinên din ên rojeva cîhanê divê di rêza şeşemîn de bûya. Ev ne texmînek e, rastiyek e û bi belgeyên zelal e. Daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan mohra xwe li rojeva cîhanê xist. Di heman demê de vê encamê nîşanî tevahiya cîhanê da ku daxwaza azadiyê ya ji bo birêz Ocalan hatiye qebûlkirin, her wiha tirsa ji sed hezaran jî nîşan dide ku bi awayekî birêxistinbûyî ji bo azadiyê dikarin tev bigerin. Tevî hemû hîle, sansur û kêmkirina parvekirinan jî kampanyaya me bi ser ketiye.

Wek Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê em banga xwe ya li hemû gelan dubare dikin. Bi piştgiriyeke xurttir ji kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku dê 3 rojan bidome, em dikarin sansurê bi hev re pûç bikin. Kes nikare li ber hêza birêxistinbûyî ya gelan bisekine. Daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan pîvana herî bingehîn a demokrasî û azadiyê ye. Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikin ku beşdarî vê kampanyayê bûne ku kedeke mezin a ji bo azadiyê ye û bang li wan dikin ku li dijî sansur û qedexeyên heyî yên li dijî nirxên demokratîk bê navber bibêjin #FreedomForOcalanNow!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar